Hemû çîrokên Firat Cewerî di pirtûkekê de ne: ‘Min Çîroka Xwe Got’

Hemû çîrokên Firat Cewerî di pirtûkekê de ne: ‘Min Çîroka Xwe Got’

.

A+A-

- Weşanên Avestayê, hemû çîrokên nivîskarê navdar Firat Cewerî yên di navbera salên 1980 û 1995an de nivîsandine, di pirtûkeke nû de bi navê “Min Çîroka Xwe Got” berhev kirin.

Birêvebirê Giştî yê Weşanên Avestayê Abdullah Keskîn ji Rûdawê re ragihand ku pirtûka nû ya Cewerî derketiye.

Pirtûka ku ji 296 rûpelan pêk tê, sê pirtûkên çîrokan ên Cewerî yên ku berê çap bûbûn û çapên wan nemabûn li xwe digire.

Pirtûka yekem “Girtî” sala 1986an, pirtûka duyem “Kevoka Spî” sala 1992yan û pirtûka sêyem “Romanseke Çilmisî” jî sala 2002yan derketibûn.

Di danasîna pirtûkê de hat gotin, “Niha, piştî çapên wan nemane û nifşên nû gihîştine, me pêwist dît ku em her sê kitêban bigihînin hev û mîna kitêbekê pêşkêşî we bikin.”

Firat Cewerî ku bi helbestê dest bi nivîsê kiribû, piştre derbasî çîrokê bûbû û niha di warê romanê de berhemên xwe didomîne.

Li ser çîroknivîsiya Firat Cewerî gelek nivîskar û rojnameyên navdar nêrînên xwe anîne ziman:

Rojnameya almanî Der Kleine Bund (1996): “Her kes nikare mîna Firat Cewerî bi bêhneke dirêj hunera kurteçîrokê bi kar bîne.”

Emerîkê Serdar, Rya Teze (1993): “Firat Cewerî li ser detayên hûr radiweste, fikrên kûr di wan de dibîne û tîne ber çavan. Ez bawer dikim ew ê bibe hostayê pexşanê.”

Ferhad Pîrbal, Esmer (2007): “Firat Cewerî bi gelek teknîkên berê ji edebiyata Kurdî re nenas tê meydana hunera vegotina çîrokan.”

 

Bergê Min Çîroka Xwe Got

Firat Cewerî kî ye?

Firat Cewerî bi eslê xwe ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye.

Destpêka salên heftêyan koçî Nisêbînê kir û sala 1980an jî terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû.

Wî di heman salê de pirtûkeke xwe da çapê.

Ji wê salê û vir ew di nav tevger û çalakiyên edebiyata Kurdî de ye.

Wî Adara 1992yan dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navber derxist.

Piştî bi demekê kovareke xwerû werger bi navê Nûdem Werger derxist û Weşanxaneya Nûdemê ava kir.

Firat Cewerî bi xwe heta niha 20 pirtûk nivîsandine û 20 jî wergerandine Kurdî.

Pirtûkên Cewerî wergeriyane Swêdî, Almanî, Erebî, Tirkî, Farsî û Îtalî.

Her wiha çîrokên wî di antolojiyên Swêdî, Almanî, Erebî û Tirkî de jî cih girtine û bûne fîlm.

Cewerî bi 5 romanên xwe, Payîza dereng, Ez ê Yekî Bikujim, Lehî, Maria Melekek Bû û Derza Dila Min wekî romannivîsekî girîng bal kişandiye ser xwe.

Firat Cewerî yê ku hîn jî li Swêdê dijî, bi salan di Komîteya Karger a PENa Swêdê de serokatiya Komîteya Nivîskarên Sirgunê kiriye.

Nivîkarê Kurd sala 2018an ji ber xebatên xwe ji aliyê Akademiya Swêdê ve hat xelatkirin.

Sala 2020an jî Wezareta Rewşenbîriyê ya Herêma Kurdistanê ew bi qelema zêrîn xelat kir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin