Xalid Şuwanî: Li Kerkûkê Qedera Kurd Û Tirkmenan Yek E

Xalid Şuwanî: Li Kerkûkê Qedera Kurd Û Tirkmenan Yek E

Şanda Herêma Kurdistanê li bajarê Bexdayê bi nûnerên pêkhateya Tirkmen re civiya û derbarê rewş û paşeroja Kerkûkê de gotûbêj kirin.

A+A-

Şanda Herêma Kurdistanê li bajarê Bexdayê bi nûnerên pêkhateya Tirkmen re civiya û derbarê rewş û paşeroja Kerkûkê de gotûbêj kirin. Endamekî şanda Herêma Kurdistanê jî ragihand, li Kerkûkê paşroje Kurd û Tirkmenan yek e û girêdayî hev e.

Şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê, roja bihorî 4ê Îlonê li Bexda ya paytexta Iraqê, bi nûnerên Bereya Tirkmenî ya Iraqê û Fraksyona Tirkmenî re hevdîtin pêk anî. Di civînê de, herdu aliyan di derbarê rewşa herî dawî ya Kerkûkê, pêşhateyên siyasî û hilbijartinên encûmenên parêzgehan de ku biryar e di 2020an de bê lidarxistin, gotûbêj kirin.

Piştî civînê, herdu aliyan konferanseke rojnamevanî ya hevbeş pêk anîn û di derbarê naveroka hevdîtinê de zanyarî dan.

Endamê Şanda Danûstandikar a Herêma Kurdistanê û Wezîrê Herêma Kurdistanê, Xalid Şuwanî di vê konferansa rojnamevanî de ragihand: “Em li gel her yek ji Bereya Tirkmenî û Lîsteya Tirkmenî civiyan. Derbarê rewşa ewleî, serbazî, kêşeya zeviyan û awayê çareserkirina pirsgirêkan, me gotûbêj kir.”

Şuwanî herwiha diyar kir: “Me tekezî li wê yekê kir, ku gotûbêj û danûstandinên me dê berdewam bin. Em li pey baştirîn çareser bigerin, daku li ser hemû desthilatan, di navbera pêkhateyên Kerkûkê de û bi taybetî di navbera Kurd û Tirkmenan de, ji hev têgihîştin û lihevkirin hebe, ku rabirûya me gelek hevbeş e û paşeroja me jî bi hev re ye.”

Di konferansa rojnamevaniyê de, ne şanda Herêma Kurdistanê û ne jî nûnerên pêkhateya Tirkmen, ti amajeyek bi egera rêkeftinekê di navbera herdu aliyan de nekirin, lê belê tekezî li ser wê yekê kirin, ku ew dê bi berdewambûna gotûbêjan, hewl bidin kêşeyên Kerkûkê çareser bikin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, rewşa Kerkûkê guhertin bi ser de hatiye û Kurd di rêveberiya parêzgehê de hatiye piştguhxistin. Herwiha piştî wan bûyeran, gelek pirsgirêk li wê parêzgehê çêbûne, û pêkhateya Kurd rastî gelek binpêkirinan ji aliyê rêveberiya niha ya wê parêzgehê û hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatiye.

Li aliyekî din ve, ji 16ê Cotmeha 2017an ve Kerkûk bê parêzgeh maye û ji aliyê Bexdayê ve Rakan Seîd Cibûrî weke kefîlê parêzgar, wê postê birêve dibe. Rakan Cibûrî pêştir cîgirê duyem ê parêzgarê Kerkûkê yê berê, Necmedîn Kerîm bû, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê û piştgiriya wî ji bo lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê li Kerkûkê, Bexdayê biryara dûrxistina wî da.

Herwiha Encûmena Parêzgeha Kerkûkê jî ji ber milmilaniyên navbera alî û pêkhateyên nekariye heta niha bicive û çareseriyan ji bo pirsgirêkên wê parêzgehê bibîne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin