Serdar Roşan

Serdar Roşan

nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Xew

A+A-

Ji bo ji Yildizeli biçin Sêwasê, em, du heval, li kêleka rê li bendî otomobîlan bûn. Êdî dibû êvar. Aqilmendekî ji me re gotibû, di şûna ku li bendî trêna nîvê şevê bisekinin, gelek qamyon dibuhurîn, çêtir bû ku em li qamyonekê siwar bin û herin; ev saet û nîv bû em li kêleka rê bûn; li cîhê ku rê ji ber çavan winda dibû, me li wir bi hêvî dinihêrî û bi rabûna her dûmaneke tozê re, em difikirîn ku mebesta yê aqilmend ji gotina ”gelek”, qiyasê çend saetan bû. Di dawîyê de, piştî ku derûdor baş tarî bû, du projektoran li dûmana tozê ronahî reşand û ber bi me hatin. Mîna insanên ku ji agir an jî bobelatekê birevin, me tavilê xwe avêt nava rê; bi qîrûwar me dest û pîyên xwe di maneya hewarê de rakirin û hejandin. Erebe li ber me sekinî. Piştî bazarake kurt, me bi pêncî quruşî li hev kir ku em li kêleka şofêr rûnin.

Em bi rê ketin, pê re jî bi nezanî û meraqa ku li bejina rewşenbîran tê, me bi gotinqutkirinê pirsên xwe kirin. Li gorî agahdarîyan salên vê qamyonê bi qasî bergîrekî navsere î rencdar bûn. Sê roj berê ji Erbaayê bar biribû Turhalê; û ji wir jî, ji bo bibe Sêwasê barê şekir peyda kiribû û heta vir hatibû. Gava min serê xwe zivirand û li paş xwe nihêrî, çewalên şekir yên bi heybet li paş stûyê min li ser hev bûn; mîna ku ez krîstalên spî têde bibînim, lê nizanim ji hejîna erebeyê bû çi bû dilê min li hev ket.
Min ji şofêr pirsî:
- Wekî din rêwîyên te hene?
Piştî çend deqîqeyên bêdengî, bi nermî serê xwe ber bi paş rakir û got:
- Sê jin hene… Li ser çewalan razayî ne.
Di wê navê de ji nav çewalên paş min, muawinê şofêr agahîyên temamkar dan:
- Li ser rê em pêrgî wan hatin… em nizanin ka çi ne… Me ew hildan ji ber ku wan pereyên xwe pêşin dan!
Ew jî mîna wan jinan li ser eynî çewalan veketibû; dibe ku lîngên wan li hev diketin; bi dengekî tolazane û rincan derheqê cil, rû û şikilê wan de dipeyîvî; û qet nedifikirî ku ji gotinên wî bixeyîdin.
Di wê navê de qamyon çend caran hejîya, muawin dev ji çeleqîyê ber da û qîrîya:
- Usta!
Me tavilê berê xwe da şofêr. Şofêr bi telaş li cîhê xwe tevgerîya, bi destekî çavên xwe diguvaştin bi detsê din jî bi hişkî bi dîreksîyonê girtibû.
Me herdu hevalan bêî ku em tiştekî fam bikin, li hev nihêrî. Muawin cardin dest bi agahdarîyan kir:
- Meraq mekin, tiştek nîne… Du şev in ku bê xew e, ev êvar dibe şeva sisêyan… Carinan di xew re diçe.
Paşê bêî ku guh bide ka yê din dê bibihîze an na, bi dengê xwe yê bêperwa lê zêde kir:
- Ev belayekî neyîne serê me.. Wele em ê ji kîsê bavê xwe herin! Di xew re here, wî biniquçînin.
Careke din jî me li hev nihêrî, ne ku me tiştek fam nekir, vê carê me tiştên zêde jî fam kirin…
Qamyon ji nişkê ve sekinî. Li hêla çepê ya rê bi qasî çend metreyan li pêş qamyonê, feneran ronahî dida ser kanîyekê. Şofêr bi dengekî xewnî û sergêj qîrîya:
- Rahmî!
- Fermo usta!
- Bazde, avê têxe makîneyê.
Li paş livek çêbû. Dengê tenekeyekê hat. Paşê me cara ewil muawin dît, yê ku ev midetek bû me dengê wî dibihîst. Ya rastî ne ew, lê maskeyek dihat dîtin ya ku rêwîtî û mesleka wî di rûyê wî de çêkiribû. Mijang û porê spî yên mîna ku pûdrakirîbin, bê guman timî ne weha bûn; û rûyê ku ji xweydan, donê makîneyan, benzîn û tozê hatibû sîwax kirin bê şik di şikil û rengekî din de bû.
Piştî ku teneke ji kanîyê dagirt, av bera radyatorê da. Hat nêzî şofêr û got:
- Temam usta!
Mirov hîs dikir ku di çavên wî yên zîwer de rincanîyek hebû; lê mîna ku tu sebep nikaribe kêfxweşîya awirên wî têk bibe. Şofêr di wê navê de serê xwe dabû ser dîreksîyonê û di xew re çûbû, ji cîhê xwe veciniqî û got:
- Hê? Temam e?... Te qapax baş girt?
Kêfxweşîya di awirên muawîn de bêtir vejîya:
- Usta, giş temam in!
- Careke din binihêre!
Şofêr serê xwe careke din da ser dîreksîyonê. Piştî ku muawin karê xwe dubare kir bi bişirîneke bê insaf weha got:
- Temam usta, temam!

 

Şofêr fam kir ku çare nîne, bi himinî serê xwe rakir. Piştî ku qamyonê himînîya efendîyê xwe hinekî din bi deng tekrar kir, bi rê ket.
Bi çûna şevê re têkoşîna şofêr bi xewê re zêde dibû. Bêî ku ez rasterast tiştekî bêjim, min bi awayên guhertî got:
- Gelo li ser vê rêyê gelek qeza çêdibin?
Şofêr bersîvek da lê itştek jê nehat fam kirin; lê dengê muawin yê tolazane li paş me bilind bû:
- Timî rû nade…
Heta wê gavê wan jinan hebûna xwe bi tu awayî qet dîyar nekiribû, yekê ji wan bi dengekî zirav û zîz bi devoka Anatolyaya navîn ku êdî xwerûtîya xwe winda dikir; pirsek kir:
- Çend roj berê jina mudurê mal li ku miribû?
Muawin got:
- Ez ne xelet bim em bihurîn!
Şofêr di nav xewê re got:
- Em hîn nehatin wir xirpo…
Min bi meraq pirsî:
- Çi bû? Ma jinek mir?

 

Min dixwest bi van pirsan bala şofêr bikişînim û wî ji xewê bi dûr bixim.
Bi hevokên qutkirî çêla meseleyê kir. Carinan muawin: ”Na, ne wisa bû, weha bû!” digot û dixwest gotinên şofêr rast bike, bi tevlîbûna jinên rêwî re minaqeşe gurr dibû..
Şofêr got:
- Ji xwe jinik yeke esebî bû… Dîyar bû ku dê tiştekî wisa bihata serê wê!
Muawin xwe tevî kir:
- Mêrê jinikê jî ji wê aciz bûye… Ji şofêran re gotîye: We ev gêrî erxekê nekir ku ez jê xilas bibim!
Şofêr nav milên xwe rakir:
- Ez wê yekê nizanim… Min carekê ew hilda bir Sêwasê. Ez wê gavê digerîyam. Wî li ser rê çil carî erebe da sekinandinê. Em sed gavî diçûn, diqîrîya: Şofêr bisekine! Ez ê mantoyê xwe daynim. Şofêr bisekine! Ez ê pûdra di xwe bidim. Şofêr bisekine! Ez pir dihejim, serê min gêj bû; em hinekî rawestin… Min tobe kir ku ez careke din wê biêxim erebeya xwe…
Min xwe tevî kir:
- Gelo bûyer çawa qewimî?
Muawin got:
- Bi qamyonê ji Sêwasê tên. Mêrê wê jî pê re ye. Qamyona Koseyê me ye… Yazdehsalî ye… Berî rojekê ronda tekerê milê rastê pengizîye, bi têlan girê dane… Li Sêwasê bêî ku tehmîr bikin, rêwîyan hildidin û vedigerin..
Min got:
- Ma beledîye erebeyan seh nake?
Muawin bersîv neda. Şofêr di kêlekê re li min nihêrî û got:
- Beledîye gava ji bo dayîna meaşê pere nemîne ji bo cezabirînê bi qirika şofêran digire… Wekî din bela xwe di wan nade!

 

Qasekê bê deng ma. Xewê zor dida şofêr, wî dixwest xwe jê bifilitîne lê bi ser neket; muawin çîroka xwe domand:
- Jinik careke din esebî bûye. Li ser rê erebe çend caran daye sekinandin. Vê carê ji rebenê re eşkere bûye ku çewtîyek heye. Werhasil tevî mêrê xwe li kêleka şofêr rûniştibûne. Wekî ku hûn niha rûniştine!
Ji vê teşbîha xirab mûyên canê min û hevalê min pirçûkîn.
- Jinik li ber derî bûye. Gava piçekî gumînî ji erebe rabûye, wê tavilê gotîye şofêr raweste. Vê carê ji dawîya erebeyê bi rastî jî qirpînek hatîye û jinikê bi vekirina derî re xwe avêtîye xwarê…
Ez qîrîyam:
- Ketîye bin tekeran?
Muawin got:
-Na, hîn xirabtir… Ronda tekerê dawîyê bi rastî jî pengizîye. Erebe barkirî bûye, ji lewre lastîk jî teqîyaye. Jinik nizanibûye bi ku de biçe, ji lewre li kêleka erebeyê sekinîye; erebe bi hêla rastê ve çerixîye. Bi çamurparêza xwe rahiştîye jinikê û ew avêtîye erxê û erebe bi xwe jî bi ser wê de qulubîye..
Paşê, bi xwesteka dengekî xemgîn dewam kir:
- Tavilê mirîye… Eciqîye!
Jinika ku hinekî berê dengê wê hatibû bihîstin, xwe careke din tevî axaftinê kir:
- Mêrê wê saqoyê xwe avêtîye ser wê û bê rawestan girîyaye. Gundîyan digot!
Muawin qebûl nekir:
- Na wele.. roja dinê min zilam li parkekê dît. Serxweş bû, dikenîya!..
Şofêr bi awayekî famdar serê xwe hejand:
- Bila qet.. him digirî him jî dikene.. Ev jin e.. bi mirina wê re mirov digirî, ji ber mirov jê xilas bûye kêfxweş dibe!
Mideteke dirêj kesî ji me devê xwe venekir. Erebe bi hejînê pêşde diçû. Di wê navê de min ferq kir ku rê bi qasî çil pêncî gavî li pêş me di nav tarîyê de qut dibû. Heta wê gavê erebe bi lezeke bêî ku em pê zanibin ber bi vê tarîtîyê diçû. Ji nişkê ve me xwe li bin vê tarîtîyî dît.
Min bi qîrîn got: “Heywax!” min dest avêt dîreksîyonê û bi hêla çepê de bada…
Şofêr got: “Hê!” û ji xewê şiyar bû. Pê li frenê kir. Paşê bû minmina wî:
- Em hatine vîrajê lo!
Projektoran erxa kûr ya li pêş me û zevîyê bi gîyayê kurt xemilandî ronî dikir. Li milê çepê bi tozê xwe yê birqok mina gerdenîyeke qirêj, rê fetil li xwe dida.
Min xwe negirt, ez qîrîyam:
- Bi ser xwe de were lo!.. Wextî te erebe biqulubanda!
Şofêr bi qebheta xwe dizanî, ji lewre bi dengekî sist û lêbuhur weha got:
- Tişt nabe!
Di dengê muawin de yarîkerîyeke veşartî hebû; got:
- Em ê nequlubîya.. Tekerên pêş dê bi hev re daketana erxê. Mîna ku biçikin em ê rawestana… Paşê bi dengekî kêfxweş lê zêde kir:
- Lê bi hejîna erebeyê re dê tekerên dawî rabûna û çewalên şekir li pişta stûyê me siwarbana!..
Min serê xwe zivirand û xwest bi awirên sert hedê vî bêşermî bidim; lê ji bilî tarîtî û çend çewalên morkirî tiştekî din xuya nebû.

Piştre di navbera xew, şofêr û erebeyê de têkoşîneke dijwar dest pê kir.. Rebenê Xwedê ev şeva sisêyan ya bêxewîya wî bû, destên wî li ser dîreksîyonê diricifîn. Hewce kir ku em çend caran bi wî bigirin û ji xewê şîyar bikin. Wê gavê bi çavên lawakar li me nihêrî û weha got:
- Bi destûra we ez li vir rawestim, deh deqîqeyan rakevim… paşê em herin!
Min qebûl kir lê hevalê min bêtir xwedî tecrûbe bû, got:
- Nabe, ew rakeve heta sibe berî nîvro ji xewê ranabe, em bi darê zorê wî rabikin jî dê bi temamî gêj be û belayekî bîne serê me… Em nahêlin rakeve, em ê bi rêya xwe de herin!..
Erebe ji nişkê ve sekinî, dengê şofêr hat:
- Rahmî.. Avê biêxe makîneyê!
Bi rastî jî li kêleka rê kanîyek xuya dibû, herka avê zirav bû lê xuşîna wê tirsek li şevê belav dikir. Serê şofêr daketibû ser dîreksîyonê û bê liv bû.
Du sê kîlometreyan carekê her eynî tişt hate dubare kirin. Lê milê rastê an çepê rê, kanîyeke herî piçûk jî ji çavên şofêr yên nîvgirtî û westîyayî nedifilitîn. Erebe cit dibû disekinî, ew dengê gêj tevî bîhna benzîn û dûmana toz dibû:
- Rahmî, digot, deng li dîwarên şevê diket û olan dida.
Her cara ku me şofêr şîyar dikir, wî bi wan awirên xwe yên lavakar cumleya xwe dubare dikir: “Destûr bidin, ez pênc deqîqeyan rakevim!”

Di navê re em careke din sekinîn. Min bi balkîşî li herdu alîyan nihêrî, lê kanî nedixuyan. Lê ji hêleke nedîyar dengê xuşîna aveke kêm dihat.
- Rahmî… avê biêxe makîneyî!
- Usta, min hinekî berê av xist makîneyê!
- Huş be… rê xirab e… motor germ dibe!
Mîna ku hin şofêran digot, rê bêfetlok û bêkaş ”gelekî xweş” bû, bi tenê xîçikên ser rê pengizîbûn; lê vî mirovê bêxew û perîşan ji bo du sê deqîqeyên xewê serî li van direwên besît dixist.
Rahmî tevî tenekeya xwe daket û li rex rê li kanîyê gerîya. Li meydanê tiştek nedixuya. Di dawîyê de li hêla çepê rê, di nav gîhayê hişk de avzêmek dît; ku ava wê wek benekî zirav ji kendalekî dadiket erxa li kêleka rê. Ne mumkun bû ku tenekeya mezin li wir dagire; lê Rahmî fam kiribû ku mebest bi avê tijekirina radyatorê nebû, ji lewre bi kulman av xist tenekeyê; li dora makîneyê hinekî teqreq kir; jihalketî û westîyayî ew cumleya xwe ya bêinsaf dubare kir:
- Temam usta!
Lê vê carê qet îşareta şîyarbûna şofêr nedixuya. Porê wî yê ji tozê spîbûyî ji bin şewqeya wî derketibû û li ser dîreksîyonê bela bûbû. Mîna yekî ku darek li serî ketibe bi temamî ji xwe çûbû. Muawin tekrar kir:
- Heydê usta, temam!
Gava min dît ku vê jî feyde nekir, ez tevî meseleyî bûm; min şofêr niçand:
- Ka rabe… şîyar be… hindik ma!
Min bi xwe jî nizanibû bê çiqasî maye, lê min dixwest hinekî halan bidim rebeno.
Serê şofêr bilind bû:
- Begê min, ez nikarim herim; got û careke din serê wî ket ber wî.
Min li hevalê xwe nihêrî. Li rûyî wî tu insaf tune bû. Bi dengekî sert got:
- Nabe… Rabe ser xwe, hinekî avê li rûyê xwe bireşîne dê xewa te bireve!
Şofêr livîya, derîyê kêleka xwe vekir.
Di hemî tevgerên wî de xuya dibu ku xew hakimê organên wî bû. Heta gihîşt erxa kêleka rê gelek caran li kevirên tuneyî likumî. Li wir hinekî sekinî. Çûna ser avê jê re wek karekî girîng û dijwar xuya dibû. Di dawîyê de hêdî hêdî li cîhê xwe rûnişt, bi destê xwe îşaret kir û got:
- Begên min, bi destûra we… ez pênc deqîqeyan rakevim! Û li wir li nav toz û axpînkê xwe dirêj kir.

 

Min û hevalê xwe bi neçarî li hev nihêrî. Em pênc, deh, bîst deqîqeyan sekinîn. Rahmî tenekeya xwe li cîhê wê danîbû û hilkişîyabû ser çewalan. Ne ji wî ne jî ji jinên rêwî tu deng nedihat. Bi tenê dengê herka minmina avê dihat ya ku ji nav gîyayê hişk û çamûrê dadiket erxê û di nav axa bi xîçik re xwe bera hemêza çolê dida. Me nizanibû ka kengî ev payîn dê bi dawî bê, lê ji nişkê ve ji ser kendalên hember me, du projektoran û dengê motorekê em filitandin.
Me digot qet êdî bi dengê topan jî şîyar nabe, lê şofêr tavilê ji cîhê xwe hilpekîya, çavên xwe guvaştin û hat li cîhê xwe rûnişt. Şaşmayî min jê pirsî:
- Çi bû?
- Ez ê qamyonê bibim kêlekê, ji hember erebe tê!
- Te çawa fam kir?
- Dunya xirab bibe haya min jê çênabe, lê cenazeya min jî dengê motorê dibihîze!

 

Erebeya ku projektorên wê xuya bûn, em di nav toz û dûmanê de hişt û di ber me re bihurî. Em di rêya xwe de diçûn. Ji hilma benzîn û tozê em jî gêj bûbûn. Xwedêgiravê rê du saet bû; lê ev şeş saet bûn bi dawî nedihat. Şev ji nîvî bihurîbû. Em ditirsîyan ku em ê di xew re herin û dê şofêr weha bêserûber bimîne.
Piştî ku em bi kaşeke tîk de hilkişîyan û midetek bi pêş de çûn, min dît ku şofêr xwe ji giranîya xewê xilas kirîye û çavên xwe diguvêşe. Li pêş mêze dikir, min jî li pêş nihêrî, lê ji bilî cama bi toz min tiştek nedît.

 

Erebe careke din sekinîbû. Ji berê xirabtir, bi dengekî gelekî lawaz şofêr got:
- Rahmî?
Hevalê min destê xwe di paş pişta min re dirêjî şofêr kir û ew niçand:
- Dev jê berde.. ava vê kanîyê nîne, bê sebeb lawik damexîne..
Paşê berê xwe da min:
- Heydê, Sêwas xuya bû. Berî ku bobelatek bê serê me, em dakevin û bimeşin!
Wî derî vekir; em daketin. Li ber ronîya projektorê min ji berîka xwe lîrayek derxist. Serê şofêr li ser dîreksîyonê bû. Min got:
- Pereyê xwe bigire!
Deng jê nehat. Min ew niçand:
- Pereyê xwe bigire lo.. Ez ê pere nedim û herim!

 

Şofêr serê xwe bi dijwarî rakir lê tu tesîra tehdîtê li rûyê wî xuya nedibû. Mîna ku bi sedan kîlo giranî barê milên wî be, destê xwe yê ber bi jêr kişandî dirêj kir:
- Hûn sax bin begê min!
Serê xwe careke din da ser dîreksîyonê, banqnotê kesk ji destê wî ket ber pêyên wî. Min hêdî derî girt.
Ez zivirîm, çûm paş erebeyê, min li tarîtîya li ser çewalan nihêrî. Mîna ku ez ê hinan ji xewê şîyar bikim, welê bi tirs min got:
- Rahmî?

 

Kesî bersiv neda. Derûdor aram bû, tu deng û liv tune bûn. Qamyon tevî çewalên şekir, ruhbarên lê siwarbûyî û toza pê ve di xeweke de giran de bû. Motor sar dibû, mîna dengê qirpîna pêyên kêzikan, yên ku li ser pelan digerin, welê qirpînî jê dihat. Ronahîya projektoran sîha parçekevirên li ser rê, du sê caran zêdetir dirêj dikir û mîna ku binavbirê bêhn bide û bistîne, wisa dilerizî. Gava ez û hevalê xwe, em ketin milên hev, ji dûr ronahîne ji bajêr diçûrisî; ronahîya projektoran bi pişta me ve zeliqî, sîha me bê sînor dirêj kir; û ji bo ji vî destê mezeloqî rizgar bibin, me lezand.

Sabahattin Ali

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin