Li Tirkiyê xutbeya bi Kurdî qedexe ye, lê bi Îngilîzî serbest e

Li Tirkiyê xutbeya bi Kurdî qedexe ye, lê bi Îngilîzî serbest e

.

A+A-

Di demekê de ku 23 mela ji ber xutbe û weazên Kurdî hatibûn darizandin, Serokê Karûbarên Olî yê Tirkiyê Prof. Dr. Alî Erbaş piştî nimêja cejnê beşeke xutbeya xwe bi Îngilîzî da û bang li hemû mirovahiyê kir.

Serokê Karûbarên Olî yê Tirkiyê Alî Erbaş îro Duşemê di yekem roja Cejna Remezanê de beşek ji xutbeya xwe ya piştî nimêja cejnê bi Îngilîzî xwend.

Alî Erbaş destnîşan kir ku cejn parvekirin e û divê mezinên malbatê neyên jibîrkirin.

Erbaş di berdewamiya xutbeya xwe de bang li hemû mirovahiyê kir û got, “Xwedê dinya ji bo me hemûyan afirandiye, dinya besî me hemûyan e. Werin bila kes li kesî neheqiyê neke."

Erbaş diyar kir ku divê cudahî ne sedema pevçûnan be û anî ziman, “Hemû mirov bi mafên xwe yên ku nayên binpêkirin, dijîn. Parastina azadiya îbadetê û pîroziya perestgehan dibe sedema aştiya civakî û cîhanî."

21ê Sibata 2022an li 14emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayanê ya Stenbolê Serokê Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) Ekrem Baran û 8 jê girtî 23 mela ji ber xutbe û weazên Kurdî hatibûn darizandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin