Heyder Şeşo: Em dixwazin ewlehiya Şingalê radestî Pêşmergeyan were kirin

Heyder Şeşo: Em dixwazin ewlehiya Şingalê radestî Pêşmergeyan were kirin

.

A+A-

 Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo wekî sedema sereke ya venegera xelkê ya malên xwe yên li Şingalê hebûna komên cuda yên çekdar û nebicihkirina Peymana Şingalê nîşan da.

Heyder Şeşo bangeke girîng kir û da zanîn ku divê dosyaya ewlehiyê ya Şingalê bi temamî radestî Pêşmergeyan were kirin.

Tevî ku salvegera 11emîn a komkujiya DAIŞê ya li dijî Kurdên Êzidî nêzîk dibe, bêaramî û valahiya ewlehiyê wekî pirsgirêka herî mezin a herêmê berdewam dike.

Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo ji Rûdawê re axivî û tekezî li wê yekê kir ku eger pirsgirêk berdewam bike, herî kêm erkdarkirina Pêşmergeyên Êzidî li Şingalê dê ji bo xelkê ku li kampan dijîn bibe “garantiyeke psîkolojîk” a girîng.

“Rêkeftin bi cih nabe, hebûna PKKyê berdewam e”

Heyder Şeşo diyar kir ku çarenivîsa Şingalê bûye qurbana komployên siyasî û got:

“Li dijî Şingalê gelek komplo hene. Ji ber vê yekê Peymana Şingalê heta îro nehatiye bicihkirin û pirsgirêkên herêmê jî di hewayê de mane.”

Şeşo da zanîn ku “yek ji astengiyên herî mezin ên li herêmê PKK û komên girêdayî wê ne” û wiha pê de çû:

“PKK li Îraqê wekî rêxistineke qedexekirî hatiye naskirin û ragihandiye ku xwe fesix kiriye lê endamên wê li Şingalê hebûna xwe didomînin.

Mixabin hikûmeta Îraqê li şûna ku zextê li wan bike ku herêmê terk bikin, alîkarî û piştgiriyê dide wan.

Ev rewş nayê qebûlkirin.”

Yekane çareserî Pêşmerge, alternatîf hêzên Êzidî ne

Şeşo diyar kir ku ji bo jiyana li Şingalê asayî bibe û bi deh hezaran Êzidiyên koçber karibin vegerin malên xwe, tenê çareseriyeke ewle heye û anî ziman:

“Heta ku dosyaya ewlehiyê ya Şingalê radestî Pêşmergeyan neyê kirin, dê avahiya piralî ya hêzan û pirsgirêkên ewlehiyê berdewam bikin.

Xelkê me ji vê rewşa kaotîk bawer nake û venagere.”

Şeşo êrişên hikûmeta Sûriyeyê yên li Siwêdayê yên li dijî kêmîneya Durziyan bi bîr anî û diyar kir ku ti garantî nînin ku karesateke bi heman rengî li Şingalê çênebe û da zanîn:

“Ji ber vê yekê, eger hemû dosya radestî Pêşmergeyan neyê kirin, em herî kêm daxwaz dikin ku cihê erkê Pêşmergeyên Êzidî ji bo Şingalê were guhertin.

Ev yek dê moral û baweriyeke mezin bide gelê me.”

Birînên komkujiyê hîn vekirî ne

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kiribû û bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kiribûn û bi hezaran jin û zarok jî revandibûn.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan a ser bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve, ji 6 hezar û 417 kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, heta niha 3 hezar û 590 kes hatine rizgarkirin.

Lê çarenivîsa bi hezaran kesan hîn jî ne diyar e û bêaramiya li herêmê nahêle ku birînên komkujiyê werin dermankirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin