Weşanên Sorê hemû helbestên Arjen Arîyî weşand

Weşanên Sorê hemû helbestên Arjen Arîyî weşand

Weşanên Sorê hemû helbestên Arjen Arîyî di setekê de kom kirîye û weşandîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan-Helbestên Arjen Arî, yek ji navên pêşek ên helbesta kurdî ya modern ji nû ve hatine weşandin.

Weşanên Sorê hemû berhemên Arjen Arîyî di setekê de kom kirîye û ew weşandine. Seta weşanxaneyê weşandîye ji 9 pirtûkan pêk hatîye. 

Pirtûkên ku hatine weşandin ev in: “Şêrgele”, “Ev Çiya Rûspî ne”, “Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî”, “Eroûtîka”, “Çil Çarîn”, “Efendîno”, “Destana Kawa û Azhî Dehaq”, “Heftê û Du Nefî” û “Şi’îr û Sînor”.

Helbestên Arjen Arîyê ku sala 2012ê, di 56 saliya xwe de ji ber penceşêrê koça dawîyê kiribû heta niha ji hêla weşanxaneyên cuda cuda hatibûn weşandin. Lê Weşanên Sorê, mafê weşandina berheman wergirtîye û ew weke setekê pêşkêşî xwendevanan hatîye kirin.

Çavkanî: Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin