Serdar Roşan

Serdar Roşan

nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Yên Stûxwar

A+A-

 

1-057.jpg

1

Heke ji circira tekerên bêrûn yên erebeya gayan nebaya, dê riya bi xiltanên spî û di bin roniya heyvê de, striyên ku bi hemdê xwe bi usûl dihejiyan, dîmena zeviyên pembo yên tarûmarbûyî, tirseke sihirî bida Xelîl. Di şeveke welê de ku di navbera erd û asîman de bi cîh bû, heta ku çav çavan didît zeviyên reş xuya dibûn; di vê şevê de tahma çîrokeke bi tirs û xemginiya stranekê hebû. Dengê ku ji çûna erebeyê radibû mîna loriyên bêrîkirinê wek saziya stranekê dihat guhên wî. Bêhna axê, bêhna pelan, bêhna giya bi sura ba re mîna mizdanê xwe li wî dipêça. Ji lewre axa Yuregîrê di bin roniyeke zîvî de bû. Her jîndarek ku di nav şikilê xwe de jiyana xwe didomand, di vê şeva sehal de, bi hemî xisûsiyeta xwe, bi hemî nermbûn û hisbûna xwe, xwe dida der. Bêhna ku difûriya bi sura ba re, pêl bi pêl, ber bi welatên dûr, dilên dûr diçû. Her bêhn, her reng, her menzere li têleke bi xem yeke demên berê dide. Ji dil û hinav êş tê his kirin. Borî, jibermayiyên dema borî di hiş de tên vejîn. Lehzeyên jiyayî, xemekê didin jiyanê. Jiyan bi kêfa dema berê dihê avdan; kûrahiyek û cudabûnekê werdigire. Ji ber ku li rûyê erdê, şeveke bi tahma stranên zarokan û hêviya stranên zarokan tê jiyîn.

Li deşta Yuregîrê, bi insanan, hespan, gayan û çûkan re dost, bi axê re dost, bi asîman re dost, bi striyên kerbeşan re dost, şevek dijî. Xelîl di vê şevê de, di nav hestên xwe yên vejiyayî de, tenêbûna xwe diafirîne. Niha Xelîl zarok-tiya xwe, revên zaroktiya xwe, li ber dîwarekî mirina bavê xwe, mîna ku li paş cameke bi buxur be bi bîr tîne. Li derûdorê bêhna barût û kevnikên şewitî hebû. Dûmanên ku di rengê şînê girtî de bûn ji hev belav dibûn. Bavê wî di destê wî de tifinga bi çeqmak, rawestiyabû, pişta xwe dabû dîwar. Xelîl rûyê diya xwe didît; perîşan bû, rûyekî neçar. Bavê wî "bi min ve dan Emîno!" gotibû. Ew bişirîna bi kul û keder, çavên wî yên xemgîn ku mirina bê ecel didan der ji bîr nekiribûn. Heta niha jî têkçûneke weha di tu çavan de nedîtibû.

Paşê bi alîkariya çend dostan cenazeyê bavê wî rakiribûn. Diya wî porê xwe ji binî de jê kiribû; hinek li ser sînga mêrê xwe danîbû, yê din jî li darê ku li ber serê wî danîbûn, girê dabû; por li ber ba çûbû.

Ba por çawa belav dike û ji axê çi bêhneke xweş difûre...
Êdî dema çûyînê ye. Dema terka xanî, dara li ber xanî û axa bav û kalan e. Xetên xanî û daran di nav tariyê de winda dibin; derûdor bê deng dimîne, ax radize, wexta çûyînê ye. Li ser çiyan ewrên sipî doş dibin, topikên wan bi ewran tên pêçan, çiya rengê mor rengê lacîwert werdi-girin. Mij kaînatê vedipêçe, ba por difirîne, bahoz por hil dide dibe cihên dûr, ji ber ku dema çûyînê ye.

Bi vî awayî reva ku ji gundê Sêwregê Kalecîkê dest pê kiribû, li gundê Adanayê Yenîceyê sekinîbû. Li gund mirovê ku lê digeriyan peyda ne kirin. Koç kiribû. Kesî cihê wî nizanîbû. Çend roj bûn mêvanê Kamber.

Gava ku diya xwe xeyal dikir, hertim rûyê jineke nexweş dihat hişê wî. Kengî jineke parsek an yeke reben bidîta di rûyê wan de xetên rûyê diya xwe û di awirên wan yên xemgîn de awirên diya xwe didîtin. Diya wî di nav kincên pînekirî û qetiyayî de mîna komek hestiyan bû. Piyên bi hestiyên zirav, rûyê qermiçî û bi piyên derizî li vê dunyayê bi tenê bû.

Û rojekê diya Xelîl, Xelîl bi derpiyek, gomlekek û bi du çavên bi trahom bi tenê hîşt û mir. Rûyê jineke ku bi kevçî av dida diya wî dihat hişê wî. Û jineke din jî çene û pêçiyên wê dipêça.
Roja sibetirê Kamber, Xelîl bi xwe re biribû çîftlika ku lê kar dikir. Hema wê rojê çarox xistin piyên wî û darek dan dest û dan dû noginan. Ji wê rojê heta niha Xelîl mezin bû, hînî tirkî bû, havînan li ser ban, zivistanan li axur li ser nivînên bi ka dagirtî raza.

Strana ku Derwêşê erebeajo ji xwe re digot, dibû sebebê têkçûna ramanên Xelîl. Ga gelekî westiyabûn. Zaroktiya wan zanîbû, ji lewre di bin eynî xanî de bi hev re mezin bûbûn.
Derwêş got: "Uhhh, çi sar e." Xwe civand ser hev, wek zarokan dilerizî. Xelîl paltoyê li ser milên xwe dirêjî wî kir.

Derwêş "na wele, min navê" got.
"Bigire, bigire. Min ne sar e."
Derwêş bi kêfxweşî palto li xwe kir.
Gava cara pêşîn li xanê pêrgî Derwêş hatibû, jê re piçekî guhertî xuya bûbû. Ewil rengê şîn paşê jî şewqeyê wî dîtibû. Li bin şewqeyê saziyek guhertî hebû. Vî Derwêşî bi awayekî cuda cixare dikişand. Meşa wî, awirên wî di bin şewqeyê wî de letîf dixuyan. Xuyabû ku ew jî ji vê guhertinê re xerîb bû. Stûyê xwe geh bi hêla rastê, geh bi hêla çepê xwar dikir, milên xwe dilivandin û pişta guhê xwe dixurand. Hev hembêzkirina wan, ramûsan û rewşa wî ya gava xwarina kebabên bi têr pîvaz bala Xelîl kişandibû. Milçemilça devê wî, rûniştina wî di hemî halê wî de pêkenîneke bi êş hebû. Di dema eskerî ya sê salan de, di heqê Derwêş de wisa nefikirîbû. Di nav bîranînên wî de cihê Derwêş, wek cihê bavekî bû. Û niha jî Derwêş soytariyek bû ku pê sar bû, bêvila xwe dikişand û vir û wirê xwe dixurand.
Lê mêze dikir, lê di rûyê wî yê di bin siya şewqeya şîn de veşartî, jîndariya berê ne didît, rûyê wî dişibiya pêlaveke kevin. Ma dengê Derwêş wisa bû? Ma rîha wî ya dirêj, çavên wî yên xewnî, simbêlên wî yên daketî weha bûn?

Xaniyên gund, dar û rez ku mîna reşahiyan dixuyan êdî xuya dibûn. Pê re xaniyek, darek dihat fesilandin; dengê dîkan û reyîna kûçikan tevî menzereyê dibû, sibehek xwînegerm hil dihat. Bi pirbûna dengan re Xelîl kelecanî dibû. Kûçikek bi tena xwe mideteke dirêj reyiya. Di dilê Xelîl de germahiya malekê vejî. Rabû ser çokên xwe; gava reyîna berê bîstekê, dubare bû, wî bi hesret nefes girt û berda.

"Xalo, ma ev ne Qehfreşê me ye?"
"Qehfreş? Xwarzî Qehfreş ji zû de miriye."
"Mebêje, lo!"
"Wele."
Lîstikên Qehfreş, beza wî, lotikên wî hatin bîra Xelîl, pê re jî sist bû...
Derwêş: "Belê xwarzî, wisa ye! Qehfreş mir."
Roniya heyvê çûbû, asîman li paş şînekî mat mabû. Her-der di bin eynî rengî de bû. Zirincî, zirincî, zirincî... Ax hênik hênik difûriya, bêhna xumamê radibû. Di nav zeviyên ajotî de dibuhurîn.

Xelîl:
"Li vir diviya goristan heba, ne wisa xalo?"
"Goristan ajoton kirin zevî, xwarzî."
"Zevî! Ka raweste!"
Derwêş fîkand, erebe da sekinandin. Xelîl daket. Piyên wî di axa nerm de dadiketin. Te digot qey xunava baranê tê. Bêhneke sersemkar ji axê difûriya. Li derekê rawes-tiya. Berê goristan bû. Li rûyê erdê hestiyên riziyayî xuya dibûn. Cihê diya xwe nedît.
Di dilê xwe de got "dayê!"

Yilmaz Guney

Werger: Serdar Roşan

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin