Zelensky: Tirkiye du alî dilîze

Zelensky: Tirkiye du alî dilîze

.

A+A-

 Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku di Tirkiye şerê Rûsya û Ukraynayê de du alî dilîze.

Zelensky di hevpeyvîna xwe ya li gel ERT TV ya Yunanistanê de helwesta Tirkiyê wek lîstika du alî bi nav kir û got, "Tirkiye ji aliyekî ve di şer de rola navbeynkariyê dilîze û ji aliyê din ve jî xwe amade dike ku mêvandariya geştyarên Rûs bike."

Li ser pirsa rojnamevan a “Tirkiye di şerê Rûsya û Ukraynayê de roleke aştiyane dilîze lê bi artêşa xwe dijitiya Yunanistanê dike, ev ne nakokî ye?”

Zelensky bersiv di bersiva rojnamevan de got, "Dema ku hûn di şer de bin, divê hûn her tiştî bikin da ku hemî welatan li dora xwe kom bikin, di nav wan de welatên ku di navbera wan de dijminatiya dîrokî jî hene. Ji bo ku em van welatan bikşînine cem xwe divê em her tiştî bikin, ji ber ku pêwîstiya me bi şîrikan heye.

Heger wisa nebe em nikarin Rûsyayê têk bibin. Ez ê li vir bi tevahî rast bibêjim, em hem ji Yunanistanê û hem jî ji Tirkiyê piştgiriyê distînin lê pirsên me jî hene ku em dixwazin hem ji Yunanistanê û hem jî ji Tirkiyê bipirsin. Her welatek xwedî berjewendiyên xwe ye.

Ez ji bo piştgiriyê spasdar im. Em dixwazin hemû gelê Yunan piştgiriyê bide me. Li aliyê din em dizanin ku dahateke girîng a aboriya Yunanistanê ji geştyariyê tê.”

"Divê Tirkiye hilbijartinekê bike"

Zelensky her wiha got, “Heman tişt ji bo Tirkiyê jî derbas dibe. Li aliyekî Tirkiye ji bo piştgiriya Ukraynayê rola navbeynkariyê dilîze. Li aliyê din, wek nimûne, ji bo geştyarên Rûs amadekariyan dike. Em vê jî dibînin. Wek serokê dewletê ez dixwazim têkiliyên min yên dostane hebin lê ne bi vî awayî. Divê ez vê bibêjim. Hûn nikarin wisa nêzikî vê mijarê bibin. Ev lîstika du alî ye. Ev ne adil e. Ji ber vê yekê ez bala Tirkiyê dikişînim ser vê xalê. Ji ber ku divê hilbijartinekê bike. Tu alîgirê rastiyê yî yan na?"

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin