27 senatoran bang li rêveberiya Biden kir ku hilberîna SIHAyên tirkî bidin rawestandin

27 senatoran bang li rêveberiya Biden kir ku hilberîna SIHAyên tirkî bidin rawestandin

.

A+A-

 Senatorên Amerîkayê yên endamên Demorkat û Komarî yên Civata Nûnerên Amerîkayê bi nameyekê daxwaz ji rêveberiya Serok Joe Biden kirin ku berhemanîna balafirên bê pîlot ên Tirkiyê (SÎHA) bidin rawestandin û rê li ber hinardekirina teknolojiya çêkirina dronan a Amerîkî bo Tirkiyê bê girtin.

Balafirên bê pîlot ên Tirkiyê yên şer di rojeva Kongreya Amerîkayê de cih girt û 27 endamên Civata Nûnerên Amerîkayê derbarê programa berhemanîna dronan a Tirkiyê de dilgiraniya xwe nîşan dan.

27 endamên Demorkat û Komarî yên Kongreya Amerîkayê nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re şandin û tê de gotin, bernameya Tirkiyê ya berhemanîna dronan, li gelek navçeyan bûye sedema nearamî û nehîştina istiqrarê.

Di nameya ku ji aliyê du endamên partiya Komarîxwaz David Cicilline û Gus Bilirakis ve hatiye amadekirin û 25 endamên Kongreyê piştgirî danê de tê gotin, bernameya Tirkiyê ya berhemanîna dronan, li ser berjewendiyên Amerîkayê û hevpeymanên wê gef e, lewra divê hilberandina balafirên bê pîlot ên Tirkiyê bidin rawestandin û rê li firotina wan jî bê girtin.

Endamên Kongreyê di nameya xwe de gotin: “Em dixwazin bizanibin gelo Tirkiye di dema pêşxistina dronan de, siza an rêkarên NATOyê yên ku di meriyetê de ne, binpê kiriye yan na.”

Endamên Civata Nûneran a Amerîkayê destnîşan kirine ku dronên ji curê Bayraktar ku di şerê Nagron Karabaxê de ji hêla Azerbaycanê ve li li dijî Ermenistanê hatin bikaranîn, hin perçeyên wê li Amerîkayê tên berhemanîn û diyar kirin, “Em dixwazin ku hinardekirina her cure ji teknolojiya dronan ji Dewletên Yekbûyî (Amerîka) bo Tirkiyê demildest bê rawestandin.”

Di nameyê de, endamên Kongreyê bal kişandine ser kirîna sîstema S-400 a Rûsî ji hêla Tirkiyê ve û diyar kirine, bi kirîna sîstema moşekî ya S-400 ji Rûsyayê, Tirkiyê hevkariya xwe ya bi Washingtonê re binpê kiriye û Qanûna Têkoşîna bi Dijberên Dijberiya Amerîkayê (CAATSA) re hatiye pêkanîn.

27 endamên Civata Nûneran a Amerîkayê ji Antony Blinken re gotine, Tirkiye hê jî rijd e ku  beşa duyem a sîstema S-400 ji Rûsyayê werbigre û destnîşan kirine, “Tevî ku Tirkiye ji bernameya F-35 hatiye derxistin, li dijî berpirsiyariyên xwe yên wekî endameke NATO tevdigere.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin