Zîrwe ya G20 an destpêkir

Zîrwe ya G20 an destpêkir

.

A+A-

Zîrweya G20 an ya ku serokên 20 dewletên xwediyê aboriya baş tevlîbûn, li payîtexta Erebistana Si’ûdiyê ya di bin serokatiya qralê Erebistanê Selman Bîn Abdulezîz de ku serokê demkiye destpêkir.

Di zîrweyê de li ser têkoşîna li hemberê pandemiyê û piştî pandemiyê, aboriya dinyayê ku jihevketiye, dê çawa pê re serî derên, dê bê niqaşkirin. Bi sedema pandemiyê endamên G20 ê li ser vîdeoyê tevlî zîrweyê dibin û dewletên ku tevlî dibin Tirkiye, Almanya, Amerîka, Arjantîn, Awustralya, Brezilya, Çîn, Endonezya, Fransa, Afrîka Başûr, Kore ya Başûr, Hindistan, Îngîltere, Îtalya, Japonya, Kanada, Meksîka, Rûsya, Arabistan a Si’ûdiyê û Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê ne.

Axaftina serî ji aliyê qral Abdulezîz de hat kirin û weha got:

“Pêdiviya me bi xwegihandina alavên Kovid-19 ê heye. Her çendîn em di vê mijarê de xweşbînin jî divê herkes karibe xwe bigihîne van alavan û bihayê wan normal be û divê em bo vêya bixebitin ku herkes karibe jê fêde bibîne. Hem divê em bo pandemiyekî nû jî amade bin.”

Abdulezîz her weha behsa desteka aboriya dinyayê kir û got ku divê destekê bidin dinyayê û bo hereketa bazirganiyê serbestiya deriyan pêkbînin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin