Wezîra Derveya Swêdê: Divê Tirkiyê ji Sûriyê derkeve

Wezîra Derveya Swêdê: Divê Tirkiyê ji Sûriyê derkeve

Wezîra Derveya Swêdê: Divê Tirkiyê ji Sûriyê derkeve

A+A-

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re got ku êdî ji Sûriyê derkevin û em we hişyar dikin. Li ser vê yekê Mevlut Çavuşoglu hêrs bû û got: “We ew hêz ji kê standiya heta ku Tirkiyê hişyar bikin.”

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde îro 13ê Cotmeha 2020an serdana Enqere kir û ligel Wezîrê Derveyê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiya.

Piştî hevdîtinê di dema civîna rojnamevanî ya hevbeş de navbera Ann Linde û Mevlut Çavuşoglu şerê bi gotinan derket.

Ann Linde ji Çavuşoglu re got, êdî ji Sûriyê derkevin û em we hişyar dikin.

Ev yek li zora Çavuşolu çû, hêrs bû, berê xwe da Linde û got “hûn bi çi heqî ji me dixwazin em ji Sûriyê derkevin! We destûr ji kê standiye hûn ji me bixwazin em ji Sûriyê derkevin, em naxwazin Sûriyê perçe bikkin, hûn Sûriyê perçe dikin, hûn alîkariya YPG û PKK dikin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha got, ew piştgiriya Kurdan dikin li Sûriyê û wan û terorîstan ji hev vediqetînin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin