Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Wêneya ber eynikê!

A+A-

Piştî ku Komar a Tirkan gihîşt armanca xwe li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistan: YPS daxuyanîyek daye û dibêje: "me bi mêranî û serbilindî berxwedanek navdar meşand. Hêzên dewletê bêînsaf êrîşî me kirin. Di van şertan de em ji 25ê Gulanê de ji Nisêbînê vekişîyan e. Emê pozîyonek nû bigirin"(!) Bakurê Kurdistan bûye gola xwînê. Her ku diçe jî siyaseta xwîn rijandinê, koçberîyê û talan kirinê gûr dibe:

Bi destê dewleta tirk, malên kurdan bi ser serên wande tên hilweşandin, Kurd tên kujtin, talan dibin, tên girtin û cîh û warên xwe diterikîn in. Kurd terorîze dibin û her ku diçe dikevin bin metirsîyek mezin li welatê xwe. Kurd li Kurdistan webal û karesata siyaseta "xweserîya Demokratik"(!) pir giran didin. Ne serkevtinek û ne jî pêşketinek di vê siyasetê de heye. Yên ku vê siyasetê dimeşîn in û dewleta tirk mil dane hev û herdû jî li ser mezelê kurdan wek Kunda dixwîn in. Kurdên ji dervê vê siyasetê jî bi gelemperî tenê di bin tirsê de temaşe dikin. Li henber van kirinên dewleta tirk û siyaseta PKK helwestek tûn dernexistin holê. Herdû alî jî baş dizanin ku li henber vê qirkirin û wahşetê daxwaza "aşitîyê" ne bersîva vê ye.

Newêrin PKK rexne bikin û li henber helwestê deynîn. Ji hev napirsin: Ev çi kirinin ku welatê me bi ser serê me de hildiweşîne? Çima xwort û qîzên kurdan ji bona şerê tirkan î navxwe dibin qurban? Çima li henber vê siyaset a biqirêj, helwest dernakeve holê? Serokwezîrê tirkan tê, li kuçên amedê li ser mezelên Sûr a Amedê fatîhan dixwîne û li nav çavê me Kurdan dinêre û diqîre! "Emê Sûrê ji berê xweştir û xweşiktir bikin"(!) Em napirsin, çima? Kî bûne sebebê vê rezaleta ku bi serê me de hat? Helbet hemû hêzên paramilîterên tirkan (Hêzên Herba Taybet, Ergenekon û Jîtem) di dewrê de ne!

***

Li sûrê kevir li ser kevir nemaye. Ji 24 hezar rûniştinerên vê deverê hezar kes nemaye. Bi sedan kujtin, birîndar û perîşanî bi dû xwe de hiştîye. Ji bo çi, xizmet ji kê re kir û kî serkevtî ma? Cizîr, keleha şaristanîya Kurd û Kurdistan bûye warê wêrankirî, şewitî, talan kirî û li ser avahîyên şewitî kund dixwîn in. Nisêbîn, di nav gola xwînê de fetisî ye. Ne dengê hewarê û ne jî qêrînên zarokan êdî tê. Laş li ber têlên sînorên malxerab kurmî bû ne.. Li şirnex, gurmîn a top û mîtirilyoza ne. Dê weledê xwe avêtîye. Ewrên reşî tarî di ser bajêr re derbas dibin. Wek tîran li sînga me dikevin. Her xwîn; li xanî û dîwaran dewsa gulan, berikên top û hawananan û şîyarên nîjadperestên tirkan!

Ji "siyaseta Xweserîya Demokratîk" tenê ev pêker mane(!) Li ser wan jî ne siyasetmedarên "xweserîya Demokratîk"(!) lê serokwezîrê tirkan daxuyanîyan dide û dibêje "gelê Amedê birayên me ne, hûn ne tenê ne"(!) Serok Komarê Tirkan tê li ser teqandina otomobîla tije teqamenî wê daxuyanîyan bide û wê dubare bike "Kurd birayên me " ne(!) Kesek dernakeve û nabêje; "hey bêbav no, yên ku ew teqemenî teqand û bû sebebê qetilkirina 16 gundîyan û yên ku bajarên me bi ser serên me de hilweşandin, yên ku 17 hezar mirovên me yek bi yek kujtin yek e! Hûn in. Ev çi rezalete, ev çi xwelîliserîye?

Kurd, siyasetmedarên Kurdan, ronakbîrên Kurdan, aqilmendên Kurdan, rîhsipîyên Kurdan, hunermendên Kurdan li ku ne? Çima li ser vê siyaset a biqirêj helwestek xwedî hestekî netewî dernaxin holê? Gund bi gund, bajar bi bajar hidiweşin û em jî temaşe dikin. PKK û dewlet bûne hevkar di hilweşandina Bajar û bajarokên bakurê Kurdistan de. Dewlet ji bona tunekirin û asimilekirina Kurdan, kurdan ji hev belav dike. Wan ji axa wan, ji cîh û warên wan diqetîne û bingeha qontrolkirinê amade dike. Armanca dewleta tirkan eve. Armanca PKK çiye? Enerjiya tekoşîna rizgarîya Kurdistan ji bona "Tirkiyek yekgirtî, xwurt û demokratik", pêşkêşî tirkan dike. Armanca herdû alîyan jî li ser esasê "xurtkirin û yekgirtiya dewleta tirkan û asimile kirina Kurdan, têkbirina tekoşîna rizgarîxwaz a kurdan" dibe yek.

Lê çima PKK vê bingehê ji siyaseta tirkan re amade dike? Divê Kurd bi dû vê bersîvê kevin û bipirsin(!) Li 13 bajar û bajarokên Kurdistan ku bingeha Kurdperwerîyê temsîl dikin, dayîkan ewladên xwe avêtin e. Mirîyên me bi rojan li kuçan li ber rojê, di bin baranê de, li ser berfê man bêxwedî. Tecawuzî qîz û bûkên me kirine. Bi namûs û xîreta me lîstine. Kal û pîrên 70 salî binpê kirine li ber çavên kur û nebîyên wan. Mafê jiyana mirovî ji holê hatiye rakirin..

Ev siyaset bi alîkarîya dewlet a tirk û hêzên wê yên paramilîter berdewame. Li ser van kirinan eger sarokwezîrê tirkan û serok Komarê Tirkan bikaribin hîn jî li Amedê rehet biaxivin; divê em siyaseta PKK û hemû varîyantên wê têxin bin mercekê û binirxîn in. Xwe bikişîn in ber hesabdanê! Seqetiyek di vî tiştî de heye! Çima em vê seqetîyê zelal nakin ji netewa xwe re?

26.05.2016  

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin