Rûmeta Daxwaza Dawî , di Çarçoveya Mafî û Bawerî de
Hêjayan bi dîtina min, wexta mijara wesiyetê, bi taybetî di rewşa ku daxwaza dawî ya dayîk an bavê Êzdî nayê cîhkirin de, pirsgirêkek ne tenê malbatî nîne. Ew pirsgirêkek mafî, exlaqî û baweriyê ne, divê ev di çarçoveya nirxên civakî û bawerî de werine nirxandin.
Ez dixwazim di vê gotarê de hewl bidim hinek ji pirsên bingehîn bikim û bêne bersivdan
Dema malbat rêzê li daxwaza kesekî a dawî nagire, nexwe wateya wesiyetê, maf û erkê çi ye?
- Wesiyet wek Mafekî Kesayêtî
Li gorî zanîna min, di teoriya mafên mirovan de, mafê kesayêtî (personal autonomy) bingehê azadiya biryarê ye. Ev maf ne tenê di dema jiyana çalak de tê qebûlkirin, belkî heta di biryarên dawî yên jiyanê de jî tê berdewamkirin.
Gelek ji me dizanin, di welatekî wek Almaniya yê de, wesiyet wek mafekî qanûnî tê nasîn. Qanûn mafê kesekî diparêze ku li ser mal, şert û di hin rewşan de li ser şêwaza veşartinê biryar bide. Ev nîşana wê ye ku civaka demokratîk mafê biryara dawî wek beşekî rûmeta kesayêtî qebûl dike.
Lê pirs ev e:
Heke civak mafê qanûnî nas bike, gelo civak û malbat jî erkê exlaqî yê parastina wê nagirin?
2. Rûmeta Mirî di Baweriya Êzdîtiyê de
Bi dîtina min di baweriya Êzdîtiyê de, mirin tenê dawî nîne; ew veguhastineke xwezayî û rêwîtiya rûhê ye. Ji ber vê yekê, rûmeta mirî nirxekî bingehîn e.
Erkên baweriya Êzdîtiyê — wek parastina rûmeta mirî, cîhkirina rîtûelan bi rêz û parastina wijdanê civakê — ne tenê rêgezên civakî ne, belkî peymanên exlaqî ne.
Daxwaza dawî ya dayîk an bavê Êzdî divê wek emanetek bawerî were dîtin. Heke ev emanet bi zanebûn were şikandin, ev ne tenê biryarek li dijî kesekî ye, belkî li dijî nirxên baweriyê jî ye.
- Têkiliya Navbera Hest û Erkê
Li ser asta civakî, gelek caran hestên malbatê di pêş de tên danîn. Dibe ku malbat bixwaze ku dayîk li cem diya xwe bê veşartin, an li goristana malbatê be. Ev hest dikarin were fêmkirin.
Lê di teoriya exlaqî de, têgîna “erk” (duty) ji hestên kesane cuda ye. Erk li ser pêvajoya rastî û rûmeta mafê kesê din radiweste, ne li ser hestên me. Ji ber vê yekê, gava malbat bi zanebûn biryara dawî ya kesekî têk dibe, ew li navbera hest û erkê de hestê hilbijêre, ne erkê.
- Berpirsyarî li Hember Nifşên Nû
Li gorî min , wek lêkolînerê Êzdiyatiyê, rûmeta mirî di civaka Êzdî de peymana wijdanî ya navbera nifşan e. Ev peyman di rîtûel û gotinan de nîne; ew di kirinê de ye.
Heke civakek daxwaza dawî ya dayîk an bavê xwe neparêze, ev peyamê didê nifşên nû ku mafê kesayêtî şertî ye — heya ku şertên yên sax bi wî re razî nebin.
Ev rewş pirsên girîng radike:
- Gelo maf tenê heta dema ku kes dikare xwe biparêze heye?
- Gelo erkên bawerî dikarin li gorî şertên civakî werin guherandin?
- Heke daxwaza dawî ne were rêzgirtin, rûmeta mirî çawa tê pîvandin?
Encama Zanistî
Wesiyet mafekî kesayêtî ye.
Cîhkirina wê erkekî exlaqî ye.
Li hember dayîk an bavêa Êzdî, ev erk herwiha berpirsiyariyeke bawerî jî ye.
Dema wesiyet nayê rêzgirtin, ne tenê daxwazek tê şikandin; têgîna mafê kesayêtî, rûmeta mirî û peymana wijdanî ya navbera nifşan jî di bin pirsê de dikeve.
Ji ber vê yekê, mijar ne li ser cihê gorê ye, belkî li ser bingehê civakekê ye ku dixwaze xwe li ser maf û erkê ava bike.
05.03.2026


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin