Welatîyên Myanmarê Dijî Darbeya Leşkerî Protestoyan li Dar Dixin

Welatîyên Myanmarê Dijî Darbeya Leşkerî Protestoyan li Dar Dixin

.

A+A-

Protestoyên dijî darbeya leşkerî ya li Myanmarê di dawîya hefteyê de jî dom kirin.

Di roja dawî ya hefteyê de li seranserê Myanmarê bi sed hezaran kes daketin qadan.

Li bajarê Yangonê bi qasî 500 kes li pêş Neteweyên Yekbûyî (NY) kom bûn û bo rêberên sîyasî werin berdan ji wê rêxistinê alîkarî xwestin.

Jiber karmendên trenan xebitîn red kirin seferên li welêt rawestîyane ku berî wan doktorona jî dijî darbeyê dest bi raperîna sîvîl kiribûn.

Bi darbeya leşkerî ya 1’ê Sibatê Rêbera Myanmarê Aung San Suu Kyi tevî sîyasetvanên din hatibûn desteser kirin.

Balyozxaneya Amerîka ya li Myanmarê bang li hemwelatîyên xwe yên li wî welatî kir ku dernekevin derve.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin