Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ûsivkê Çelebî; kurtejiyan û strana Zeîm Silo

A+A-

 

 

   Bi min xweş e ku di vê nivîsê de kurtiyekê ji jiyana (Ûsivkê Çelebî: ?-1962), û deqa strana wî (Zeîm Silo) ji we re raxînim ber çavan. Ew li gundekî ji gundên çiyayê Omeriyan, bi navê Cibilgirawê, ser bi bajarê Nisêbînê ve çêbûye.. Li ber destê Melayê gund xwendiye û ji bavê xwe yê tembûrvan û dengbêjên çiyayê Omeriyan hez û fêrî lêdana tembûrê bûye.. Jiyana xortaniyê di navbera Serxet û Binxetê de derbas kiriye.. li Nisêbînê hez keçeke Cihû, bi navê (Hina Cihû) kiriye.. Bi danîna sînorê bi mayîn û têldirîyan, di navbera Serxet û Binxetê de, li Binxetê, gundê Elîfero bi cî û war bûye.

  Di heyamê Yekîtiya Sûriyê û Misrê de (1958-1961), Abdulhemîd Serac wezîrê hundirê Sûriyê bû û damezrênerê emniyeta Sûriyê û polîsên ku zul û zor li kurdan di Sûriyê de dikirin.. Hikmet Mînî serokê polis û emniyeta wî ya bi navê (Mekteb Elsanî المكتب الثاني/) bû li Qamişlo.. Hikmet Mînî, di bin emir û fermandariya Abdulhemîd Serac de wek ku min got; zulm û zoreke mezin li kurdan dikir; bi girsbûn kurd digirtin; çi kurdperwer ji Partiya Kurdî ba û çi kumonîstê Kurd ba ji Partiya Kumonist.. Yê ku bêhna kurdîtiyê li dor dihat, ew dihat girtin û bersivdan.. Di encam de jî qedexebûna zimanê kurdî destpê kiribû.. Vî kar û finasê Abdulhemîd Serac yê nijadperestî dijî kurdan, dirêj kir ta piştî jihevketina Sûriyê û Misrê di sala 1961ê de.. (Di vê derbarê de dikarim bibêjim ku şewata Sînema Amûdê di sala 1960î de ne dûre ku bi pilana Abdulhemîd Serac bû. Ew sînemeya ku 283 zarokên kurd têde hatin şewitandin..). Di wan salan de Ûsivkê Çelebî yek ji hevalbendên Partiya Kumonîst bû û bi stranên xwe yên ku di govend dîlanên kurdan de dihatin gotin, propagendayeke mezin ji Partiya Kumonîst re dikir, nexasim bi strana (Zeîm Silo). Rêjîm bi gotinên vê strana wî re aciz dibû, ji ber ku ne li hawayê wê siyaseta wê nedihat.. Çend carekî ew digirtin û lê didan, lê her ew ji baweriya xwe nedihat xwarê û ev stran digot..

  Di Newroza 1962an de Ûsivkê Çelebî vê strana xwe (Zeîm Silo), li gundê Elîfero dibêje.. Dengveda vê strana wî bi hezkirin di nav gel de belav dibe.. Gelekan ji min re got; gotinên vê strana wî bi xurtî gîhan zilamên rêjîmê û rêjîm pirr aciz dibû..

  Û ji min re gotin, di encam de, piştî 46 rojan ji cejna Newrozê, di şeva 7/5/1962an, di ahengeke xwemalî de, li mala dostên wî li Qamişlo, ji nişkekê ve canê xwe ji dest dide!! Wê şevê, xwediyê malê, wî dikin paytonekê de û termê wî dişînin mala wî gundê Elîfero, li ber deriyê mala wî datînin.. û di nav gel de belav dikin ku Ûsivkê Çelebî bi vexwarina Alkhûla zêde miriye..! Di baweriya min de, ew bi rengekî nepen hatiye kuştin. Herwiha dikarim bibêjim; ev strana wî (Zeîm Silo), yekemîn strana siyasî ye ku di nav kurdên Rojava de hatiye gotin.. Min ev gotinên strana wî ji ber dengê şagirtê wî Hizniyê Selîm girtiye. Fermo gotinên strana Zeîm Silo:

Çûm Şamê wa bi dar e.. Zeîm Silo

Hatim Şamê bi dar e.. Zeîm Silo

Va Radya bar e- bar e.. Zeîm Silo

Va cerîda kir îlan e.. Zeîm Silo

Mizgîna min li Felaha.. Zeîm Silo

Wê erdê bikin par e.. Zeîm Silo

*         *          *

Çûm Şamê wa bi dar e.. Zeîm Silo

Ti li va Axa û Mixtara.. Zeîm Silo

Rahiştin qutên dara.. Zeîm Silo

Berdan feqîr û jaran.. Zeîm Silo

Feqîra bazdan bajara.. Zeîm Silo

Ji ber zulma mixtara.. Zeîm Silo

Êsîr revyan bajara.. Zeîm Silo

Tev bûne imale.. Zeîm Silo

Hinek bûne beqal e.. Zeîm Silo

Heyfa Misto xeyat e.. Zeîm Silo

Sofî bûne delal e.. Zeîm Silo

*         *          *

Çûm Şamê wa bi rê ye.. Zeîm Silo

Hatim Şamê bi rê ye.. Zeîm Silo

Gir- gira teyarê ye.. Zeîm Silo

Ev çi bela xelkê ye.. Zeîm Silo

Ji bo teqsîma erdê ye.. Zeîm Silo

Kêfa feqîra tê ye.. Zeîm Silo

Axa ketin hiznê ye.. Zeîm Silo

*         *          *

Çûm Şamê wa bi tîne.. Zeîm Silo

Ez hatim Şamê bi tîne.. Zeîm Silo

Her kes zane tu xayîne.. Zeîm Silo

Feqîra hevdû dîne.. Zeîm Silo

Wan jî, kêfek danîne.. Zeîm Silo

Tevda go; em Şoîne.. Zeîm Silo

Û ji hizba Markisî ne.. Zeîm Silo

Ji hizba rûtî-tazî ne.. Zeîm Silo

Ma dijminê me kî ne.. Zeîm Silo

Emerîka û Yehûdî ne.. Zeîm Silo

Em pê zanin xayîn e.. Zeîm Silo

Heçî Axa û Mixtarin.. Zeîm Silo

Ew perekê wan pirin.. Zeîm Silo

Ewladên xwe kirîne .. Zeîm Silo

Feqîra tiştek nîne.. Zeîm Silo

Tev eskerên cibrî ne.. Zeîm Silo

Li hidûdê Felestînin.. Zeîm Silo

Li ser xeta emamî ne.. Zeîm Silo

Em tevde fidawî ne.. Zeîm Silo

Tereso, bertîlxuro.. Zeîm Silo

Wey tifî li zeyîmê wilo.. Zeîm Silo.

Qamişlo, 01/01/2021

Önceki ve Sonraki Yazılar