PWKyî Li Amedê Beşdarî Çalakîya Ji Bo Rojîn Kabaîş Bûn

PWKyî Li Amedê Beşdarî Çalakîya Ji Bo Rojîn Kabaîş Bûn

.

A+A-

Ji bo ronîkirina mirina bi guman a keça kurd Rojîn Kabaîş roja 15.10.2025ê, li Amedê, li Qada şêx seîd çalakîyek hat lidarxistin.

Rojîn Kabaîş a xwendekara pola yekemîn a Beşa Pêşxistina Zarokan a Fakulteya Perwerdehîyê ya Zanîngeha Wanê (Yüzüncü Yıl),  di 27ê Îlona 2024an de piştî ku ji yûrta lê dima derketibû, winda bûbû û cenazeyê wê di 15ê Cotmeha 2024an de li peravên Taxa Mollakasim hatibû dîtin.

Di çalakîya ku bi pêşengîya jinan û bi beşdarîya gelek saziyên civaka sivîl hat lidarxistin de, Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û jinên endamên 'Komîsyonên Edaletê Ji Bo Rojin Kabaiş' daxwaza edaletê ji bo Rojinê kirin.

Rêveber û endamên PWKyê jî beşdarî çalakiyê bûn û piştgirîya xwe nîşan dan.

15.10.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

5-268.jpg6-210.jpg4-362.jpg1-442.jpg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin