Termên 100 enfalkiriyên Barzanîyan bo Kurdistanê têne vegerandin

Termên 100 enfalkiriyên Barzanîyan bo Kurdistanê têne vegerandin

.

A+A-

Hat ragihandin ku piştî vekirina gorên wan, hefteya pêşiya me termên 100 Barzaniyên enfalkirî di dema rejîma Beas de, li Herêma Kurdistanê têne vegerandin û wê li devera Barzan bi xakê werin spartin.

Rêveberiya Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Kurdistanê ragihand, roja 30yê Tîrmeha 2022yan, termên 100 Barzaniyan ji beyabana Erer ya li parêzgeha Mosen ya başûrê Kurdistanê bi riya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê bo Herêma Kurdistanê têne vegerandin û roja 31ê Tîrmehê jî bi merasîmeke taybet li devera Barzan bi xakê têne spartin.

Dawiya sala 2021ê piştî belavbûna nûçeya dîtina goreke komî li parêzgeha Moseneyê saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federal re ketibûn pêwendiyê û roja 15ê Sibata 2022an gihîştin cihê gora komî ya li navçeya Efayiq ku nêzîkî sînorê Kuwêt û Siûdiyê ye.

Di roja yekem a vekirina gorê de jî bi dîtina cilûberg û cemedanên taybet ên Barzaniyan, diyar bû ku qurbaniyên wê gorê yên peya û gencên Barzaniyan in û di sala 1983an de hatine enfalkirin.

Rejîma Beas a berê, ew 100 ciwan û jinên Barzanî li beyabana Erer bi guleyan kuştine û piştre jî binax kirine. Termên wan bi awayekî zanistî ji bo Bexdayê hatine veguhestin û roja 30yê Tîrmehê jî ji bo Herêma Kurdistanê têne vegerandin.

Jenosîda Barzaniyan di 31. 07. 1983yan de li ser çend qonaxan ji aliyê rejîma Beas a hilweşiyayî ve dest pê kir û zêdetirî 8 hezar peya û gencên Barzanî hatibûn enfal kirin û piştî wê jî bi çend qonaxan bi sedan hezar Kurdên din li çend navçeyên cuda cuda yên Başûrê Kurdistanê proseya Enfalê (Bi zindî çalkirin û bê serûşûn kirin) dest pê kiribû.

Pêvajoya lêgerîna termên enfalkiriyên Kurdistanê bi giştî, yek ji karên pêşîne yê Serok Mesûd Barzanî bû, piştî rûxandina rêjîma Beas di sala 2003yan de, ew prose bi awayekî kirdarî dest pê kir.

Di sala 2004an de, termên 513 Barzaniyên enfalkirî ji goreke bikomî ya li beyabana parêzgeha Mosene hatin dîtin û sala 2005an di merasîmekê de bi amadebûna Serok Barzanî, ew ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin û li goristaneke taybet ya bi enfalkiriyan li devera Barzanê bi xakê hatin sparstin.

Di berdewamiya proseyê de, sala 2011an jî termên 93 peya û gencên Barzaniyên enfalkirî di goreke bikomî de li başûrê Iraqê hatin dîtin.

Rêjîma Beas a Iraqê berî sala 1987-1988an di heyama 7 mehan de û di çarçoveya 8 qonaxan de, proseya enfalkirina gelê Kurdistanê pêk anî. Di wê tawanê de rêjîma Beas zêdetir ji 4 hezar û 500 gundên Kurdistanê û bi sedan bajarok û zozan wêran kirin û xelkê wê ber bi çarenivîseke nediyar ve birin. Di koma heşt qonaxên proseya Enfalê de, rêjîma Beas ya rûxiyayî 182 hezar Kurd enfal kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin