Xelkê Siwêdayê komîteya lêkolînê ya Şamê red kir: Lêkolîna navdewletî xwestin

Xelkê Siwêdayê komîteya lêkolînê ya Şamê red kir: Lêkolîna navdewletî xwestin

.

A+A-

Xelkê parêzgeha Swêdayê ku piraniya wan Durzî ne, li qada Kerame kom bûn û komîta lêkolîna bûyer û êrîşên ser Durziyên Siwêdayê ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye erkdarkirin red kir. Xwepêşanderan daxwaza lêkolîneke navdewletî kir.
 
Xwepêşandan îro li ser daxwaza rêxistinê civaka sivîl a Siwêdayê, li qada Kerame hate lidarxistin.

Xwepêşanderan daxwaza derketina hemû hêzên hikûmetê ji Siwêdayê kir û xwest, tawanbarên êrîşan bên cezakirin. Herwiha daxwaz kirin ku dergehekî mirovî bi Urdinê re ji bo gihandina alîkariyan bê vekirin.

Herwiha xwepêşanderan komîteya lêkolînan a ku ji aliyê hikûmetê ve hatibû destnîşankirin red kir û daxwaza lêkolîneke navdewletî kir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin