Weşanxaneya NAyê sê pirtûkên li ser dengbêjiyê weşandine

Weşanxaneya NAyê sê pirtûkên li ser dengbêjiyê weşandine

.

A+A-

Weşanxaneya NAyê yek jê bi tirkî sê pirtûkên li ser çanda dengbêjiyê çap kiriye. Yek ji van pirtûkan derbarê dengbêjiya Şakiroyê de ye.

Weşanxaneya NAyê sê pirtûkên li ser çanda dengbêjiyê çap kiriye. Yek ji van pirtûkan bi tirkî, dua jî bi kurmancî ne. Her sê pirtûk jî behsa dengbêjiyê, bandora wê ya li nav civata kurdî û reng û şêwazên wê dike.

Di Kilamên Şakiro De Îdealîzasyona Jinê

Nivîskarê vê pirtûkê Kamûran Demîr e. Nivîskar di vê pirtûkê de behsa wesifandina jinan di kilamên Şakiroyê de kiriye. Ew îddîa dike ku di kilamên Şakiroyî de jin tên wesifandin û îdealîzekirin. Dengbêjî, Dengbêj Şakiro, Tehlîla Îdealîzasyona Jinê sê beşên sereke yên pirtûkê ne.

"Çavên wan, bejna wan, porê wan; bi nihêrîna xuyayî ve jin çawa hatine sembolîzekirin? Şar û şemaqiyên wan, timtêla wan, fîstanê wan; wan çi li xwe kirine û bi giştî çi di destên wan de hene? Karakterên wan, tevgerên wan çi ne; dengbêjan wan şibandine çi? Di kilaman de ev hîm yek bi yek hatine tespîtkirin û şiroveya wan hatiye kirin. Herwiha tixûbên dîtin û teswîra jinan -bi taybetî- yên dengbêjiya Dengbêj Şakiro, -bi giştî- yên dengbêjiya kurdî hatiye xêzkirin."

“Jiyan û Berhemên Min”

Pirtûka Dengbêj Şakirê Kopê ye. Şakirê Kopê di vê pirtûkê de behsa  bîranîn xwe û yên dengbêjên nav kiriye ku yek ji van denbêjan Dengbêj Şakiroyê navdar e. Herwiha dengbêj di pirtûkê de çîrokên kilaman jî nivîsandiye. Li gorî bihîstîna wî bûyer û sedemên derketina kilaman çi ne, wî xal bi xal aniye ziman.

Pirtûkek jî bi tirkî ye

Weşanxaneyê her weha pirtûkeke derbarê dengbêjan de bi tirkî çap kiriye. Cebraîk Kayayhi ev pirtûk nivîsandiye û navê wê jî “Sosyolojik Açıdan Kürd Kültüründe Dengbêjlik ve Dengbêjlik Geleneği” (Di çanda kurdan de nirxandineke sosyolojîk li ser dengbêjî û kevneşopiya denbgbêjiyê) ye.

Binaet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin