3. Festîvala Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney destpê kir

3. Festîvala Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney destpê kir

Serîlêdanên festîvalê ên di beşên sînema, çîrok, helbet, karîkatûr û wênekêşîyê de wê heta 1ê Pûşberê berdewam bikin.Di çarçoveya festîvalê de wê fîlmên Yilmaz Guney bi rêya TIRan li gelek bajaran bên nişandan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serîlêdanên ji bo Festîvala Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney detspêkirin. Festîval Kurdî, Tirkî û Ermenkî jî di navê de wê bi 5 ziman û 5 beşên hunerê; sînema, çîrok, helbest, Karîkatur û beşa wênekêşîyê biçe serî. 3. Festîvala Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney bi piştgirya Weqfa Yilmaz Guney, bi navbeykarîya Navenda Çanda Yuz Çîçek Açsin û Şaredarîya Dêrsîmê tê organîzekirin. Serokê Şaredarîya Dêrsîmê Fatîh Mehmet Maçoglu di civîna danasina festivalê de dîyar kir, Yilmaz Guney hunermedeki Kurd bû û azadîxwaz bû. ji, bo vê yekê em li hunera Yilmaz Guney xwedî derdikevin da hemû nifş wî nas bikin.

Serokê Şaredarîya Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu ji K24ê re got: "Ji ber hunera wî ya şoreger û gotinên wî yên derbarê azadîya gelan de, Yilmaz Guney di xortanîya me de ji bo me wek îdolekî bû. Wî huner bi me da hezkirin. Bi taybet gotinên Yilmaz Gûney ên derbarê gelê Kurd de û azadîya her ferdî de rastîyeke vê cîhanê ye. Em jî li vî alîyê wî û hunera ku afirandîye xwedî derdikevin."

Hevjîna Yilmaz Guney , Fatoş Guney jî dîyar kir, hêjî qedexeyên li ser fîlmên Yilmaz Guney didomin û nahêlin civaka Tirkîye û cîhanê jê haydar bibin. Ew vê helwesta TRT careke din şermazer dike û hêvî dike ku demek kin de qedexên li ser fîlmên Yilmaz Gûney rabin.

Hevjîna Yilmaz Guney Fatoş Guney ji K24ê re wiha axivî: "Ez bi rêya we careke din TRT û TRT 6'ê şermezar dikim ku fîlmên Yilmaz Guney nadin lîstandin û qedexeya li serê berdewam dikin. Yilmaz Guney Kurd e û ji roja ku jidayikbûye jî, hay ji nasnameya xwe heye. Ez dizanim ku ew ji bo gelê Kurd gelekî bi qîmet e û wî jî her tim azadîya Kurdan xwestîye."

Di Festîvala Yilmaz Guney de çîrok û helbest wê bi Tirkî, zaravayen Kurdî, Kurmancî û Zazakî û bi zimanê Ermenkî, di sînemayê de jî bê sînora zimanan digel jêrnivîsa Tirkî wê hemû berhem werin qebûlkirin. Sêrîlêdanên ku di 1ê Sibatê de destpêkirin wê hetta 15ê Avrêlê berdewam bikin. Herwiha festîval wê di navbeya dîrokên 15ê Avrêlê û 1ê Pûşberê de di serî li Stenbol û Dêrsimê wê li gelek bajaran bi çalakîyên cûrbecûr biçe serî. Di 7ê pûşberê de li Stenbolê di 14ê Pûşberê de jî li Dêrsimê bi dirûstkirina merasîna xelatdayinê wê festîval bi dawî bê.

 

Ji bo temaşekirina vê nûçeyê bitikînin

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin