Weşana kanalên Rûsî li Ukraynayê dest pê kir

Weşana kanalên Rûsî li Ukraynayê dest pê kir

.

A+A-

Rûsyayê li navçeyên Ukraynayê ku dest xistiye bin destê xwe dest bi weşana televîziyonê kir.

Yek ji wan cihên ku Rûsyayê dest bi weşana televîzyonê dest pê kiriye, navçeya  "Xeyrsonê" ya başûrê Ukraynayê ye.

Ev beşek ji siyaseta Kremlînê ye da ku zêdetir desthilata xwe li navçeyên başûrê Ukraynayê û beşa zêde ya herêma Donbasê ferz bike.

Efserê medyayî ya Artêşa Rûsyayê Andre got, “Me heft stasyonên televîzyonê li navçeya Kherson "Xeyrsonê" danîne, hemû niştecihên navçeyê dikarin temaşeyî kanalên televîzyonî bi zimanê Rûsî bikin.”

Niha niştecihên Kherson "Xeyrsonê" ku di bin kontrola Rûsyayê de ye, bêyî ku pere bidin dikarin temaşeyî 24 kanalên Rûsî bikin.

Ev beşek ji siyaseta Kremlînê ye da ku zêdetir desthilate xwe li navçeyên başûrê Ukraynayê û beşa zêde ya herêma Donbasê ku niha di bin kontrola wê de ye ferz bike.

Dana pasportên Rûsî jî bo niştecihên navçeyê, beşeke din a wê siyasetê ye.

Di Gulana îsal de Rûsyayê bi hezaran paseport bi ser Donbasiyan de debeş kiribûn.

Serokê desthilata serbazî û sivîl ya Zaporîjiya Evgeny got, “Ev 32 sal in em li benda vê rojê bûn. Em bi awayekî ne yasayî ji Rûsyayê hatibûn veqetandin, lê îro bi wergirtine van paseportên Rûsî carek din em ligel Rûsiya hev digirin.”

Rûniştivana Zaporîjiya Tamara anî ziman, “Xemeke mezin bû dema min didît neviyên min bi zimanê Ukraynî dixwendin, lê niha xweşbextane hemû tişt vegeriya ye ser rêya xwe, niha Rûsya fermanrewa ye û pasportên Rûsî jî di berîka me de ne.”

Rûsyayê beşa zêde ya Herêma Donbasê kontrol kiriye. Zimanê piraniya niştecihên navçeyê jî Rûsî ye û beşekî berçav jî xwe wek Rûsî dibînin, vê jî rê bo Rûsyayê xweş kir daku berdewamiyê bi Rûsîkirina zêdetir a Donbasê bide.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin