Hevkariya stratejîk a Îraq û Amerîkayê: 48 peyman hatin îmzekirin

Hevkariya stratejîk a Îraq û Amerîkayê: 48 peyman hatin îmzekirin

.

A+A-

Di navbera saziyên giştî û sektora taybet a Îraq û Amerîkayê de di warên petrol, enerjî, teknolojî, darayî, çandinî, perwerde û dermanan de 48 peyman, protokola lihevkirinê û daxuyaniyên hevkariyê hatin îmzekirin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îraqê, peyman bi beşdariya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li Amerîkayê hatine îmzekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca van peymanan xurtkirina hevkariya aborî û darayî ya her du welatan e û birina pêwendiyan a ji bo asteke bilindtir e.

Di çarçoveya peymanan de Wezaretên Petrol û Elektrîkê yên Îraqê û şirketên ser bi wan ve li gel şirketên pêşeng ên enerjiyê yên Amerîkayê hevkarî kir.

Di vî warî de li gel şirketên wekî ExxonMobil, KBR, GE Vernova, Shell û Halliburtonê li ser petrol, enerjî û binesaziyê peymanên hevkariyê hatin îmzekirin.

Tê çaverêkirin ku peymanên di sektora enerjiyê de rê li ber zêdekirina şiyana hilberînê ya Îraqê û xurtkirina hevkariya teknîk vekin.

Teknolojî, ragihandin û perwerde

Di paketa peymanan de di navbera Starlink û Komîsyona Ragihandin û Medyayê ya Îraqê (CMC) de jî peymaneke hevkariyê hat îmzekirin.

Her wiha di warê teknolojiyê de di navbera Keyslight Technology û sektora taybet a Îraqê de protokola lihevkirinê hat îmzekirin.

Di warê perwerdeyê de jî çend peymanên hevkariyê ketin meriyetê.

Di sektora dermanan de jî ji bo pêvajoyên hilberîn û dabînkirinê li ser hevkariya sektora taybet lihevhatinek hat îmzekirin.

Çandinî, pîşesazî û bazirganî

Peymanên di navbera Îraq û Amerîkayê de tenê bi enerjî û teknolojiyê bi sînor neman.

Li gel şirketên wekî KBR, UOP, Polaris û PPTAyê protokolên cuda hatin îmzekirin.

Her wiha li gel Frito-Layê ji bo bipêşxistina sektora çandiniyê du peymanên cuda hatin îmzekirin.

Di warên bazirganî û pîşesaziyê de jî li gel şirketên cuda peymanên hevkariyê hatin îmzekirin.

Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îraqê destnîşan kir ku ev 48 peyman dê çarçoveya pêwendiyên aborî yên her du welatan berfirehtir bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev hevkariyên nû yên di navbera saziyên giştî û sektora taybet de dê ji bo veberhênan, veguhastina teknolojiyê û bipêşketina aborî bibe zemînekî girîng.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin