Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Umberto Eco û Afirandina Dijminên Navxweyî

A+A-

 

Li bajarê Newyorkê ajokerekî taksiyê yekî Pakîstanî ji rewşenbîr û nivîskarê Îtalyanî, ji Umberto Eco sûalekê dike:

“Dijminê Îtalyayê kî ne?”

Eco şaş dimîne û serê pêşî ji pirsa ajokar baş fam nake û bersivek bi vî rengî dide: “Ev demek dîrej e ku dijminên Îtalyayê nîn in. Ev demek dirêj e ku em bi kesekî re şer nakin.”

Ev bersiv ajokarî tatmîn nake û carek din dipirse: “Ev bi sedansal e Îtalya bi kîjan dewlet, netew û rêxistinan re şer dike?”

Eco dîsa pirsa ajokarî baş fam nake û bersiva xwe wiha dide: “Piştî herba dawîn, ev pêncî sal zêdetir e ku em bi kesekî re şer nakin.”

Ajokar ji bo ku bersivek tatmînkirî ne girtiye hinekî bi acizbûn, bi şêwazek din pirsa xwe diguherîne: “Li ser rûyê dinê netewek an jî dewletek bê dijmin çê dibe gelo?” û bi vê pirsê rêwîtiya wan û sohbeta wan diqede.

Dema Eco ji erebê peya dibe, li ser pirsên ajokarê Pakîstanî hebekî difikire. Pişt re hertiştî fam dike.

“Dewlet ji bo nasnameyên netewî ava bikin, civakên xwe li hev kom bikin û hîn qewîntir bikin, ji xwe re dijminan diafirînin.”

eco-001.jpg

Bergê Berhema Umberto Eco – Afirandina Dijmina

 

Îtalya ji bo vê armancê gelo ji xwe re kîjan dijminên navxweyî û dijminên derve afirandibû? Pirsa ku ajokar meraq dikir ev bû.

Wek mînak; dijminê mezin Sovyet çawa têk çû, wê demê Bîn Ladîn gihaşt hawara YDWê (Yekbûna Dewletên Emerîkayê).

Dewlet tenê ne ji bo nasnemeyek netewî ava bikin an jî civakê bi rêxistin bikin ji xwe re dijminan diafirînin. Dewlet bi vê yekê pergala xwe jî diceribînin û wê hîn qewîntir dikin.

Gava min berhema Umberto Eco xwend dijminên afirandî yên Kurdistanê hatin bîra min.

Heqîqeten dijminên Kurdistanê kî ne?

Eco dibêje: “Ev felaketa hatî serê Îtalyayê ji ber afirandina dijminên navxweyî ne.”

Gellek dewlet ji bo pêşeroja dewleta xwe zexm bikin ji xwe re dijminan diafirînin. Ji xwe dijminên Kurdistanê yên derve hene, ne hewceye dijminên derve bên afirandin. Şaşiya me ew e ku me ji xwe re dijimên navxweyî afirandine.

Li her parçeyên Kurdistanê kîjan fikir hatibê ser îktîdarê, hemû îktîdar ji Kurdan re û ji Kurdistanê re dijminên navxweyî afirandine. Van dijminên navxweyî tenê ji bo ku îktîdara xwe qewîntir bikin anîne meydanê. Kîjan fikir an jî kîjan kom ji îktîdarê re muhalefetî kiribe û çiqasî fikrê man Kurdistanî be jî ew xistine dijmin û bi vê rêyê em ji hev dûr xistine.

Civaka Kurdan wek yek laşî nedîtine. Li her parçê Kurdistanê kî bûye îktîdar, muhalefeta navxwe û ya parçeyên din yên kurdistanê wek dijmin dîtine û wana wek dijmin lanseyî civakê kirine.

Ev yek di nav civakê de bûye sebeba birînek kûr û bê derman. Bi demê re ev birîn kûrtir bûye.

Îktîdarên ku niha Kurdistanê bi rê ve dibin Kurdistana dixin parçe parçe û me ji hev re dixin dijmin. Hewce ye ku yekîtiyê di nav me de çê bikin ne ku me ji hev veqetînin û me ji hev re bixin dijmin.

Li Kurdistanê hin çaxan kesên Êzîdî, Yaresan (Elewî-Kakî) û Misilman bûne dijmin. Hin çaxan jî kesên Kurmanc (Apoîst), Soran (Barzanîst) û Zaza bûne dijmin. Halbûkî di eslê xwe de armanc û hêviyên me yek bûn û me ji bo daxwaza xwe me têkoşîn dida lê niha sed mixabin bi destên Kurdan, Kurdistan tê parçekirin. Gerek em di hemû rewş û di hemû parçeyên Kurdistanê de yekîtiya xwe ava bikin ne dijminan.

Bi van sedeman em ji hev veqetandin û em xistin dijminên hev.

Bi van polîtîkayên xirab îdealên me yên hevpar û yekîtiya me xirakirin û mala me wêran kirin. Bi vî awayî em bûne loqmeyek rehet ji bo dijminên rast.

Bi polîtikayên xirab, îktîdarên Kurd dijminatî xistin mejiyê me û rûhê me ji me stendin. Vê rewşa malwêran dilê me ji hertiştî sar kir û dilê me reş kir.

Bi van polîtikayan xirab, kesên muhalîf û dilxwaz li ber çavan hatine reşkirin.

Di cudabûna fikir de, mesele pir biçûk be jî ji kesên din re gotin: Dijmin û Xaînê Welat.

Ji ber van polîtikayên xirab ne birîn û ne jî şadiyên me yên hevpar man.

Ji ber vê yekê ne em bûn “Milet” û ne jî “Dewlet”

 

Kurte Helbest:

Bi zimanekî gelek sade

Ji we re dibêjim

Ew ê Kurd be û Kurd bikuje

Pîç e, teres e, qewad e

*Abdullah Peşêw – Birakujî (Avesta, Rûpel:20)

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin