
Ji Emerîkayê bo Minbicê karwana çekî
Duh bi şev, Amerîkayê karwaneke din ê çekan wek alîkarî bo YPGê gihandin Rojava û biryar e, ew alîkarî bo Minbicê bên veguhestin.
A+A-
Li gor Sputnikê şeva din 65 tirimbêlên barhilgir ên leşkerî ku tijî çek bûn bi parastineke mezin ji Herêma Kurdistanê derbarî Rojava bûn".
Li gorî agahiyên heman çavkaniyê dane, biryar e ku ew çek pêşî biçin bajarê Qamişloyê û ji wê derê bo bajarê Minbicê werin veguhestin.
Herwiha wê çavkaniyê diyar kir ku alaya Amerîkayê li ser wê karwanê bû û destnîşan kir ku berî niha jî her welatên Hevpeymaniya Navdelwetî ya li dijî DAIŞê karwanên çekan şandine Rojava.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin