Tirkiyê li ser 'binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê' bersiva NYê da

Tirkiyê li ser 'binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê' bersiva NYê da

Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiva raporta Komîsyona Lêkolîna Navdewletî ku ser bi Netewên Yekbûyî (NY) ve ye û Komîseriya Bilind a NYê da û got, “em hemû tohmetên ku arasteyî welatê me hatine kirin red dikin.”

A+A-

 

Di daxuyaniyê de ew tohmetên ku arasteyî Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve tên kirin li Rojavayê Kurdistanê wek “bêbingeh” tên binavkirin û tê tekezkirin ku Tirkiye wan tohmetan bi temamî red dike.

Wezareta Derve ya Tirkiyê di wê daxuyaniya xwe de amaje bi raporta Komîsyona Lêkolînê ya Navdewletî ya mehên Çile-Hezîranê dike û dibêje, “em bibîr dixin ku di wê raportê de binpêkirinên ku di asta tawana şer de ne” yên YPGê cih girtibûn û rexne li wê komîsyonê digire ku di raportê de amaje bi navê “PYD-PKK” nehatiye kirin.

Tirkiye wan tohmetên arasteyî grûpên çekdar ên li navçeyên Rojavayê Kurdistanê hatine kirin ku li gor daxuyaniyê “bi mebesta rûbirûbûna terorê û pêkanîna xebatên vegera koçberên Sûrî li qadê ne” red dike.

Herwiha Wezareta Derve ya Tirkiyê “cihnedana YPG û rejîma Sûriyê” di wê raporê de wek nayê qebûlkirin pênase dike û şermezar dike û dibêje, ew dê bi awayî bihêz bersiva wan tohmetan bidin.

Komîsyona Lêkolîna Navdewletî berî çend rojan raportek belav kiribû û aşkere kiribû ku hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve li bajarên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî gelek kiryarên binpêkirina mafên mirov pêk anîne.

Komisyarê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarê Sûriyê Hanny Megally jî ji Rûdawê re ragihandibû, komên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike, li navçeyên Rojavayê Kurdistanê tawan û binpêkariyan dikin.

Piştî rapora Komîsyona Lêkolînan ya Navdewletî, Komîsyona Mafê Mirovan ya Netewên Yekbûyî (NY) jî daxwaz ji Tirkiyê kir ku rêzê li yasaya navdewletî bigire û kiryarên grûpên çekdar yên girêdayî wê li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê rawestîne û lêkolîneke serbixwe derbarê tawanên çekdaran de bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin