Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin

.

A+A-

Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat li gund û bajarên Rojhilatê Kurdoistanê de berdewamin li ser çalakiyên teblîxî.

Li bajarê Kamêranê li şehreka dadgusterî û hilalê Ehmer, li bajarê Bokanê li gundê Hebasawa û Hemamiyan, li bajarê Pîranşarê li gundên “Qizqepan û Gezgeskê, li bajarê Sinê li gundê “Ser rêz” û li bajarê Mihabadê de jî li pira şehîd Şemal trakt, poster û wênmeyên taybet bi 22ê Pûşperê bi awayekî berfireh hatine belavkirin.

Herwisa li bajarê Serdeştê li gundên “Cadeya Mîrawê bo Pîranşarê, rêya Sêpekan, Çeko, Bîloke, Şirketa gaz û derdora vê, kolanên derora mizgevta Camêi û cadeya Alwetan û li bajarê Xuremabad, ser bi parêzfgeha Luristanê, çalakiyên berfireh bi rê ve çone.

Endamên têkoşer û alîgirên biwêr ên Hizba Dêmokrat, tevî lidarxistina wan çalakiyan, soza xwe digel rêbaza şehidan dûbare kirin û amadebûna xwe bo cîbicîkirina her erkek Hizbî, ragihandin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin