Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

YILMAZ GÛNEY Û ROJBÛNA WÎ

A+A-

cekdar-efrin-001.jpgRojbûna Yilmaz Gûney:  01.04.1937 

 

Yilmaz Gûney hunermendekî mezin,  jîrek û çalak bû. Ew di sala 1931ê de li bajarê Edenê, li gundê Yenîceyê ji dayîka xwe bûye.  Ew ji malbateka  hejar  bû. Wî di zaroktî û xortanîya xwe de jîyaneka tal û tirş derbas kirîye.  Dêya wî Gulê ji Mûşê û bavê wî jî ”Urfayê” ye. Navê bavê wî Hamîd  bû  û ew xwedîyê heft zarokan bûn. Hamîd  Zaza  û dêya Yilmazî Kurmanc bû. Bavê Yilmazî,  piranîya  birayên xwe, di şerê eşîrtîyê de winda kirin. Windabûna wan hîkarîyeka mezin li ser fîlmên Yilmazî  kirin û fîlmên wî bûn kopîya jîyana malbata wî.   Bavê Yilmaz Gûneyî jî, ji alîyê neyarên xwe  ve tê kuştin. Kuştina bavê wî,  hîkarîyeka mezin  li ser jîyana wî (Yilmaz)  dike. Di sînemaya Kurd û Tirk de karê Yilmaz Gûneyî parve dibe ser sê qonaxan: seroklîstikvan, senarîst û birêvebir.

Em vebigerin ser  hunermendîya Yilmaz Gûneyî,  ew kom dibe ser van xalan:

 

Huner ji bo berjewendîyê gel, ronahîyeka mezin e.

Guhartin dê rasteqînîya xwe bide der, di praktîka rojê de...

Divê em şert û hoyên dîrokî yên ku em tê de ji bîr nekin.

Divê em li dijî îdeolojîyên çewt derbikevin û rêya rast nîşan bidin.

Têkoşîn li dij împeryalîzm û hevkarên wê dilsozî û mêranî dixwaze.

 

Ji bo ku em Yilmaz Gûney nas bikin, divê em qala fîlmên Îtalî bikin. Li Îtalîyayê neoreyalîzm pêşve diçe, bi taybetî li ba Fellinî. Navê koma wî”New Amerîka Cînema”  bû û ”Free Cînema ya Brîtanîya Mezin bû.  Godar fîlmek kişand, navê wê ”Nefesa  Dawî” bû. Ev fîlm di sala 1959an de hat kişandin û hîkarîya xwe li ser sînemagêran kir.  Cassavetesê neoreyalîst di derûdora sala 1960î de fîlmekê, bi navê” Tarîyek li ser Manhattanê” kişand. Antonîonî li ser şopa neoreyalîzmê dimeşe, li Swêdê ”rejîsorên nûh Wîdenberg, Troell dest bi fîlmên dramatîkî dikirin. Li Almanyayê Fasshinder û Schlênderift dest bi fîlmên rojane yên dîrokî dikirin. Dokumenter û fasên  şerê cîhanê bûn sedemên pêşkeftina neoreyalîzma Îtalî û welatên dî hîkarîya xwe kirin.

 

Birêvebirê kovara” Chaplînê” yê Swêdê,   Lars  Åhlander,  di derbara Yilmaz Gûneyî de wisan got: ” Yilmazî dabû pey şopa Sînemeya Îtalî ya ”neoreyalîzmê”. Wî ”neoreyalîzm” bi pêşve bir û hîkarîya xwe li ser sînemekaran kir, da ku ew li ser vê şopê bidomin. Jidewlemendkirina enstitûya fîlmê bêhtir, ji hawira naverokê ve, ew li pey pêşxistina fîlman bû” (Kovara şano û Sînema, 1992). Di destpêkê de, Yilmaz Gûney ji van kesan hez dike; Brut Lancaster, Marlon Brando (Amerîkî) û Jack Palance. Bi alîkarîyan van kesên jorîn sînemeya Tirk ji fîlmên tiyatroyî derbasî fîlmên sensasîyonelê dike. Hêdê-hêdî rolên ku zora dijminî dibirin, dileyîst. Yanê mîna Belmondo, Dean angu Bruce Lee… Paşê di kesitîtiya xwe de şoreşa civakî(sosyal) çêdike, xwe diguhîrîne û fîlmên xwe li ser pirsên civakî, polîtîkî ûhwd ava dike, derbasî reyalîzmê dibe, êdî Yilmaz bi çavekî zanistî li dabeşan mêze dike. Yilmaz  şopdar û hevalbendê De Sîca, Fellînî û Antonîonî ye.  Ew hunermendekî  neteweyî û navneteweyî bû.

 

YÊN BÊHÊVÎ 1971

 

Yilmaz, piştî  1970î  li ser hinek pirsgirêkên Kurdan radiwestîya û wî zirarê dida dewletê. Naveroka  fîlma  Yilmazî ya bi navê ”  Yên Bêhêvî” ew e ku cîhana  Firat û Çîgdem cihê ye, du dinyayên  cihê ne, lê xwestina dilê wan yek e.  Ev fîlm di sala 1971ê de hatîye kişandin. Tiştê ku Çîgdemê dide fikirandin çardehxwara(çeka) Firatî ye. Firat, çardehxwar û Çîgdem dê çawan bikaribin bi hevre bijîn?  Evîn nerm û  têgihîştî ye,  dikare zora çekê bibe, lê seroklîstivan (Yilmaz)  bi kesên dî  yên mêrkuj û xirab ve hatîye girêdan û ew  nikare ji wan kesan azad bibe. Heger  Yilmaz ji  “Koma Maffîyayî” ( koma mêrkujan) vebiqete, bireve, hingê tawana wî mirin e, dê bê kuştin. Ew ketîye nav agirî û ji nav agirî nikare  derbikeve. Rêya yekemîn  bi Maffîyayê re bixebite û rêya duyemîn jî vebigere mala xwe,  ba evîndara xwe, ba Çîgdemê. Herdu rê jî, rêyên mirinê ne. Rêya sêyemî tune ye.

 

RÊ ”YOL” 1982

Birêvebir û senarîst: Yilmaz Gûney

Sereklîstikvan: Yilmaz Gûney

Lîstikvan: Fîlîz Akin, Hayatî Hamzaoxlu, Nihat Zîyalan, Memduh Un, Kazim Kartal, Tuncel Necmîoxlu, Mehmed Buyukgungur, Şukriye Atav, Ceylda Karahan,  Yeşîm Tan, Refîk Kemal Ardiman.

Gava Maruf Yilmaz  û rojnamevan Gabar Çîyan,  hevpeyvîn bi Lars Åhlanderî  re çêkirin, hingê axînî û oxînî ji dilê wî diçû, got: “ Yilmaz hunermendekî mezin, jîrek û çalak e, lê dewleta Tirk ew hêşand. Tirkiye hunera wî qedexe kirîye û bi ya min huner mirovahî bi xwe ye û dive bê parastin.  Li Enstitûya fîlmê li Swêdê bûme birêvebirê kovara ”Chaplînê”.  Di nava vê bezê de min gelek kes nas kirin û bi wan re têkilî danî. Ez gelek caran beşdarî fîlmfestîwalên navneteweyî bûme. Di wan de, min û Yilmazî hevûdu nasî. (...)  YOL bi gelek dîmenên xwe, bi motîfên çandî û edetên kurdî  ve hatîye xemilandin.

 

Fîlmên wisan ku li gundên Kurdan çêbûne û jîyana Kurdan tê de bi giranî heye, dikare dîtinek wisan çêbike”. Hevpeyvînçêker Maruf Yilmaz û Gabar Çiyan bûn. Wan bi hev re (min û Gabar)  di sala 1992an de  Kovara  Şano û Sînema derdixistin. Xwediyê vê kovarê Maruf Yilmaz bû.   Yilmaz Gûney  di fîlma “Yolê”  de dide xuyankirin ku Tirkîyê  girtîgeheka veşartî ye. Di vê fîlmê de rewşa Kurdistanê, dema feodalîzmê; edetên kevnare, pirsên civakî, çandî û  qanûnên civakî  wekî ewrekê tarî tên dîtin. Em di fîlmê de Seyîd Alî (seroklîstikvan) dibînin; jîna wî, Zînê bi yekî dî re rabûye, çû ser  koşka  mêrên dî û edeta xwe kurdî daye bin lingan.. Ji lewre, Seyîd Alî stûxwar e û ew li ber bûyerên çêbûyî ketîye rewşa xirab,   di nav  xelqê de serê wî  bilind nabe. Jina Seyîd Alî, edetên malbata xwe daye bin lingan  û  ev ji  Seyîd Alî  re bûye rûreşîyeka mezin.  Seyîd Alî dikaribû jina xwe bikuje angu wê berbide û jê  azad bibûya, lê wisan ne kir.  Axlaqê civaka  paşkeftî ya  ku Seyîd Alî  û malbata xwe tê de dijîn, bi qanûnên civakî û çandî  ve hatine girêdan.  

 

 Ez di xwazim dîsan vebigerim ser RÊ ”YOL”ya sala  1981ê (1982).  Yilmaz Gûney  di fîlma “Yolê”  de dide xuyankirin ku Tirkîyê  girtîgeheka veşartî ye. Di vê fîlmê de rewşa Kurdistanê, dema feodalîzmê; edetên kevnare, pirsên civakî, çandî û  qanûnên civakî  wekî ewrekê tarî tên dîtin. Sê kesên girîng tê lêvkirin, ew hersê kes ev in:

Birêvebir:  Şerîf Goren

Senaryo: Yilmaz Gûney

Sereklîstikvan: Tarik Akan

Kurtedîyaloga “YOLê”

Zîn (Zinê): Bi min re qiwet nema (jihevketî).

Ya xwedê, tu mezin î, tu qewetê  bide min,

alîkarîya min bike, Seyîdo!

Min ji guran re nehêle,

bila dilê te bi min bişewite, Seyîdo!

Law:  Bavo! Dayé min ma (bi xemginî).

Seyîd: Guh nede wê, ew tê.

Law: Na, nikare bê, di rê de maye; ew dimire, bavo!

Seyîd: Te negot bira bimire nehê.

Law: Te ew bi me re hanî.

Zîn: Lingên min tevizîne, ez dimirim(...).

 

Fîlmên  Yilmaz  Gûney yên baş û sereke, ev in:

 

SEYÎDXAN, 1968

GURÊN BIRÇÎ, 1969

HÊVÊ (UMÛD), 1970

YÊN REVOK (KAÇAKÇILAR), 1971

ÊŞ(ACÎ), 1971

ŞIK (ENDÎŞE), 1974

HEVAL, 1974

ROJEKÊ BIVÊNEVÊ(BÎR GÛN MUTLAKA) 1975

KERÎ (SÛRÛ) 1978

DIJMIN(DÛŞMAN), 1979

YÊN BELENGAZ, 1974

RÊ (YOL) 1981

DÎWAR, 1983

 

Naveroka  fîlmên Yilmaz Gûneyî ji xalên jêrîn pêktên:

 

Doza xwînê(heyfdarî, heyf hilanîn, heyf jê standin, xwînrêjî û xwîndarî.

Eşqîya, mêrkuj, şêlandin, û rêbirî.

Evînî, evîndarîya agirçavî.

Revoktî(kaçakîitî).

Belengazî, çînayetî û hejarî.

Li ser pirsên civakî, çandî, rêzanî, rewşa Kurdistanê.

 

Têbinîya min ya girîng ev e: Yilmaz di fîlma xwe ya pêşîn de tirkperwerîyê dide pêş, paşê poşman dibe, Kurd û Kurdistanê dibîne).

BERHEMÊN YILMAZÎ YÊN KU DI ARŞÎVA KOVARA MIN DE HENE; EV IN:

Rojek, 1952

Ew bi stûxwarî mirin, 1961.

Sêberîya Selîyê (?)

Hucra min, 1972

Salpa, 1972

Nivîsarên rêzanî, 1995

Li ser Faşîzmê, 1979

Nameyê Selîmiyê, 1972

Sanik (Bersûc, 1975)

Ji kurê min rê çend name, 1979

Sobe, şûşa pencerê û em du nan dixwazin.

 

Ez dixwazim vebigerim ser  fîlmên Yilmaz Gûneyî. Wî di 113 fîlman de wekî seroklîstikvan, senarîst û derhênêr cîh girtîye:

 

Tenê serolîstikvan/lîstikvan: 58

Lîstikvan û nivîskarîya senaryoyê: 23

Senaryo û alîkarê birêvebirê fîlmê:  1

Ç. Alîkarê birêvebir: 3

Tenê nivîskarê senaryoyê: 5

Alîkarê birêvebir û lîstikvan: 1

Ê. Mijara dayîna senaryoyê û lîstikvan:3

Lîstikvan û birêvebir, nivîskarê senaryoyê: 6

Lîstikvan û nivîskarê senaryoyê wekî alîkar: 1

Senaryo, lîstikvan û birêvebir: 9

( Ev nivîsa rêza jorîn, rasterast ji tirkî hatîye wergerandin).

 

Naroka  fîlmên Yilmaz Gûneyî ji xalên jîrîn pêktên:

Doza xwînê(heyfdarî, heyf hilanîn, heyf jê standin, xwînrêjî û xwîndarî.

Eşqîya, mêrkuj, şêlandin, û rêbirî.

Evînî, evîndarîya agirçavî.

Revoktî(kaçakîitî).

Belengazî, çînayetî û hejarî.

Li ser pirsên civakî, çandî, rêzanî, rewşa Kurdistanê.

 

Têbinîya min ev e ku Yilmaz di fîlma xwe ya pêşîn de tirkperwerîyê dide pêş, paşê poşman dibe, Kurd û Kurdistanê dibîne). Em vebigerin ser  hunermendîya Yilmaz Gûneyî, kom dibin ser van xalan:

Huner ji bo berjewendîyê gel, ronahîyeka mezin e.

Guhartin dê rasteqînîya xwe bide der.

Divê em şert û hoyên dîrokî yên ku em tê de ne ji bîr nekin.

Divê em li dijî îdeolojîyên çewt derbikevin û rêya rast nîşan bidin.

Têkoşûn li dij împeryalîzm û hevkarên wê şervanî dixwaze.

 

ÇAVKANÎ

KOVARA ŞANO û SÎNEMA: Weşanxaneya JÎNDAN, Stockholm

Maruf Yilmaz, YILMAZ Gûney  1992. Weşanxaneya Jîndan: Stockholm

01.01.2007

 

Önceki ve Sonraki Yazılar