
Şerê 12 rojan û werçerxînên bêdeng ên Rojavayê Asyayê
.
Ziryan Rojhilatî
Bê guman şerê 12 rojan ê Îsraîl-Îranê, yek ji bûyerên herî girîng ên çaryeka yekem a sedsala 21ê bû, ku dibe ku rewşa aborî û endazyariya siyasî û ewlehiyê ya Rojavayê Asyayê jî biguherîne.
Çawa ku şerê 6 rojan ê Ereb-Îsraîlê di sala 1967an de ne tenê ji ber girtina axê bû, şerê 12 rojan ê Îran-Îsraîlê jî ne tenê ji ber mûşek û programa atomî bû. Li gel wan tiştan, dûrxistina Tehranê ji Çîn û Rûsyayê, her wiha sînordarkirina pêla Pan-Şîetiyê ya bi serkêşiya Îranê armanc bû.
Ev yek wekî wê astengiyê bû ku di encama şerê şeş rojan de li hemberî rêça Pan-Erebîzmê hatibû danîn, ku ew rêç bi serkêşiya Cemal Ebdulnasir û piştgiriya Moskowê di hilkişînê de bû.
Bêyî ku em bifikirin ka em dê navê wê wekî "helmeta şêrane", "soza rastgo" yan jî "çakûçê nîvê şevê" lê bikin em dikarin bibêjin ku ev şer tê ku bi bêdengî dîmena herêmê biguherîne.
Rêveberiya Şamê (Şer) xwe amade dike ku derbasî qonaxeke nû ya qayimkirina bingehên desthilata xwe bibe, bandora herêmî ya Tirkiyeyê û Kendavê ber bi zêdebûnê ve diçe û di bin bandora vî şerî de, pirsa çekdanîna PKKyê ketiye qonaxeke nû.
Vî şerî Îraq û Herêma Kurdistanê jî kirine meydana du rikberiyên mezin ên herêmî. Ji aliyekî ve, meydana rikberiyeke leşkerî di navbera Îran-Îsraîlê de ye û vê yekê jî rewşa navxweyî aniye ber keviya aloziyeke din ku tê de heta niha "dronên nenas" roleke bibandor dilîzin.
Ji aliyê din ve, Îraq ber bi wê yekê ve diçe ku bibe cihê pevketina berjewendiyên Tirkiye û Îranê. Şer û carinan siya şer jî Tirkiye zêdetir ber bi wê yekê ve dehf daye ku bi rêya gotara biratiya Tirk û Kurdan, bi awayekî bêdeng jinûveavakirina nasnameya dewlet-neteweya xwe gotûbêj bike.
Nîqaşên van rojan ên di navbera ultra-parêzgeran û komên din ên di nav elîta siyasî-desthilatdar a Îranê de jî aliyekî din ê bandora bêdeng a vî şerî ne, ku wisa dixuye dê berdewam bikin.
Îraq di navbera çakûçê şer û sindana rikberiyê de
Rewşa Îraqê di demekê de hesastir xuya dike ku di sîbera şer û rikberiya herêmî de ber bi hilbijartineke ku dibe wekî her carê çarenivîsaz be diçe. Derbarê şer giliyê Îraqê li ser binpêkirina serweriya xwe ya esmanî heye lê di rastiyê de ev ne arîşeya wê ya tenê ye.
Di roja rawestandina şer de, du radarên wê hatin tunekirin û di van çend rojên dawî de jî ji Kerkûkê heta Silêmanî û Dihokê, dronên nenas wekî arîşeyeke ewlehiyê derketine holê.
Hikumet hê jî lêkolînê dike da ku zanibe kê ev kar kiriye. Hin kes qala DAIŞê dikin lê ev ne li gorî şiyanên wan e, ji ber ku niha ew şiyana wan a leşkerî û rêxistinî nîne. Tenê sê aktorên herêmî xwediyên vê şiyanê ne ku li seranserê Herêma Kurdistanê û Kerkûkê dronan biteqînin. Ew jî Tirkiye, Îran û komên "Miqaweme" (Berxwedan) û Îsraîl in!
Dibe ku di demekê de ku çavê cîhanê li ser gotûbêjên çekdanîna PKKyê ye, pêwîstiya Tirkiyeyê bi vî karî nebe, her wiha armanc jî ne wekî yên Tirkiyeyê ne. Îran û Îsraîl her du jî derbarê pêgeha Herêma Kurdistanê û Îraqê de hesas in.
Berevajî gotinên ku tên kirin, Herêma Kurdistanê di vî şerî de helwesteke bêdeng-bêalî nîşan da lê arîşe ew e ku bêalîbûna Herêma Kurdistanê ne bi dilê Îranê ne jî yê Îsraîlê ye!
Di egera ji nû ve destpêkirina şer de û tewra di rewşa ne-şer de jî, Herêma Kurdistanê ji ber pêgeha xwe ya stratejîk, ji bo stratejiya êriş û berevaniyê ya her du aliyan xwedî girîngiyeke pir mezin e. Hîn jî nayê zanîn dron karê kê ne lê bi egereke mezin ev zêdetir peyamek e ne ku êrişeke bi mebesta lêdanê be.
Xaleke din jî ew e ku egera tevlîbûna Îraqê ji ber hevsengiya hêzan a li herêmê her tim vekirî ye, ji ber ku Îraq ji bo Îranê girîng e da ku çepera xwe ya dawî yê herêmî biparêze lê ji bo Îsraîlê jî girîng e da ku deriyekî gihiştina Îranê vekirî bihêle û ji aliyê Îraqê ve astengî jê re neyên çêkirin.
Wisa dixuye ku di paşerojê de, ji bilî mijarên ewlehî û leşkerî, Îraq dê zêdetir bibe meydana rikberî û nifûza aborî ya Tirkiye û Îranê û ev yek jî dibe ku veguhere rageşiyeke siyasî.
Di van salên dawî de Îran ji berê zêdetir berê xwe daye bipêşxistina têkiliyên xwe yên aborî bi Îraq û Herêma Kurdistanê re. Sala 2020î qebareya bazirganiya Îranê ya bi Îraqê re nedigihişt 6 milyar dolaran lê ya Tirkiyeyê nêzîkî 17 milyar dolaran bû.
Piştî wê jî bi berdewamî hewl da ku berê xwe bide bazara Îraqê, wisa ku di sala 2024an de ferqa xwe bi Tirkiyeyê re kêm kir. Zirara aborî ya Îranê piştî ketina Beşar Esed, bi qasî 30-50 milyar dolarî tê texmînkirin. Tê texmînkirin ku şerê 12 rojan jî di navbera 24-35 milyar dolar zirar li wê xistiye.
Eger heta 18ê Çiriya Pêşîn cezayên navneteweyî jî li ser wê vegerin, wê demê divê bi neynûk û diranên xwe dest bi bazara Îraqê bigire, ji ber ku ji bo aboriya wê wekî şahdemara jiyanê ye.
Demekê Muhsin Rezayî, fermandarê berê yê Supaya Pasdaran, gotibû, "Nabe ku em ji bo welatan şer bikin lê xêr û bêra wan ji bo welatekî din be."
Duşeşek ji bo Tirkiyeyê û Kendavê û derfetek jî ji bo Ehmed Şer
Vî şerî rola herêmî ya Tirkiyeyê û welatên Kendavê zêde kiriye. Ji bo her du aliyan, lawazbûna Îran û Îsraîlê bi şer nola duşeşa textenerdê (tawleyê) ye, bi şertê ku tenê di nav sînorên wan her du welatan de bimîne.
Lê her du alî jî rikberiya Umanê dikin ka kî dê mêvandariya dan û standinên muhtemel ên Îran û Amerîkayê bike, helbet eger çêbibin! Ji bo Tirkiyeyê, şerê Îran û Îsraîlê tê wateya lawazbûna du rikberên herêmî lê aliyê wê yê din ew e ku eger şerê wan her du welatan belav bibûya yan guherîneke bilez li Îranê çêbûya, wê demê dê bibûya çavkaniyeke metirsiyê ji bo wê.
Şer Tirkiye û Amerîka nêzîkî hev kirine. Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê gotiye, dibe ku Tirkiyeyê vegerînin programa balafirên F-35. Ji bilî vê, Tirkiye yek ji wan welatên kêm bû ku demeke kurt berî êrişa Îsraîlê, ji aliyê Amerîkayê ve hatibû agahdarkirin.
Wisa dixuye ku Tirkiyeyê di dan û standinên rawestandina şer, navbeynkariya Îran û Amerîkayê û her wiha di navbera Hemas û Amerîkayê de rolek lîstibe/dilîze. Eger Sûriyeya di bin desthilata Şer de û Îsraîl jî lihevkirinekê bikin ev tê wateya lihevhatina Tirkiye û Îsraîlê jî.
Ev yek ji bilî kêmkirina dilgiraniya siyasî-ewlehî, gihîştina wê ya bazara Sûriyeyê jî hêsantir û aramtir dike, ew jî di demekê de ku Trump beşek ji cezayên li ser Sûriyeyê rakirine. Ev şer Ehmed Şer jî zêdetir han dide (teşwîq dike) ku xwe zêdetir bi Îsraîlê re li hev bîne û ev yek derfeteke zêdetir dide wî ji bo qayimkirina pêgeha xwe.
Mijara çekdanînê
Di dema şer de, hem li Tirkiyeyê û hem jî di nav kesên nêzîkî PKKyê de, behsa egera ducarekirina senaryoya Sûriye-Rojava û PKKyê ji bo Îranê jî dihat kirin ku tê de Esed kontrola herêmên Kurdî radestî PYD-YPGyê kiribû.
Di rastiyê de, çavkaniya vê têgihiştineke şaş a rewşa Îranê û pirsa Kurd li wir bû. Sedema sereke ya Esed ji bo vekişîna ji Rojava û lihevkirina bi PKKyê re ew bû ku Esed bawer dikir ku bi vî karî mertaleke mirovî li hemberî Tirkiyeyê û komên mixalif datîne û kengî bixwaze jî dikare ji Kurdan bistîne, ji ber ku kûrahiyeke wan a cografî nîne û rewşa wê ya topografîk jî ji bo şerekî demdirêj ne guncav e.
Bi kurtasî, niyeta wî ew bû ku Kurdan bide kuştin, lewra tewra di lawaztirîn demên desthilata xwe de jî ne amade bû nasnameya Kurdî bipejirîne. Ducarebûna senaryoya Rojava li Îranê ne hêsan e, ji ber ku her hêzeke çekdar ku destê wê bigihîje zincîreçiyayên Zagrosê, bi hêsanî jê dernakeve.
Ev ji bilî wê yekê ku ew herêmên çiyayî li gel çiyayên Elburzê, çolterên rojhilêt û avên başûr, sêgoşeyek in di cografyaya leşkerî ya Îranê de ku devberdana ji yekê ji wan tê wateya têkçûna hevsengiyan û rêyeke dorfireh heta Tehran û navenda Îranê jî vedike û wê bê parastin dihêle.
Ji ber vê yekê, tu rejîma siyasî bi dilê xwe vî karî nake lê destkefteke girîng ji bo Tirkiyeyê di vî şerî de ew e ku dibe ku di pirsa mijara PKKyê de pêngavek çêbibe. Bi egereke mezin, hêviya PKKyê ya ji bo bihêzbûna bi rêya piştgiriyeke herêmî kêm bûye.
Ew jî nepeniyeke eşkere bû ku çekdanîna PKKyê ne di berjewendiya Îranê de bû, nexasim ji ber sedemên ewlehiyê. Ji ber ku mayîna PKKyê li ser sînoran, ji bilî her armanceke din, ji sala 1992yan ve ji bo ewlehiya sînorên wê sûdmend bûye.
Ev yek ji bilî wê yekê ku Tirkiye jî her tim digiran bû ku Îran rewşa Sûriyeyê li ser wê serûbin neke lê piştî şerê 12 rojan, bi xeyaleke rehettir tevdigere.
Di rojên borî de, Serokkomarê Tirkiyeyê girtiyekî Kurd ku ji ber endamtiya PKKyê hatibû girtin berda. Dibe ku ev yek nîşaneke bipêşveçûna zêdetir di mijara çekdanîna PKKyê de be.
Di heman demê de, cîhan li benda gaveke sembolîk a PKKyê ye ku dibe ku destê Tirkiyeyê ji bo hinek gavên yasayî yên din vekirîtir bike ku tê çaverêkirin heta dawiya payîza îsal bên avêtin.
Çarenivîsa wan gavan, çi bilindbûn û çi daketin tê de hebe jî di dawiyê de gotarên Devlet Bahçelî yên li ser biratiya Kurd û Tirkan, mikurhatineke kêmpeyda ya siyasetmedarekî neteweperest ê Tirk a bi nasnameya Kurdan a li wî welatî ye.
Ji ber ku berê serokkomarên wekî Ozal û Erdogan jî ev yek kiribû, niha serokê CHPyê wek partiya herî mezin a siyasî ya Tirkiyeyê tiştekî bi heman rengî kiriye, dibe ku ev pêvoja bi ji nû ve pênasekirina nasnameya dewlet-neteweya Tirk bigihîje encamê, çawa ku Ocalan-PKKy jî her cure çareseriyeke ax-navendî ji bo pirsgirêka Kurdan dane aliyekî.
Îran ji hevrikiyeke jeopolîtîk ber bi gotûbêjên siyaseta navxweyî ve
Hatina Komara Îslamî ya ser desthilatê li Îranê ne tenê mijareke navxweyî bû, belkî werçerxaneke jeopolîtîk jî bû ku tê de sazûmana herêmî ya bi serkêşiya Amerîka û Rojavayê lingekî wê seqet bû, ew sazûmana ku bi hevalbendiya li gel Tirkiyeya endama NATOyê, Îsraîl, Kendav û Şahê Îranê bi Amerîkayê ve girêdayî bû, bi hatina Komara Îslamî derizî. Îran êdî nema hevalbenda Amerîkayê û di navbera salên 1980yî heta destpêka salên 90î de, herî kêm 5 komên girîng ên çekdar hatin damezirandin ku sisêyan ji wan astengiyên ewlehiyê ji bo Tirkiye û Îsraîlê çêdikirin.
Lê ev ji bo Rojava û Amerîkayê ne serêşiyeke mezin bû, ji ber ku ji aliyekî ve şiyana wê ya kontrolkirina astengiyên ewlehiyê yên koman hebû û ji aliyê din ve jî têkiliyên derve yên Îranê bi neyarên Rojavayl re ne di astekê de bûn ku pirsgirêkan ji Amerîkayê re çêbikin.
Lê ev yek piştî salên 2000î û piştî Bihara Ereban guherî. Nifûza herêmî ya Îranê wisa zêde bû ku Îranê bi xwe têgeha "hişyariya îslamî" jê re bi kar dianî û neyarên wê jî wek "Hîlala/Hîva Şîe" bi nav dikirin.
Hevdem bi vê yekê re, şiyana Îranê di warê teknolojiya leşkerî de bi pêş ket lê ya girîngtir ew bû ku Tehranê bi awayekî bêdeng dev ji dirûşma "ne şerqî û ne xerbî" berda.
Peymana 25 salî ya Îran û Çînê di sala 2021ê de û peymana 20 salî ya Îran û Rûsyayê di sala 2025an de, dayîna dronên Îranî bi Rûsyayê re û nîqaşên li ser dayîna mûşekên balîstîk ji Moskowê re, her wiha bûyera 7ê Çiriya Pêşîn bi hev re kom bûn û xaleke werçerxanê di nêrîna Amerîka û Ewropayê de ava kir, li cem wan Îran bûbû Îraneke "şerqî" û dibe ku ev yek ji sedemên girîng ên şerê 12 rojan bûbe.
Niha li Îranê, gotinên dîplomatan zêdetir di wî alî de ne ku şer ji nû ve çênebe lê gelek berpirsên leşkerî ji berdewamiya wê agirbesta "lerzok" a ku hatiye ragihandin bi guman in. Bi egera mezin, helwesta muhtemel a Çîn û Rûsyayê dê li ser wê yekê bibandor be ka şer dê ji nû ve çêbibe yan na.
Eger Tehran bi piştgirêdana bi wan berê xwe bide ji nû ve zengînkirina uranyumê yan jî xwe ji lihevkirin û sazişên bi Ewropa û Amerîkayê re dûr bigire, wê demê dibe ku careke din şer derkeve.
Şer bandoreke du-alî li ser cureyê siyaseta dewletan dikin, an wan ber bi cureyekî vebûnê ve dibe yan jî wan zêdetir digire.
Di sîbera gotûbêjên li ser egera şer û ne-şer de, vêga nîqaşeke germ di navbera baskê ultra-parêzger û komên din ên desthilatê de li ser siyaseta navxweyî û derve heye ku wisa dixuye dê heta demekê berdewam bike.
Çavkanî: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin