Tofaneke bê Nûh: Heskîf

Tofaneke bê Nûh: Heskîf

Heskîf îro wek tofaneke Nûh e lê vê carê keştî tune ye. We wêneyê mizgeftê dît (li Heskîfê) ji bo di bin avê de nemîne bi minasebeta projeya Bendava Ilisûyê ji cîhê xwe bi wesayiteke taybet hat vegûhastin

A+A-

Navenda Nûçeyan - Anna Ellermets û Lou-Poko Savadogo li Parîsê dijîn û dixebitin, xwendekarên dibistana avahîsazîyê ne, ew di xebata xwe ya bi navê ” A. Floating G.A.P.” de, li Heskîfê  li ser têkilîyên di navbera bîr û veguhastina avahîyan de dixebitin.

Navê vê axa niha perçe dibe, Mezopotamya kevnar e, bi yewnanî Meso “di navbera” û Potamós “çem”, tê wateya welatê “di navbera çem” de. Mezopotamya dergûşa xewn û xeyalên me ye, çemên  Dîcle û Firatê axa Mezopotamya û çîrokên wê yên mîtolojîk bi hev re kedî dike, di heman demê de jî bi pêlikên xwe yên zexm vê axê diparêze. Tiştê me li başûrê rojhilata Tirkîyeyê dît çemên “dîl’’ girtî ne. Pêkanîna bendavan li ser  Dîcle û Firat ji hêla hikûmetê ve wek Projeya Mezin a Anatolîyayê ( G.A.P.) ji 22 bendavên pêk tên û xetereya zêdebûna avê çêdikin. Bi girtina avê re, bi sedan gund di bin avê de dimînin û ev jî dibe sedema binavbûna bermayîyên şaristanîyên kurd, ermen, keldan, grek û asûr…

Em vê binavbûna şaristanîyê dişibînin çîroka herî kevnar a mirovahîyê ku navê wê tofana Nûh e. Xebata li ser vê projeyê şahidîya mekanîzmayên dewleta neteweya-tirk dike.

Dema em li çîroka neteweya mezin a Tirkîyeyê dimeyzînin, înkarkirin û qetilkirina cihên amblematîk, çandên hûrgelan û wendakirina çîrokên hevpar ên şaristanîyê dibînin.  “Edî tenê dema mîtolojîk di rojên peş de mumkun e ” ji bo wê jî em hîs dikin ku hewceyî bi cihekî ji bo ragihandinê heye. Li Floréal Belleville, me pêşengehek vekir. Ji bo em û hûn xeyalên xwe parve bikin, têkevin nav keştîyê û bîranîna van civakên me bi wan re hevdîtin çêkirine bi hev re bivejînin. ” Ji bo projeya “A. Floating G.A.P.”, em bi hunermend, muzîsyen, şanoger û rojnameger re hevkarîyê dikin.

Li gel Aram Taştekîn

Em bi Aram re li mala nivîskaran a Parîsê hatin cem hev. Aram lîstikvanek e, piştî hevdîtina me ya duyem em bûn şahidê hezkirina wî ya çîrokan û çîroka wî. Aram çîrokbêjek e, ew çîroka xwe dilîze, wê di provayan de diguherîne û bi awakî hosteyî cewhera wê diparêze.

Aram niha bi Peter Brook re li ser lîstika “La Tempête”( Tofan ) ya Shakespeare” dixebite.

Ev şanonameyeke ku derhêner bi salan ne wê diguherîne û me jî bi xwe re dike şahidê vê rêwîtîyê. Brook, ji me re li ser rezonansê diaxive, qala bandora tiştên di mêjîyê mirov de deng vedidin û bi awayekî rasterast nayên dîtin dike, li gel karakterê veşarî û vê tevlihevîyê jî Brook bi awayekî hostayî derdixe holê û pêşberî me dike û nîşan dide ku çiqas bi bandor e.

Aram Taştekîn ( A.T) : Gundê me li qûntara çîyê ye. Li pişt gundê me çîya destpê dikin, hin newal û milên çem jî di gundê me de derbas dibin, ava wan bi helandina berfa biharê  re zêde dibin.  Dema ava çem zêde dibe em nikarin bi hêsanî li avê xin û derbasî hember bibin. Piştî demekê av di newalê de namîne, tenê ji bo pez hinek av di bin de dimîne ewqas. Lê tê bîra min dema em zarok bûn, derdora meha gulanê, dema hewa xweş dibû em diketin avê û me tê de avjenî dikir. Piştî demekê, ava newala ziwa bû û ev jî  her tim ji min re dibû meraq. Min digot herhal berf wek berê nabare û ev jî dibe sedema ziwabûna newalê. Dema ez zarok bûm tê bîra min berfeke pir dibarîya. Lê min bi dîtina bendavê hezir kir ku berf divîya baş barîyabe. Ev tenê nêrîneke cuda ye, wexta ez zarok bûm, berf bi ser serê me diket, îro berf ber çavê me nakeve. Lê berf her tim dibare. Rast e, dema em bala xwe didinê ji 20 sal berê hindiktir dibare; lê ev bi tena serê xwe têra ravekirina nebûna avê nake. Ev dûrî aqilan bû. Dema av tunebe, ev qet li xweşa min naçe û ji dilê min nayê derkevim nav xwezayê. Ev çend sal in min dît ku di nav xwezayê de liv û tevgerek nîne, ev ne xweza ye. Ez dixwazim ku berf, baran, ba û bahoz hebe. Bi vî awayî ez ê bizanibim, hîs bikim ku xweza heye. Dema ez di xwezayê de tevgerekê nebînim , ji min re wer tê ku ez ne di bihuşt ne jî di dojehê de me. Ev rews ne di dojehê de ne jî di buhuştê de heye, di nav her du yan de ye, ez vîna wek rihê zivistanê li penabertîyê bi nav dikim. Bendavên di çarçoveya projeya GAP’ê de tên çêkirin dibin sedema koça bi hezaran kesan. Ev bendav dibin sedema penaberîya gelek kesan. Ev ji cih û warên xwe bûn hemû bi dare zorê pêktên. Dawî li her tiştî anîn. Ji bo min bi rastî jî piştî avakirina bendavan li Kurdistanê jîyan nema û ji xwe tuneye jî.

Bendav hepiskirina avê ye

Li cem me bêjeyek heye, “Av diherike û rêya xwe dibîne”.  Îro av nema rêya xwe dibîne ji ber ku ew hatîye hepiskirin. Hemû ajal, nebat li ber dikevin û dimirin. Xweza tê guhertin. Ji ber vêya ye ku îro berf hindik dibare, bi avakirina bendavan îklîma herêmê diguhere hêmîya hewayê jî zêde dibe. Tê bîra min germa nav rojê carna derdiket 45-50° dereceyî lê li gel vêya jî wexta dibû êvar em li ser banîyan radizan hewa sar dibû û me lihêfê davêt ser xwe. Di navbera şev û rojê de 20° derece hewa ferq dikir, îro ev daketîye 10° dereceyan, ev jî ji ber hebûna bendavan e. Me kêmasîya avê nedikişand ji ber ku gundê me nêzî çîyê bû li her alî avên kanîyan hebûn ji her cihî av dipijiriqî.

Bawerîya min bi mîtolojîyê pir tê. Dema em li ser mîtolojîyê hûr dibin (dixebitin) em nikarin bêjin ev rast e an jî çewt e. Dema tu bikevî dû vê pirsê ev mît dimire. Ev rast e an na ? Bi lêpirsîna vê pirsê mît dimire. Helbet hêla xwe ya teknîkî rêk û rêbazên wê hene lê li gor nêrîna min mîtolojî bûyerek ku di nav dîrokê de derbas bûye û di dîrokê de xwe bi cih kirîye. Dema çîrokek ji hêla mirovahîyê ve tê qebûlkirin wê demê di nav civakê de bi cih dibe û ew çax dibe mît. Em napirsin bê kengê? Çawa? Li ku? Bêyî ku em van pirsan bipirsin, dipêjirînin. Ji bo min eva ye ku em jê re dibêjin mîtolojî. Ji ber vêya ye ku em dibêjin “mît” ji dêvla ku em bêjin “ev çewt e, ev ne pêkan e”. Em dizanin ku hin tişt qewimîne derbas bûne, lê çawa? Ev ne grîng e, herkes li gor hêza jîyana xwe ya xeyalî wate didê. Destana Gilgamiş mîtek e lê ez ji gişî bawer dikim. Ji bo min wek Incîlê wek Quranê ye. Ji bo min ol jî mîtolojî ne, lewma her çiqas ez ne yekî bawermend bim jî ji hemûyan bawer dikim, ev jî ji bawerîya min a bi mîtolojîyê ye. Eger ez nizanibim bê çend milyon kes jê xeber dide, tê wê maneyê ku ew heye û em dikarin wê qebûl bikin. Herkes fikreka xwe, bawerîyek xwe heye, yê min bawerîya min bi hemû olan heye. Lê ez ne bawermend im. Her wiha ji bo mîtolojîyê jî, ji bo min her rêzek ji Destana Gilgamişî wek ayetek e.

Anna. E. & Lou-Poko. S :  Niha ku em li ser Tirkîyeyê diaxivin ji mirov re wer tê ku ew meriv di nav dîrokek mîtîk de dijîn.

A.T :  Rast e. Heskîf îro wek tofaneke Nûh e lê vê carê keştî tune ye. We wêneyê mizgeftê dît (li Heskîfê) ji bo di bin avê de nemîne bi minasebeta projeya Bendava Ilisûyê ji cîhê xwe bi wesayiteke taybet hat vegûhastin. Min ji xwe re got gelo ev keştî ye? Dûvre min go na na ev ne ew e. Ez ne şaş bim Karl Marx dibêje ; dîrok wek çemberê ye û her car xwe dubare dike, cara yekem trajedî ye û ya duyem jî komedî ye. Çemberek di her 100 salî de em heman tiştan tê de dijîn. Heskîf yek ji bajarên herî kevnar ê cîhanê ye ku xwedî dîrokek 10 hezar  salî ye. Heskîf bi zinarê xwe yên kils, bi hezaran şikeftên xwe, bi qasî 300 berhemên xwe yên serdema navîn di nav xwe de ekosîstemek bêhempa ye. Di bin gola bendavê de gelek şikeft û avahî di bin avê de man. Zêdeyî 20 şaristanî rêç li pey xwe hiştine. Niştecihên wê derê bi îhtîmaleke mezin di nav şikeftên ber berî Dîcleyê ve rêz dibin de jîyane. Heskîf dûvre, di destpêka serdema navîn de dibe navendeke girîng a bazirganîyê ku li ser rêya hevrîşimê pêk dihat. Di nav wan avahîyan de wek bermayîyên qesra Artûkî, mizgefta El Rizq û tirba Zeynel Beg hene. Derdora 200 sîtên arkeolojîk ji ber bendava Ilisûyê zirarek mezin dîtine lê  Heskîf di nav van sîteyan de bi cih û avahîsazîya xwe cihekî taybet digire. Her wiha yek ji sîteyên serdema navîn ku heta niha li Tirkîyeyê herî baş hatîye parastin e. Dewleta tirk heta niha ji 300 avahîyan tenê 12 avahî veguhastine û li cihekî nû bi cih kirine. Hin perçên avahîyan di dema veguhastinê de şikestine ev jî bû sedema windabûna hin detayên xwe yên orjînal. Li gel avahîyan şikeft, bermayî, rêç û hwd. di bin avê de man û ji holê rabûn.

Heskîf niha komedîyek e. Ji destpêkê ve dema tiştên li Heskîfê diqewimîn difikirîm, ji min re  wek tofana Nûh dihat. Min digot kanê keştî ? Dema min wêneyê veguhastina avahîyên dîrokî yên Heskîfê dîtin, min ji xwe re got ku ev keştîyek e û hatîye me rizgar bike. Lê pêre ez ji van fikrê xwe dûr ketim û min got ku ev ne keştî ye. Ez bi vê rewşê dikenîm, tevî ku ev çîrokek pir xemgîn e jî ev min dide kenandin.

Ax welatê min…

Çima min dide kenandin ? Ji ber ku absurd e. Ev absurdî ye ku ez dam kenandin. Ew me carna dikenîne. Ji bo gelek kesan şanonameya min a bi navê “Happy Dreams- Çîrokek Kurd” pir komîk e. Lê belê di dema provayan de min xwe li nexweşxanê dît. Ez hefteyekê li nexweşxanê li beşa psîkîyatrîyê raketim ji ber ku tiştên min jîyabûn dihatin ber çavên min û tehamula ev yek jî gelek dijwar bû. Berê dema min ev zehmetî dijîyan, min ferq nedikir ku ev çendîn zor e; ji ber ku min li ber xwe dida. Wexta tu li ber xwe didî tu li ser xwe yî. Em dibêjin berxwedana herî baş êrîşkirin e, tu ji xwe re dibêjî niha ez di êrîşê da me ji bo xwe biparêzim. Hemû tişt carekê ku min ji nû ve dest bi nivîsê kir hatin serê min. Min dest bi provayan kir, her cara min dubare kir, ez carek din bi buyerên trajîk re rû bi rû mam. Gava min ew qebûl kirin, ev bûyer  komîk bûn, ji bo min jî bi heman rengî xuya kir.

Niha ez li Parîsê dijîm. Taqeta êrîşê di min de nîne; ti tiştek ku ez êrîş jî bikim nîne, ez ne Don Kîşot- « Don Quichotte » im. Tistê niha diqewime ne komedîyek e, ev trajedîyek e lê bi absurdîya xwe veduguhere rewşeke komîk, ji ber ku mêjîyê me hînbûyî vê rewşê ye, em şoke nabin. Ji ber ku em mîtê nas dikin, em li bendê ne ku herdu çîrok bigihên hev; lê na, ew bi heman şêwazî bi dawî nabin.

Bi rastî jî min got qey ev keraseta tofana Nûh e û ez li keştîyê digerîyam.

Dema tu vêya dibînî tu dibêjî gelo ev keştî ye ?

Na ev qet ne keştîyek e.

Ev çi ye ewçax ?

 

Xwebûn

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin