Termê Miryem Qazî Mihemed li Kelarê bi xakê hat spartin

Termê Miryem Qazî Mihemed li Kelarê bi xakê hat spartin

Bi amadebûna serpereştên îdareya Rêveberîya Germîyan û hejmareke ji berpirsên hikûmî û hizbî û kes û karan, termê Miryem Qazî Mihemed, keça Pêşawa Qazî Mihemed, li goristana Kelara kevn bi xakê hat spartin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Piştî ku termê Miryem Qazî Mihemed bi rêya firokexaneya navdewletî ya Silêmanîyê gihişt Herêma Kurdistanê, îro merasîmek li kêleka gora hevserê wê Serdar Begê Caf li Kelara kevn hat pêkanîn û bi xakê hat spartin.

Miryem Qazî Mihemed ku heftemîn û biçûktirîn keça Pêşewa Qazî Mihemed, Serokê Komara Kurdistanê bû, li welatê Urdinê koça dawî kiribû.

Miryem Qazî di sala 1945an de û şeş mehan berî damezrandina Komara Kurdistanê li bajarê Mihabadê ji dayik bûbû û zaroka herî dawîyê ya Pêşawa Qazî Mihemed û Mîna Qazî bû.

Miryem Qazî

Sala 1945an li Mihabadê ji dayik bûye. Şeş mehan berî damezrandina Komara Kurdistanê ji dayik bûye.

Zaroka dawî û herî biçûk a Qazî Mihemed e.

Li Mihabadê mezin bûye û qonaxa dibistanê li heman bajarê qedandibû. Qonaxên din ên xwandinê li Tehranê qedandibû.

Li Tehranê li gel Serdar Begê Caf zewicîbû. 3 zarokên wê yên bi navên Sîrwan, Seyran û Soma hene. Roja 15ê Adarê li paytexta Urdinê bajarê Emmanê koça dawîyê kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin