Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Tirkiye û zîndana Diyarbekirê

A+A-

Ji bona mirov rewşa bakurê kurdistanê û tirkiyê ya îro bizanibe, divê mirov berê rewşa zîndana diyarbekirê û kiryarên wir fêm bike. Ji ber ku rewşa îro tam jî weke wê dema zîndanê ye.

Lewra min xwest vê rewşê hinekî vekim da ku welatparêz û şoreşger bikaribin û bizanibin bê wê çawa tekoşîna azadiya xwe û ya welêt li hember dîktatoriya Erdogan bidin.

Piştî darbeya leşkerî ya sala 1980 li tirkiyê pêk hat. Hingî xortên kurdan girtin, êdî di girtîgeh û cihên leşkeran de cihê girtiyan nemabû. Loma wan dest bi çêkirina zîndaneke nû kiribûn. em girtiyên kurd, birin wê girtîgeha bi navê 5 nolî bû. Qaşo me yê li wir bikarîba xwe bişûştana, bixwendana. Xwarin  spor dê li gor dilê me bana. Lê…

Lê pişt em girtiyên wê demê bi kêfxweşî û dilxweşiyeke mezin me xwest rojekê berî rojekê herin wir da ku em hinekî xwe rehet bikin, têr xwarinê bixwin û xwe bişon. Yanî di serê me de şikil û şemale zîndaneke xweş û ji bona sihet û rehetiya me her tiştên wê hebû, bi cih kiribûn.

Bi cih kiribûn lê de were vê ji me bipirsin: Piştî darbeyê di wê zîndanê de hêdî hêdî dest bi êşkencan, meş û ezberkirina sirûdên leşkerî bi me dana kirinê.

Di destpêkê de zêde zor û zehmetî tune bû. Bi awayekî zanistî lê hêdî hêdî lêdan û êşkence kirin ku rewşa me girtiyan fêm bikin bê ka em ê çi helwestê rê bidin. Dîtin ku piranî bê deng in, her ku çû êşkenceyên xwe zêde kirin û wir kirin cihê lêdan, êşkence birçîbûn û tahzîbê.

Li me weha kirin ku êdî me nema dikarîbûn, bi hevre qise bikin, bi hevre bikenin, rehet rûnên. Her roj meş û sirûdên leşkerî, lêdan û êşkence hebû.

Ez zêde dirêj nekim bawerim hema hema hûn hemî jî wê rewşê dizanin an fêr bûne ku çi dianîn serê me girtiyên wê demê.

Di qawişan de sîxur û muxbîrên xwe çê kirin, da ku tiştên li qawişê biqewimiya, axaftin û gotinên hinan bi saya wan sîxuran digihiştin îdareye girtîgehê. Êdî wan jî çi dianîn serê me ji xwe hûn jî dizanin.

Piştî ewqasî zor û zehmetî, bedel dayin welatparêz û şoreşgerên kurd yên di wê zîndanê de bi berxwedan û serîhildana xwe ya li hember wê zorê, desthilata girtîgehê mecbûr ma ku şertan biguherin.

Helbet ew serîhildan, ew berxwedanên bi bedel bê encam nema. Piştî wê jî girtyên wir hinekî rehet bûn. Ew tade û zilma berê gelekî kêm bû.

Niha ew rewşa li wê zîndanê bi me dana kirin, li tirkiyê û li bakurê kurdistanê heye. Tirkiye û bakurê kurdistanê kirine zîndan. Erdogan yuzbaşiyê wê, pêgirtên wî jî hemî bûne gardiyan.

Erdogan bi hatina xwe ango piştî desthilatî kire destê xwe, berê tiştên baş got û hin karên li gor dilê milet, karker û gundiyan kir. TRT Kurdî vekir, ji bona dilê hin kurdan xweş bike.

Naxwazim zêde dirêj bikim, lê hûn jî dizanin ku di destpêka hatine Erdogan de guherandinên ku qet li tirkiyê nebû bûn, pêk hat. Lê talî û dawiyê çi bû?

Piştî ku Erdogan desthilatiya xwe xurt kir, êdî destpê kir ku tirs û xofên mezin xiste nava xelkê.  Muxbîr, sîxur di nava gel, li kuçe û kolanan, di malan de amade kirin ku kesek tiştekî li dij wan nebêjin, yên dibêjin, ji kar tê avêtin. Ê ji kar têne avêtin jî ne tenê ew. Ew li gel malbata xwe êdî di nava agirê dojehê de dişewitin.

Rewşa aborî xistine halekî weha ku ji bona kes dengê xwe neke, çavên xwe, guhên xwe digirin, zimanê xwe qutkirine. Ji ber carna ji ber gotinekê jî ew kes dikare ji kar bê avêtin an jî bikeve zîndanê. Ji ber vê gelekan Qelema xwe jikestandin ji bona nenivîsînin. Facebookê xwe girtin ji ber hin bi şaşî tiştekî nenivîsîne,nayê girtin an ji kar nayê avêtin.

Ji xwe her welatekî bi dîktatoriyê tê îdarekirin, rewşa hemiyan weke hev in. Tirkiye û bakurê kurditanê jî niha bi destê dîktatorekî weha tê îdarekirin ku heta niha qet nehatiye dîtin.

Ma gelo wê ev rewş her berdewam bike? Helbet na. Divê çi bê kirin? Divê ji nû de ew wêrekî û ruhiyata berxwedanê bê peydekirin.

Bi helwesteke şoreşgerî, bi berxwedanên welatparêzî, bi hêzbûna li dij vê sazûmanê ev dikare hilweşe. Hilweşandina sazûmana dîktatoran tu caran bi rêyên demokrasiyê, bi biryarên qanûnî têk narin ango dawî lê nayê.

Ji bona rûxandina sazûmana wan û têkbirina dîktatoriyê divê ruhiyeta berxwedanê bê peydekirin û ji bona rûxandina dîktatoriyê divê dest bi kar bê kirin.

Çawa girtiyên zîndana Diyarbekirê ew rewşa xerab ku em hemî tê de dijiiyan bi berxwedan û yekiya nava xwe rakirin, xelkê tirkî û gelê kurd jî dikarin vê sazûmana dîktator ya ku niha li ser tunebûna kurdan tê meşandinê rakin.

Erdogan bi wê helwesta xwe ya qirêj hemî gelê tirk kiriye dijminê gelê kurd. Bi wan daye zanîn û qebûlkirin ku Kurd çi demê rehetiya xwe bibîne, azadiya xwe tam bike wê tirkiyê perçe bike.

Bi vê jî Erdogan hemî gelê tirk teslîm girtiye ku dengê xwe dernexin da ku kurd neghêjin azadiya xwe. Lê xelkê tirkiyê fêm nakin ku bi vê ew jî hema hema weke kurdan eziyet, zehmetî û neheqiyê dibîne.

Çaresriya vê divê gelê tirk û gelê kurd bi hevre li hember vê serî hildin, bedel bidin da ku mafekî demokratîk bigirin. Lê doza kurdan ne girtina mafekî demokratîk e. Doza wan azadî û serxwebûna kurdistanê ye divê ji bona vê bedel bidin. Lê dîsa jî divê ji bona rûxandina dîktatoriya Erdogan herdu gel bi hevre li dij vê derkevin.

Yên tenha di vê rewşê de dikarin vê pêk bînin ew jî partî û rêxisitnên tirk û kurdan e. Mixabin ew jî vê nakin. Ji ber ku niha rêxistinên kurdan yên heyî ji xelkê bêtir tirsiyan in û xwe xistine nava çar dîwaran. Û yên tirkan jî hema hema nemane…

Çar dîwar jî zîndan e. Rewşa zîndanan jî li her welatî yek e. Ji ber tirk ditirisin ku kurd wê welatê wan(!) perçe bikin bê deng in. Lê divê gelê kurd bi berxwedan û serî rakirineke bi rêxistinî li hember vê raweste. Heta ku bedel neyê dayîn azadî jî nayê.

Önceki ve Sonraki Yazılar