Wimmen: PKK ji bo pêvajoyeke nû amade ye

Wimmen: PKK ji bo pêvajoyeke nû amade ye

Rêvebirê Krîzên Navnetewî yên li Iraq, Lubnan û Sûrîyê Heiko Wimmen derbarê prisgirêkên li herêmê de hevpeyvîneke taybet ligel Rûdawê pêk anî.

A+A-

Rûdaw

 

Rêvebirê Krîzên Navnetewî yên li Iraq, Lubnan û Sûrîyê, derbarê ewlehîya sînorên Tirkîyê de ragihand ku tekane çareserîya ewlehîya sînoran ji nû ve destpêkirina “pêvajoya aştîyê” ye û Qendîl jî nîşanên wê yekê dide ku ew ji bo destpêkirina pêvajoyê amade ye.

 

Rêvebirê Krîzên Navnetewî yên li Iraq, Lubnan û Sûrîyê Heiko Wimmen dîyar kir ku avakirina navçeya aram a li Rojavayê Kurdistanê girêdayî hebûna Amerîkayê ya li wê herêmê ye û got: “Li bakurê rojhilatê Firatê di navbera Tirkîye û Amerîkayê de rêkevtineke mayînde nîne, lê lihevkirineke demkî heye.”

 

Heiko Wimmen da zanîn ku ji bo pêkanîna bawerîya di navbera Tirkîye û Hêzên Sûrîya Demokratîk de pêwîst e ku Amerîka û welatên endamên Hevpeymanîya Navdewletî, nevbeynkarîyê bikin û got: “YPG, YPJ û HSD çi bikin bila bikin, lê bawerîya Enqerê bi wan nayê.”

 

Bi gotina Wimmen eger PKK agirbesteke yekalî rabigihene dibe ku pêvajoyake nû ya aştîyê dest pê bike.

 

Derbarê peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Wimmen dibêje: “Tiştê girîng ew e ku rêbaza tê meşandin bi rêkxistinî be. Divê her tişt ne li ser rêkevtinên sîyasî bêne encamdan.”

 

Wimmen herwiha anî ziman ku Iraq dê di mijara rikeberîyên navbera Amerîka û Îranê de heta hetayê bêalî nemîne.

 

Rêvebirê Krîzên Navnetewî yên li Iraq, Lubnan û Sûrîyê Heiko Wimmen derbarê prisgirêkên li herêmê de hevpeyvîneke taybet ligel Rûdawê pêk anî.

 

Rûdaw: Di çarçoveya pêkanîna navçeya aram de YPGê hêzên xwe ji herêmên sînorî vekişandin, lê pirsgirêkên di navbera Washington û Enqerê de berdewam in. Bi nêrîna te rêkevtina niha dê berdewam bike û pirsgirêkên sereke çi ne?

 

Heiko Wimmen: Li bakurê rojhilatê Firatê di navbera Tirkîye û Amerîkayê de rêkevtineke mayînde nîne, lê lihevkirineke demkî heye û çekên giran ên di destê YPGê de ne lixwe digire. Herwiha ev rêkevtin serbikeve jî metirsîyên ewlehî yên Tirkîyê bidawî nabin. Çimkî bi gotina Tirkîyê ew rewş girêdayî baskê PKKê yê li Sûrîyê YPGê û hebûna wê ye. Heta ku peywendîyên YPG û PKKê berdewam bin û PKK li dijî dewleta Tirki êrişan pêk bîne, hebûna YPGê ya li vê herêmê dê ji bo Enqerê çavkanîyeke metirsîyê be. Herwiha YPG çekên xwe yên giran ji herêmên sînorî vekişîne jî ev yekê têrê nemana metirsîyên Tirkîyê nake. YPG-YPJ-HSD her çend bibêjin ti peywendîyên me bi PKKê ve nînin jî bawerîya Enqerê bi wê yekê nayê. Ev rêkevtin û avakirina navçeya aram, girêdayî hebûna Amerîkayê ya li wê herêmê ye. Ti guman nîne ku dema Amerîkayê hêzên xwe vekişand dê rewş were guhertin. Lewma dibe ku rêkevtin heta heyamekê di navbera Amerîka û Tirkîyê de berdewam be, lê dê pirsê bi temamî çareser neke.

 

Amerîka û welatên endamên Hevpeymanîya Navdewletî ji bo parastina rewşa niha ya li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrîyê dikarin çi bikin? Eger rêkevtin serneket ji bo Kurdan û ewlehîyê herêmê çi encamê wê hebin?

 

Ji bo pêkanîna bawerîya di navbera Tirkîye û Hêzên Sûrîya Demokratîk de û parastina Kurdan, pêwîst e ku Amerîka û welatên endamên Hevpeymanîya Navdewletî nevbeynkarî û pêşgirîyan bikin. Ev pêşgirî dikare bi awayê vekirina rêyên diyalogên siyasî be. Tekane çareserîya ewlehîya sînorên Tirkîyê girêdayî destpêkirina pêvajoya aştîyê ya di navbera Tirkîye û PKKê de ye. Ev yek jî dikare bi agirbesteke yekalî ji alîyê PKKê dest pê bike. Qendîl jî nîşanên wê yekê dide ku ew ji bo destpêkirina pêvajoyê amade ye. Lê dîyar nîne ka dê Tirkîyê wê yekê qebûl bike yan neke. Amerîka, Kurd, NATO û welatên ewropî dikarin Tirkîyê ji bo vê yekê handan bidin.

 

Eger rêkevtin sernekeve dê di navbera Tirkîye û HSDê de şer derbikeve û ew jî dê bibe sedem ku HSD hêza xwe bo bakur vekişîne û dest ji şerê DAIŞê berde. Di vê rewşê de DAIŞê dê pêgeha xwe li herêmê bihêz bike û dibe ku hinek deverên li Dêre Zorê dîsa kontrol bike.

 

Du sala bi referanduma serxwebûna Kurdistanê re derbas bûn û niha peywendîyên Hewlêr û Bexdayê baş in. Lê her çend peywendî hinek baş bûne jî beşek ji pirsgirêkên pêştir berdewam in; weke hinardekirina petrola Kurdistanê, pirsgirêka budçeyê, rewşa deverên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê. Ji bo pêşxitina gotûbêjan çi pêwîst e were kirin?

 

Di encama referandumê de diyar bû ku piştevanîyeke zêde ya bo xwesteka serxwebûnê heye. Lê bûyerên piştî referandumê diyar kirin ku piştevanîya ji derve bo serxwebûna Kurdistanê lawaz e.  Herwiha Hewlêrê zanî ku eger yekser li hemberî Bexdayê tevbigere dê ji bo wê nebaş be, lê eger li gel Bexdayê siyasetê bike dikare ji xwe re hevalbenda çêke. Helwesteke erênî ye herdu ali li ser deverên binakok danûstandinan dikin.

 

Li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji ber kêmbûna asayişê rêxistina DAIŞê disa çalak bû. Hem alîyên Hewlêr û Bexdayê û hem alîyên navneteweyî ji bo çareserkirina vê pirsê dikarin çi bikin?

 

Ji bo ewlehîya van herêman divê tevgereke hevsengî hebe. Wate divê li wan deveran ti alî xwe ji alîyê din bihêztir an jî serkevtîtir nebîne. Divê bê xetên tund neyên dabeşkirin. Çimkî dê badorê li ser xelkê xwecihî bike ew dê bibe sedama tundûtujîyan. Divê rêveberîyên xwecihî bêne bihêzkirin û hemû pêkhate di rêveberîyê de bibe xwedî pişkek dadmend.

 

Dîyar e ku herdu hikûmetên Hewlêr û Bexdayê li ser mijarên petrol û budçeyê li hev bikin. Bi te pêngavên rêkevtina herdu alîyan bihêz bikin çi ne?

 

Serkevtina diyalogan girêdayî rewşa peywendîyên di navbera herdu alîyan de ne. Tiştê girîng ew e ku rêbaza tê meşandin rêkxistinî be. Divê her tişt ne li ser rêkevtinên siyasî bêne encamdan. Herwiha divê li ser pêkanîna şêweya rêkevtinê jî lihevkirin hebe.

 

Di meha pêştir de li Bexdayê li cebilxaneya Heşda Şeibî teqîn çêbû. Rayedarên ewlekarîyê weke berpirsyarê teqînê Îsraîl nîşan dan. Eger li pişt wan teqînan Îsraîl hebe, çi bandora wê dê li ser hêzên Amerîkî yên li Iraqê hebe?

 

Encamên wê dê gelek dijawar û wêrankar bin. Hêzên Iraqî ji niha de dixwazin li welatê xwe bidawiyê li hebûna Amerîkayê bînin. Amerîkayê wek hevalbendê Îsraîlê dibînin û ew hêcet dê destan bihêz bike.

 

Hikûmeta Iraqê çend caran diyar kir ku ew naxwaze bibe beşeke ji alozîyên di navbera Amerîka û Îranê de û tevî vê yekê dixwaze peywendîyên wê hem ligel Amerîka û hem ligel Îranê baş bin. Iraq dikare vê helwesta xwe bi heyameke dirêj berdewam bike? Çi bandora berberîya di navbera Washington û Tehranê de li ser ewlehîya Iraqê hebe?

 

Ji bo Iraqê tişta baş ew e ku ew peywendîyên xwe yên stratejîk ligel Amerîka û Îranê biparêze, lê eger alozîyên di navbera herdu alîyan de kûrtir bibin, Iraq nikare vê pêgeha xwe biparêze. Di wê rewşê de hebûna Amerîkayê li Iraqê dê bibe pirsgirêkek mezintir û çareserkirina pirsê jî dê zehmetir bibe. Di encamê de rêyên sîyasî dê werin girtin, desthilatdarî dê felc bibe û krîzeke mezin rû bide. Divê Bexda peywendiyên xwe ligel cîranên Ereb bihêz bike û herwiha peywendîyên xwe yên aborî jî pêş bixe daku bandora sizayên Amerîkayê yên bo Îranê bandora xwe zêde lê neke. Herwiha divê peywendîyên xwe yê Îranê jî dîyar bike ka dê çawa be. Herwiha Iraq dê di mijara rikeberîyên navbera Amerîka û Îranê de heta hetayê bêalî nemîne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin