Tirkiye: Em ê Efrînê radestî...

Tirkiye: Em ê Efrînê radestî...

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettin Canikli derbarê Efrînê de axivî û got, "heta hemû tehdîd xelas nebin, em dê li Efrînê bin."

A+A-

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Wezîrê tirk derbarê van gotinên Lavrovî de axift û got ku "heta hemû tehdîd bi dawî bibin, dê li Efrînê bimînin."

Canikli di berdewamiya axiftina xwe de got ku "gava tehdîda terorê li tevahiya herêmê rabe, em ê radestî hikûmeta navendî ya hatiye hilbijartî bikin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh derbarê hebûna Tirkiyeyê li Efrînê de axiftibû û gotibû, "Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ti carî negotiye ku hêzên tirk dê li Efrînê bimînin û piştî bidawîbûna operasyonê, divê Tirkiye kontrola herêmê bide hikûmeta Sûriyeyê."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin