
Lavrov: Divê hemû mafên Kurdan werin dayîn
.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê piştî civîna bi Eshed Şeybanî re got, “Divê hemû mafên Kurdan werin dayîn.”
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî li Moskowa paytexta Rûsyayê civiyan.
Sergey Lavrov di konferansa rojnamegeriyê ya hevpar de bi awayekî eşkere xwest ku divê hemû mafên Kurdan li Sûriyeyê werin misogerkirin.
Her du wezîran piştî civîna xwe, derbarê rewşa dawî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, pêwendiyên dualî û mijarên herêmî daxuyanî dan.
Lavrov amaje pê kir ku wan behsa tundî û binpêkirinên li Siwêda û berava Sûriyeyê kiriye û tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê hemû pêkhate di saziyên dewletê de cih bigirin.
Li hemberî vê yekê, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî îdia kir ku ti planên wan ên ji bo qirkirina Durziyan nînin.
Şeybanî da zanîn ku ji ber êrişên Îsraîlê, artêşa Sûriyeyê neçar maye ji Siwêdayê vekişe û ev vekişîn bûye sedema derketina şerekî navxwe.
“Me behsa pêwendiyên Şamê yên li gel Kurdan kir”
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di konferansa rojnamegeriyê ya hevpar de anî ziman:
“Me li gel hevtayê xwe behsa rewşa dawî kir û me nêrînên hev li ser rewşa heyî wergirtin.
Em dibînin ku di medyayê de çawa behsa pirsgirêkên li Sûriyeyê tê kirin.
Her wiha me behsa wan tundiyên li Siwêda, beravê û Şamê kir.
Me behsa rêkarên Ehmed Şer ên di du mehên borî de û pêkanîna hilbijartinên giştî kir ku kêmnetewe jî karibin beşdarî desteyên desthilatê û yasadanînê bibin.
Me behsa pêwendiyên Şamê yên li gel Kurdan kir, em dixwazin Kurd li Sûriyeyê xwedî mafên xwe bin.
Me behsa civîna li Konseya Ewlehiyê û biryara belavkirina hêzên Neteweyên Yekbûyî li Golanê kir.
Hevtayê min dibêje ku binpêkirinên Îsraîlê berdewam dikin û divê ew biryar berdewam bike.”
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî jî da zanîn:
“Ti planên hikûmetê nînin ku Durziyan qir bike.
Durzî li seranserî Sûriyeyê hene û ji erkên hikûmetê ye ku wan biparêze.
Hin alî, bi taybetî Îsraîl, rewşê wekî derfet dibînin. Her wiha komên çekdar li Siwêdayê hene ku dixwazin piştrast bikin ku hikûmet nikare rewşê aram bike.
Îsraîlê artêşa Sûriyeyê bombebaran kir û artêş neçar ma vekişe.
Piştre şerekî navxwe di navbera Erebên Bedewî û çekdarên Siwêdayê de çêbû.
Çareserî ew e ku hikûmet sivîlan biparêze û destwerdanên derve dê rewşê aloz bike.
Şertê me ew e ku Îsraîl destwerdanê neke û kêmîneyan wekî derfet nebîne.
Hin alî hene ku dixwazin Sûriye lawaz û parçekirî be.
Dewleta Sûriyeyê ji 8ê Kanûna Pêşînê ve pişta xwe bi diyalogê girê daye.
Parlamentoya ku dê di demeke nêzîk de were avakirin dê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike.
Çekên ku li derveyî kontrola dewletê bin, çarenivîsa wê dê wekî ya Siwêdayê be.
Biryarên me diyar bûn, nabe sivîl bên armanckirin.
Me ji destpêkê ve gotiye, ti niyetên me yên dijminatî derbarê Îsraîlê nînin, em di şerekî 14 salî re derbas bûne û em ji şer westiyane.
Em dixwazin welatiyên xwe yên li hundir û derve bînin ser hev.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin