Tirkîye Red Dike ku bi Rûsya re Peymana Nû ya Kirîna S-400‘an Heye

Tirkîye Red Dike ku bi Rûsya re Peymana Nû ya Kirîna S-400‘an Heye

.

A+A-

Serokê Sazîya Hevkarîya Leşkerî ya Rûsya Dmitri Shugayev îro Sêşemê dîyar kir ku Enqere û Moskow bo radestkirina beşa duyê ya sîstema berevanîya esmanî ya S-400 peymaneke îmza kirine.

"Berîya niha jixwe peymaneke du alî jixwe hatibû îmza kirin. Ez dixwazim balê bikşînim ku peymaneke du alî ya peywendîdar jixwe hatiye îmza kirin. Di nav gelek tiştan de wê di çarçoveya vê peymanê de hin beşên S-400an li Tirkîyê bên hilberandin," Shugayev got.

Li ser ve yekê, seroktîya pîşesazîya berevanîya Tirkîyê îro piştî nivro daxuyanîyeke nivîskî ragihand û got ku bi Rûsya re peymanên nû nehatine îmza kirin.

"Ti pêşketineke nû nîne. Pêvajo li gor peymana roja ewil berdewam dike." Sazîya Tirk got.

Lê , sazîya Tirk bi berdewamî eşkere kir ku di peymana ewil ya bingeh de, ya ser bo kirîna S400’an bi Rûsya re hatibû îmza kirin de jixwe du beş hebûn. Kirîna beşek dûy di plana bingehîn û peymana têkildar de hebû.

Karbidestekî berevanîyê yê Tirk jî ji Reutersê wiha got.

"Gotûbêjên teknîkî yên serê radestkirina beşa duyê didomin ku gelek mijar têne nîqaş kirin; wek endezyarîya Tirk ya di sîstemên S-400’an de û ka wê li Tirkîyê kîjan perçeyên wê wein çêkirin. Jiber vê yekê, ti tişteke berbiçav yê nû tune. Pêyvajo berdewam e û ti peymanên nû nînin."

Pispor dibêjin ku heke di navbera Rûsya û Tirkîyê de peymaneke berevanîyê ya nû pêk were, li Washingtonê wê bibe sedema fikarên girîng û nerazibûneke mezin ya cidî; jiber ku ew hewl dide Rûsya îzole bike û dijî dagirkerîya Rûsî ya li Ukrayna,yekîtîya NATO’yê biparêze

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin