WSJ: Îranê qutkirina alîkariya bo Hûsiyan qebûl kir

WSJ: Îranê qutkirina alîkariya bo Hûsiyan qebûl kir

.

A+A-

Hat ragihandin ku piştî rêkeftina hefteya borî ya navbera Erebistana Siûdî û Îranê ya asayîkirina pêwendiyên dîplomatîk, Tehranê qebûl kiriye ku piştgiriya dide Hûsiyên Yemenê qut bike.

Li gorî nûçeya The Wall Street Journal a Amerîkî, Îranê qebûl kiriye ku êdî alîkariyê nede Hûsiyên Yemenê ku demeke dirêj e piştevaniya wan li hember koalîsyona Erebî ya Erebistana Siûdî dike.

Hat diyarkirin ku li gorî peymanê wê Îran fişarê li ser Hûsiyan bike daku Hûsî êrîşên li ser Erebistana Siûdî rawestînin ku heta niha gelek caran li nav erda Siûdî jî gelek êrîş li ser bajaran û kargehên petrolê pêk anîbûn.

Rayedarên Siûdî jî ji rojnameyê re dane xuyakirin ku ew niha li bendê ne, Îran rêzê li biryara Neteweyên Yekbûyî ya ambargoya çekan bigire û ji şandina çekan bo Yemenê re bibe asteng.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin