TIRKIYE – ‘Her roj bi kuştina jinan şiyar dibe ev welat’

TIRKIYE – ‘Her roj bi kuştina jinan şiyar dibe ev welat’

.

A+A-

Her roj bi kuştina jinan şiyar dibe ev welat… Ev gotinên Nurşen Inal in ku bi nerîna wê piştî bi biryara Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye ji Peymannameya Stenbolê ya taybet bi rûbirûbûna tûndûtîjiya dijî jinan vekişiya, rêjeya kuştin û tûndûtîjiya dijî jinan zêde bûye. Amarên ku bi helkefta 25ê Mijdarê wek Roja Nehiştina Tundûtûjiyê Dijî Jinan hatine belavkirin jî vê yekê piştrast dike.

Nurşen Inal, Endama Platforma `Emê Tûndûtîjiya Dijî Jinan Rawestînin, diyar dike, “Kesên ku tûndûtijî dikirin wêrektir bûn û hê bi wêrekî ev tişt berdewam kirin. Ev hejmar zêde bûn.”

Hejmareke zêde sazî û rêxistinên jinan li Tirkiyê nîgeran in û amaje bi wê yekê didin ku binkeyên polîs di tomarkirina giliyên jinan ên derbarê tundûtijî û cezakirina tawanbarên mêr de xemsar in û cezanekirina tawanbaran ji aliyên dadgehan ve bûye sedem ku rêjeya tawan û tûndûtijiya beramberî jinan zêde bibe.

Nurşen Inal, Endama Platforma `Emê Tûndûtîjiya  Dijî Jinan Rawestînin, dibêje, “Li vir jî Peynamnameya Stenbolê girîng e. Ji ber ku wek tê xwestên û têr bike lêpirsîn û lêkolîn nayê kirin. Yek ji xaleke herî girîng ya Peymannameya Stenbolê ew bû ku bo buyer bê zelalkirin lêpirsîn û lêkolîneke baş û têr bê kirin.”

Li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di sala 2021ê de heta 15ê Mijdarê 251 jin hatine kuştin. Lê li gor raporta dawî ya Platforma `Emê Tûndûtîjiya  Dijî Jinan Rawestînin`, piştî Tirkiye bi hinceta têkdana bingeha malbatê û teşwîqkirina hewregezîxwaziyê di 22ê Adara îsal de ji Peynamnameya Stenbolê vekşiya û heta niha zêdeyî 300 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin