Tirkiye û Azerbaycan manoreke serbazî li sînorê Îranê encam didin

Tirkiye û Azerbaycan manoreke serbazî li sînorê Îranê encam didin

.

A+A-

 Tirkiye û Azerbaycan dê manoreke serbazî ya hevbeş li navçeya Nexcewanê li ser sînorê Îranê encam bidin.

Piştî ku Artêş û Supaya Pasdaran a Îranê di heftiyekê de 2 manorên serbazî li bakurê parêzgeha Urmiyê û Tewrêzê li ser sînorê Azerbaycan û Ermenistanê encam dan, Enqere û Baku di daxuyaniyekê de ragihandin, ew dê manoreke serbazî ya mezin li navçeya Nexciwanê ya li nêzîkî sînorên Îran û Ermenistanê encam bidin.

Manora serbazî ya Tirkiyê û Azerbaycanê bi navê `Biratiya Têkneçûyî`, sibe 5ê mehê destpê dike û 3 rojan berdewam dibe.

Berpirsa Ragihandinê ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê Pinar Kara ragihand ku manora serbazî bi mebesta piştevaniya bo artêşa Azerbaycanê dibe û got, ew dixwazin “hevkarî, dostanî û hevahengiya di navbera hêzên bejayî” yên herdu welatan de pêş bixin û ew dê her tim li gel Azerbaycanê bin.

Ev jî dibe duyemîn manora serbazî ya Tirkiyê û Azerbaycanê di kêmtirî mehekê de li wê navçeyê, herweha 2 manorên serbazî yên Îranê di nava heftiyekê de.

Ew nîşandana hêzê jî piştî kûrbûna nakokiyên Îran û Azerbaycanê her ku diçe tundtir dibe.

Nakokiyên Îran û Azerbaycanê nû nînin, lê dawî aloziya di navbera aliyan de meha derbasbûyî destpê kir, di wê demê de ku Azerbaycanê bi hevbeşî li gel Tirkiye û Pakistanê manoreke serbazî li ser sînorên Îranê pêk anî. Piştre desteserkirina çend şofêrên barligiran ên Îranî li Qerebaxê ji aliyê Azerbaycanê ve ku ber bi Ermenistanê ve diçûn, nakokiyên herdu welatan zêde kirin.

Fermandeyê Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê Kiyumers Heyderî îro di dema manorê de got, ew hebûna Îsraîlê li welatên navçeyê qebûl nakin û divê ew çekdarên Sûrî yên di şerê Azerbaycan û Ermenistanê de hatin bikaranîn ji Azerbaycanê derkevin.

Wezîrê Navxe yê Îranê Ehmed Vahidi jî ragihandibû, Îsraîl hewl dide pêwendiyên di navbera Azerbaycan û Îranê têk bibe.

Herwiha li gor pisporan Tirkiyê dixwaze sînorê Ermenistanê yê li gel Îranê kontrol bike û rêya Îranê ya bo Ewropayê qut bike û projeya welatên tirkî ziman, li gel Azerbaycan, Ozbekistan, Kirgisiztan û Kazankistanê cîbicî bike.

Dawî manora serbazî ya Îranê, nîgeraniyên Bakuyê zêde kirine û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev jî gotibû, manora serbazî ya Îranê di vê demê de ew matmayî kirine.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin