Li Efrînê di du rojan de 2 Kurd hatin kustin

Li Efrînê di du rojan de 2 Kurd hatin kustin

.

A+A-

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku 2 çekdarên rûgirtî kesê bi navê Mihemed Ehmed Derwîş (55) ê ji gundê Burc Ebdalo yê bajarê Şêrawayê kuştine.

Hate ragihandin ku bûyer doh 6ê Mijdarê êvarî pêk hatiye û hate gotin: "Dema ku Mihemed û hevjîna xwe li baxçeyê xwe di bin konê xwe de şîv dixwarin, 2 çekdarên rûgirtî bi ser wan de girtin û bi demançeyê gule li Mihemed reşandin. Piştre yekser reviyan."

Hate diyarkirin ku Mihemed Derwîş birîndar bûye û veguhastine nexweşxaneyeke Helebê, lê tevî hewldanan jî jiyana xwe ji dest daye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja çarşemê 5 Mijdarê jî welatiyê bi navê Şukrî Ehmed Oso (65) ê ji gundê Keferzîta ji aliyê çekdaran ve hatibû kuştin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin