Hakan Fîdan bi şandeya Hamasê re civiya

Hakan Fîdan bi şandeya Hamasê re civiya

.

A+A-

 Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan îro li Stenbolê bi şandeyeke bi serokatiya Mihemed Derwîş, Serokê Konseya Şûraya Hamasê re civiya. Rewşa mirovî ya li Xezzeyê û danûstandinên agirbestê hatin nîqaşkirin. Wêneyekî Fermandarê Eniya Filistînê Ehmed Cewad Paşa li ser dîwarekî di civînê de bal kişand ser xwe.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi şandeyeke bi serokatiya Mihemed Derwîş, Serokê Konseya Şûraya Hamasê re li Stenbolê civiya.

Di civînê de, şandeya Hamasê tekez kir ku alîkariya mirovî ya ku digihîje Xezzeyê ji bo pêdiviyên heyî pir kêmtir e û helwesta bêtawîz a Îsraîlê di dema pêvajoya agirbestê de destnîşan kir.

Fîdan diyar kir ku Îsraîl bi mehkûmkirina gelê Xezzeyê bi birçîbûnê siyaseteke qirkirinê dimeşîne. Wî diyar kir ku ev helwest bi zelalî nîşan dide ku hikûmeta Netanyahu di derbarê agirbestê de niyetek cidî tune. Wî destnîşan kir ku Îsraîl, bi dirêjkirina bi zanebûn a danûstandinan, armanc dike ku berxwedana gelê Xezzeyê bişkîne û wan neçar bike ku welatê xwe biterikînin.

Fîdan tekez kir ku hewldanên Îsraîlê yên ji bo derxistina xelkê Zezzeyê ji axa wan û tevlîkirina Şerîaya Rojava bi tevahî nayên qebûlkirin, di heman demê de piştgiriya Tirkiyeyê ji bo berdewamiya danûstandinên agirbestê anî ziman.

Hûrguliyek balkêş di hevdîtinê de portreyek dîrokî bû ku li odeya hevdîtinê hatibû nîşandan. Di hevdîtina Wezîr Fîdan bi rayedarên Hamasê re, portreyek Ehmed Cewad Paşa, yek ji fermandarên dawîn ên Osmanî li eniya Filistînê, li ser dîwêr hatibû nîşandan.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin