Dadgeha Hûsiyan cezayê îdamê da 109 kesan

Dadgeha Hûsiyan cezayê îdamê da 109 kesan

Li Yemenê dadgeha Hûsiyên bi desteka Îraniyan, bi sedema ku layangirên Erebistana Si’ûdiyê ne, cezayê îdamê da 109 kesan. 109 kes rêvebirên hukumetê û berpirsên leşkerî ne. Ragihandina biryarê ji aliyê ajansa Hûsiyên Yemenê SANA de hat ragihandin.

A+A-

Di biryara Dadgeha Cezayê de hat gotin ku 109 kes provakasyonan dikin û alîkariya Erebistanê û alîkariya hevkarên Erebistanê dikin. Dadgeh her weha got biryara îdama wan dê cîbicî bibe û heyiyên wan yên mal û milk yên li Yemenê û derveyê Yemenê dê dest deynin ser wan û bo xezînê weka aqar bê qeydkirin.

Di biryara dadgehê de her weha hat gotin ku parêzerên sûcdaran bi sedema sûcdaran parastine, her yek ji wan bi cezayê 4 mîlyon Riyalî (600 dolar) hatin cezakirin.

Kesên ku hatine cezakirin navên wan nehat ragihandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin