• Diyarbakır 23 °C
  • Batman 25 °C
  • Hakkari 14 °C
  • Şırnak 19 °C
  • Ağrı 14 °C

``Tifaqa Pîroz``

Veysi Aydin

Li ser referandumê pirr hat nivîsandin. Bi taybetî Kurdên welatparêz û rêzgirên bo mafê çarenûsîya gelan di nivîsên xwe de piştgirî didin referanduma başûrê Kurdistanê.

Dijber jî pirr û pirr in!

 

Referendum: Biryareke rast û di cih de ye

Referendum giştpirsî ye. Îrada dengdêran derdixe holê, zelal dike. Biryara giştpirsîya başûr ji hêla berpirsên rêvebirîya başûr û partî û pêkhateyên civata başûr hatiye girtin.

 

Ev biryar, biryareke meşrû û di cih de ye.

 

Divê gelê başûrê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên netewî, ango Kurd, Ereb, Aşûrî/Suryanî, Tirkmen, Ermen û yên din. Her wisa pêkhateyên olî, Misilman (Sune û Şîe), Mesîhî, Êzdî, Şebek, Cihu biryara xwe derbarê dahatîya welatê xwe bidin. Ev maf mafê vî gelî ye. Dijayetîya wê, dijayetîya vî gelî ye!

 

Erka serok û helwesta hêzên başûr

Herêma Kurdistanê, herêmek federal e. Xudan destûr e û gorî vê destûrê parlament û serokatîya herême heye.

 

Gorî destûrê, serokê herêmê dikane di pirsên giring bi pêkhateyên sîyasî, civakî, netewî û olî biryarên hevbeş bigre û li ser navê wan bona cîbicîkirina biryarê helwest dîne.

 

Ev li her derê werre ye, divêt li başûr jî wisa be. Heke Mehmûd Ebas biryarek Felestînîya bixwaze bi cih bike, wek tiştekî xwezayî bibîne, heman tişt gerek bona Serok Barzanî jî wisa be. Heke na, ev dijminatîya gelê Kurdistanê ye.

 

Biryara parlamentoya başûr

Neyarên referandumê, hinek hêzên Kurd jî di nav de, qîreqîr dikirin, ji ber ku biryar ji bal parlamentoya başûr nehatibû derxistin. Parlamento girtî, digotin gerek were vekirin û biryar li wir were girtin. Parlamento vebû, hinek hêz nehatin parlamentoyê.

 

Parlamentoyê biryara referadumê girt, îcar jî dibêjin ne yasayî ye.

 

Gotinek Tirka heye:

``Dertleri üzüm yemek değil, dertleri bağcıyı dövmektir``

 

Yanî, ``derdê wan ne xwarina tirî ye. Derdê wan lêdana xwedîyê rez e``.

 

Encama referandumê dê çi be

Di bawerî min de, heke referendum bi rêve biçe, 80/90 ji 100ê (80/90%) gelê başûrê Kurdistanê dê bi ``BELÊ`` deng bidin.

 

Yên bi ``NEXÊR`` deng bidin, qismek ji dilxwazên Goran, qismek ji Komela Îslamî (Elî Bapîr), qismek Kurdên Şîe yên ji ber olperestîyê xwe bi heşdî şebî ve digrin, hêzên di bin bandora PKK de ne wek Tevgera Azadî û hinek Êzdî yên dixwazin Şengal bibe herêmek Îraqî.

 

Encama giştpirsîyê nayê wateya derhal îlankirina komara Kurdistanek serbixwe. Her çend serok Barzanî got, îlankirina serxwebûnê derdora newroza 2018an be jî, ez pirr bawer nakim karibe pêk bê.

 

Vê gavê dijminên me bi tifaq û yekdengî bendek gellekî bilind pêkanîne, bona bi serneketîna îlankirina komarek serbixwe.

 

Di nerrîna min de, em Kurd divêt piştî raya giştî ango referandumê pêvajoyek nexşe rêyê hilbijêrin.

 

Bona demekê be jî, Kurd divê sîstemek konfederal bigrin ber çav. Merc divêt di demek maqûl veqetandina komara konfederala Kurdistanê ji Îraqê be. Hirgulîyên wê wek destûrek nuh bo komara konfederala Îrak û Kurdistan, cîbîcîkirina madda 140, sînorên komara dahatuya Kurdistanê û gellek xalên din dikanin di vê pêvajo de werin çareserkirin û bingeha jihevveqetandinek bi rizaya dualî were danîn.

 

Di dijberîya Kurdan de tifaqek pîroz di nabeyna hêzên ``sefermendên xaçparêz``, hêzên ``cîhadparêz`` û ``hejarparêzên enternasyonalîst`` pêkhatîye.

 

Nakokîya wan di dijberîya referandumê de cara yekem e di dîrokê de hema hema nemaye!

 

Berê dihate gotin: ``Sefera xaçparêza``

 

Rojava yekdeng a li dij referandumê

 

Sefera xaçparêzan bûye sefera parastina neheqîyê beramber referanduma Kurdan.

 

Dema welatekî rojava, Amerîka, Almanya, Fransa, Îngilîstan û yd. Helwestek neguncaw beramber welatekî rojhilata navin nîşan bida, hemû kes yekdeng behsa ``seferên xaçparêzan`` dikirin. Îro hemû dewletên rojava wek DYA (Dewletên Yekgirtîyên Amerîka), Almanya, Îngilîstan bi fermî dijberîya xwe beyan kirin. Bi salan Kurd wek ``piştgirê rojava``, xulamê emperyalîstan`` hatin bi navkirin. Hetta nuha hemû dewletên rojava dijî serxwebûna Kurdan rabûne. Piştgirîya kê dikin? Kî xulamê van dewletan e?

 

Dewletên Rojhilata Navîn yên Misilman her dem bûne şirîkê van ``xaçparêzan``.

 

Birayên mesîhî bira li min biborin. Ev gotina ``seferên xaçparêz`` ji berjewendîperestên Rojhilata Navîn û qaşo şoreşgeran hatiye bikaranîn. Her dem durûtî kirine, bi taybetî beramberî gelên bindest wek Kurd, Êzdî, Mesîhî. Ne ku ez dijberî Mesîhîyan im.

 

Berê dihate gotin: ``Cîhad li dijî nebawermendan``.

 

Rojhilata Navîna Misilmanan yekdeng e di cîhada dijî referanduma Kurdan.

 

Dema DAEŞ xwe geş kir, êrişên herî wahşîyane li dijî Kurdan bi rêve bir. Ne pêşmergeyên qehreman bana, dê wek gundorekî Kurdistan wêran bikirana. Kîjan dewletan rûyê DAIŞê da ber bi Kurdistanê ne sirekî veşartîye êdî. Ji Tirkî hetta Îran û Surî tiliya wan di sorkirina DAIŞê li dijî Kurdan de hebû û heye.

 

Îro van hêzan yekdeng li dijî referandumê argumana ``şerrê li dijî DAIŞê dê qels bibe`` bi kar tînin.

 

Hun hewqas dewlet, DYA, Rûsya, Tirkîye, Îran, Îraq, Surîye û çendîn dewletên din li dijî DAÎŞ şerdikin. Jimara we bi hevre dighê mîlyarek mirov. Ma şikesta DAIŞê bi 4 milyon Kurdan ve maye?

 

Vêga hun çi dewlet in? Hun çi xwelîyê li serê xwe dikin? Hun xwe hilweşînin, da ku em bizanibin, em Kurd divê we li dijî DAIŞê biparêzin!!

 

Derdê we, ne DAIŞ e. Derdê we, bindesthiştina Kurdan e!

 

Berê dihate gotin: ``Kirekarên cîhanê bibin yek!``

                                                   ``Gelên bindest zincîrên lingên xwe bişkînin!``

 

Tifaqa kedxwaran bûye yekdeng li dijî referanduma Kurdan.

 

Bi salan me di wê bawerîyê de bûn, hêzên çep dostên gelên bindest in. Îro em şahîdên tifaqa wan a li gel emperyalîstan û cîhadîstan in. Îş û karên wan dijminatîya birêvebirîya başûr û daxwaza başûr ji bo serxwebûnê dikin. Ev di xizmeta kê de ye gelo? Ev bê şik di xizmeta dewletên mustemlekekar (kolonyalîst) de ne. Ev di berjewendîya statuparêzîya rojhilata navîna îro de ye. Ev di berjewendîya rejîmên kevneperestên Îran, Tirkî, Îraq û Surî de ye?

 

Êdî sê enî ji hêzên ne Kurd li dijî referandumê û serxwebûna me disekinin.

 

  1. Hêzên navdewletî

 

  1. Dewletên dagirker û kevneperestên rojhilata navîn û

 

  1. Hêzên çepgir

 

Hêzên navxwe jî cihekî taybet digrin. Bêguman her darek kurmê wê jî heye.

Weh mînak dixwazim gotara xwe bi beyana rûreşîya BDP bi qedînim:

 

``yüzyıllardan beri devam eden Kürt sorununu, miladı dolmuş ulus devletler kurarak değil, halkların ortak iradesine dayalı demokratik ulus paradigmasına dayalı çözüm yöntemleriyle ancak mümkün olabilir``

(Pirsgrêka Kurd ya ji sedsalan vir ve berdewam e, ne bi avakirina dewletên demborî yên netewî, bi netewa demokratîk a li ser bingeha îrada şirîkatî ya gelan... çareser dibe``

 

Wate:

Kurd nikarin dewletek demokratîk ava bikin. Yanî Kurd ehmaq in.

 

Gelên din dikarin dewleta netew a demokratîk ava bikin. Ev jî parastina statukoya nuha ye, parastina dewletên dagirker e. Parastina sînorên nuha e, yên li ser parçebuna welatê Kurdistanê hatine danîn!

 

Bu yazı toplam 712 defa okunmuştur.
Nivîsên din yên nivîskar