Yûnanîstan û Fransa dê li ser rojhilatê Derya Spî bicivin

Yûnanîstan û Fransa dê li ser rojhilatê Derya Spî bicivin

Di derbarê mijarên rojhilata Derya Spî, di 10ê Îlonê de Serokê Fransayê Emmanuel Macron, wê li gel Serokwezîrê Yûnanîstanê Kiryakos Miçotakis bicive.

A+A-

Serokatiya Fransayê bi daxuyaniyekê destnîşan kir, civîna di navbera Serokê Fransayê û Serokwezîrê Yûnanîstanê de, wê di Lûtkeya Parîsê de pêk bê û biryar e rayedarên payebilind ên welatên Portugal, Îspanya, Îtalya, Qibris, Malta û Yûnanîstanê jî beşdar bibin.

Ev civîn, piştî ku hefteya borî rayedarekî payebilind ê Hikûmeta Yûnanîstanê ragihandibû Yûnanîstan mijara kirîna balafirên şer li gel Fransa û çend welatên din gotûbêj dike pêk tê.

Hêjayî gotinê ye, niha aloziyeke mezin piştî meha derbasbûyî Tirkiyê keştiyek ji bo lêgerîna çavkaniyên sirûştî şand rojhilatê Deryaya Spî, di navbera Yûnanîstan û Tirkiyê de çêbûye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin