Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bi dawî hat

Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bi dawî hat

.

A+A-

Yekemîn Festîvala Navnetewî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê 25 Tîrmehê bi rêûresmeke taybet bi dawî hat. Di heyama 4 rojan de 35 fîlmên Kurdî bi jêrnivîsa Rûsî hatin pêşandan. Hemû derhêner û akterên ku di festîvalê de amade bûn bi bi `xelateke taybet` a festîvalê hatin xelatkirin.

Di rêûresmê de rêkxera Festîvala Navnetewî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê Gulîzer Gerdenzerî spasdarî û destxweşî li derhêner û akterên beşdar, ji bo piştgirî jî li Wezareta Kulturê ya Rûsyayê, her weha li Hikumeta Herêma Kurdistanê kir. Di axaftina xwe de Gulîzer Gerdenzerî bi taybetî spasdarî li Tora Medyayê ya Rûdawê kir ji bo rumalkirina vê çalakiyê di seranserê çar rojan de.

Gulîzer Gerdenzerî xemgîniya xwe jî anî ziman, ku ji ber pandemiya vîrusa Coronayê, sînorên Rûsyayê bi gelek dewletan re ta niha girtîne û derhênerên ji Başûr, Rojava û Rojhilata Kurdistanê, her weha yên ji Ewropayê, ku fîlmên wan hatin pêşandan, nekarin bi xwe amade bibin.

Gerdenzerî da zanîn di yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê de karê juriyê nehatibû plankirin. Armanca sereke ya festîvalê di sala pêşîn de ew bû ku sînemaya Kurdî, bi şêniyên Moskow û mêvanên paytextê re bide nasandin.

Yekemîn Festîvala Navnetewî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê  ji 21 ta 24 Tîrmehê li Sînemaya "Karo 11 Oktyabr" ya Moskowê birêve çû.

Di heyama çar rojan de temaşevanan karîn ku li van fîlman temaşe bikin;

Fîlmên sînemayê yên dirêj:

-“Keçên Rojê” yê derhênera fransî Eva Hasson

-“Xaniyê bê ban” ya derhêner Solîn Yûsif  ji Başûrê Kurdistanê

 -“Bîranînên ser kevirê” yê derhêner Şewket Emîn Korkî ji Başûrê Kurdistanê

- “Qehremanê sedsalê” yê derhêner Ciwan Bamernî

- “Beriya ku Berf bibare” yê derhêner Hîşam Zeman ji Başûrê Kurdistanê

-“Zagros” yê Sehîm Omer Xelîfe ê ji Başûrê Kurdistanê

 -“Hechecok” yê derhêner Mano Xelîl ji Rojavayê Kurdistanê

- “Penaberê Biçûk” ya derhêner Batîn Qubadî ji Rojhilatê Kurdistanê

-“Yek mûmik, du mûmik” yê derhêner Cano Rojbeyanî ji Başûrê Kurdistanê

- “Naletên Mezopotamyayê”  yê derhêner Lewend Omer ji Rojavayê Kurdistanê

Belgefîlmên dirêj:

-“Diyalog” ya derhêner Selim Yildiz ji Bakûrê Kurdıstan

 -“Dahênerê bîsîkleta kurdî” ya derhênera Rûs Tatyana Kiselyova

-“Navê tu lê bike” ya derhêner Hesen Demîrtaş ji Bakûrê Kurdistanê

-“Behîşta min” ya derhêner Ekrem Heydo yê ji Rojavayê Kurdistanê

-“Nam bo bavê min”ya derhêner Îbrahîm Selman yê ji Başûrê Kurdistanê

Kurtefîlmên sînemayî: 

-“Peya be! ” ya derhêner Teymûr Qadeyî ji Rojhilatê Kurdistanê

 -“Arîn” ya derhêner Mizgîn Arslan ya ji Bakûrê Kurdistanê

-“ Pantor” ya derhêner Tehsîn Ozmen ji Bakûrê Kurdistanê

-“Çêja kêvrûşkê ” ya derhênerKurdo Mansur ji Başûrê Kurdistnê

-“Berû ” - ya derhêner Nezmî Karaman ji Bakûrê Kurdistanê

-“Wesiyet” ya derhêner Kamîran Betaşî ji Başûrê Kurdistanê

-“Raza sor” ya derhêner Aso Mehdî Cewdet ji Rojhilatê Kurdistanê

-“Havîna qazên qû” ya derhêner Meryem Semedî ji Rojhilatê Kurdistanê

-“ Bêdengî” - ya derhêner Rêzan Yeşîlbaş ji Bakûrê Kurdistanê

-“Pişîka min ” - ya derhêner Îmad lezgîn Mîhî ji Başûrê Kurdistanê

-“ Hêvî” ya derhêner Mihemed Şêxo ji Rojavayê Kurdistanê

-“Portal” ya derhêner Eyûb Şêx Ehmedî

-“Xaniya dawî” ya derhêner Emîr Qulamî ji Rojhilata Kurdistanê

-“ Leke” ya derhêner Şoreş Wekîlî ji Rojhilatê Kurdistanê

-“Barê giran” ya derhêner Yimaz Ozdîl ji Bakûrê Kurdistanê

Begefîlmên kurt:

-“Bo pêşewa” - ya derhêner Rêbwar Mehmûdpûr ji Rojhilatê Kurdistanê

-“Dûrî” ya derhêner Leyla Toprak ji Bakûrê Kurdistanê

-“Diyab” ya derhêner Mezîn Şerebeyanî ji Başûrê Kurdistanê

-“Paş ve ber bi hejariyê” ya derhêner Umay Işik ji Bakûrê Kurdistanê

-“Destlêdan” ya derhêner Warman Seîd ji Başûrê Kurdistanê.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Moskowê 21 Tirmehê bi filma “Keçên Rojê”  ya derhênera Fransî Eva Hasson hat vekirin û 24 Tîrmehî jî bi fîlma “Xaniyê bê banî” ya derhêner Solîn Yûsif  ji Başûrê Kurdistanê jî hat girtin.

Di heyama 4 rojan de zêdetir ji 2000 temaşevanan serdana Festîvalê kirin.

Di rêûresma girtina Festîvalê de hunermendên ji Bakûrê Kurdistanê, ku çar roj li gel temaşevan bûn:

Akter Suat Usta û derhêner Selîm Yildiz, Rêzan Yeşîlbaş, Hesen Demîrtaş, Mizgîn Arslan, Leyla Toprak,  Tehsîn Ozmen, Nezmî Karaman, Umay Işik xelatên taybet ên ji navê Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Moskowê wergirtin.

Xelatên bo hunermendan, Wekîlê Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê Danar Mistefa û solîstê Koma Wetan Kerem Gerdenzerî  pêşkêşî wan kirin.

Xelatên derhêrenerên mane jî dê ji wan re bên şandin.

Tora Medyayî ya Rûdawê hevkara fermî ya Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bû ku kelecanek pêk anî û rastî eleqeyeke mezin hat.

 

Kamîz Şeddadî / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin