Çavuşoglu: Em amadekariyên operasyonê dikin

Çavuşoglu: Em amadekariyên operasyonê dikin

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Amerîka û Rûsyayê sozên ku dabûne Tirkiyê bi cîh neanîne û got, ew amadekariyên operasyoneke nû li Sûriyê û bo ser Rojavayê Kurdistanê dikin.

Mevlut Çavuşoglu di bernameyeke televîzyonî de amaje bi armanca operasyonên Tirkiyê li Sûriyê kir û got, “Armancên operasyonên me yên pêştir çi bûn? Paqijkirina sînorên me ji terorê bû. Armanca operasyona me ya li dijî DAIŞê jî ev bû û hinceta operasyona li dijî YPG, PKKê jî ev bû.”

Mevlut Çavuşoglu diyar kir, ku Amerîka û Rûsyayê sozên ku dabûne Tirkiyê cîbicî nekirine û da zanîn, “Amerîka û Rûsyayê her duyan sozên xwe bi cîh neanîn. Em her duyan tawanbar dikin. Her duyan dê li gor rêkeftinên me terorîst ji vê herêmê dûr bixistana. Tevî ku her duyan midaxele nekirin, li hinek herêman ligel Rûsan dewriyeyê digerînin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê behsa şandina çekan ji aliyê Amerîkayê ve bo Rojavayê Kurdistanê û HSDê kir û ragihand, “Amerîka li bakurê rojhilat piştgiriya çekan berdewam dike. Hûn çima hewqas alîkariyê didin vê rêxistina terorê. Hûn dixwazin Sûriyê parçe bikin an li dijî me piştgiriyê dikin. Divê Amerîka vêya eşkere bike. Bila dest ji çîrokên DAIŞê berdin.”

Çavuşoglu derbarê egera operasyona Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de jî dibêje, amadekariyên xwe dikin û dê operasyonê bikin. Çavuşoglu got, “Tirkiye her cure amadekariyan dike. Ev êdî bûye dirûşmek, gotina serokê me: Şevekê ji nişka ve.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê rêkeftina di navbera Tirkiye-Swêd-Finlandê de ya bo endamtiya NATOyê de jî got: “Dê li welatê xwe rê nedin propagandaya terorê. Finland bê deng e. Mixabin li Swêdê berdewam e. Swêdê heta niha kesên me daxwaza wan kiribû neşandine Tirkiyê.”

Çavuşoglu herwiha îdia kir, ku hinek grup li wan welatan hene ku naxwazin Swêd û Finland bibin endamê NATOyê û got: “Yek ji wan grupan jî rêxistin û organîzeya PKKê ya li Swêdê ye û grupên siyasî ne ku piştîvaniya wan dikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin