
74em Festîvala Fîlman a Cannesê ji ber Covîd-19ê hatiye bipaşxistin
.
A+A-
74em Festîvala Cannesê wê li Fransayê di navbera 11 û 22yê Gulanê de pêk bihata. Festîval ji ber şewba koronayê wê di meha Tîrmehê de pêk were.
Yek ji organîzasyonên herî girîng yên sînemayê Festîvala Fîlman a Cannesê ji ber koronavirusê hatiye bipaşxistin.
Li gorî zanyariya ku li malpera fermî ya festîvalê de hatiye belavkirin, 74em Festîvala Cannesê wî di navbera 11 û 22yê Gulanê de li Fransayê pêk bihata. Festîval ji ber koronavîrusê ji bo 6-17ê Tîrmehê hatiye bipaşxistin.
Festîvala Fîlman a Cannesê sala par jî ji ber koronavîrusê pêk nehatibû. Ji dêlva vê de lîsteya 56 fîlmên ku hatibûn hibijartin, weşandibûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin