Îro 73.emîn salvegera darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed e!

Îro 73.emîn salvegera darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed e!

73 sal bi ser darve kirina Serokkomarê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed re derbas dibe. Qazî Mihemed li ber dara îdamê dibêje, “Hûn Qazî Mihemedekî dikujin lê bizanin ji her dilopeka xwîna min dê Qazî Mihemedekî din şîn bibe…”

A+A-

Navenda Nûçeyan - Îro 30 Adarê ye, 73.emîn salvegera îdamkirina Pêşewa Qazî Mihemed, birayê wî Sedrî Qazî û pismamê wî Seyfî Qazî ye.

Qazî Mihemed roja 22 Çileya sala 1946 Komara Kurdistanê damezirand lê piştî 11 mehan Komara Kurdistanê ji alîyê rêjîma wê demê ya Îranê ve hat hilweşandin.

Pêşewa Qazî Mihemed, ji bona ku komkujî neyê kirin, teslîm bû û canê xwe feda kir.

Qazî Mihemed li ber dara îdamê ji rêjîma Îranê re dibêje, “Hûn Qazî Mihemedekî dikujin lê bizanin ji her dilopeka xwîna min dê Qazî Mihemedekî din şîn bibe. Ez daxwaz ji gelê kurd dikim xebata xwe ya rizgarîyê sist neke û bawerîya xwe bi dewleta xwefiroş ya Tehranê nekin. Bijî Kurd û Kurdistan.”

Qazî Mihemed berîya ku were îdamkirin, wesîyetnameya xwe jî nivîsîbû. Qazî Mihemed di wesîyetnameya xwe de kurdan şîret dike û dibêje dijminatîya hev nekin, pişta hev bigirin…

Naveroka wesîyetnameya Pêşewa Qazî Mihemed wiha ye:

Bismillah Rehmanê Rehîm,

“Netewa min ya ku mafên wê hatîye xwarin, kur û xûşk û birayên min yên hêja! Ez dixwazin di gavên dawî yên jîyana xwe de ji we re çend tiştan binivîsim. Dijminatîya hev nekin, heval û hogirê hev bin, pişta hev bigirin û li hember dijminên zordar mêrxasane rawestin. Xwe vala-vala nefiroşin dijmin. Dijmin, heta pêwîstîya wî bi we hebe we qebûl dike ji ber wê jî ti carî rehmê bi we nake. Ti firsendekî ji dest nade ji bona serkutkirina we. Dijminên gelê kurd gelek in û zordar in, hêza wan heye û zalim in,şîfreya serkeftina we di yekitîyê de ye. Eger netewek nebe yek dê her dem bindest be. Ti tiştekî kurdan ji netewên din kêmtir nîne. Kurd di warê mêrxasî û mêrantîyê de gelekî ji wan netewên ku bi awayekî serbixwe dijîn, mezintir in. Ew gelên ku serkeftin bi dest xistine, mîna we bûn destpêkê.

Şîreta min bo we ew e ku bihêlin zarokên we bixwînin ji ber ku şîfreya serkeftin û gihîştinê di perwerdê de ye. Bila kurd ji gelên din paşde nemînin. Nabe hûn bi kuştina min û birayên min bitirsin ji ber ku hêşta gelek kesên din divê di vê rêyê de bibin qurbanî heta em bigihên armanca xwe.

Kurdistan mala hemû kurdan e. Divê her kurdek, li gorî hêz û şîyana xwe tiştekî bike bo vî welatî û nabe li ser yên din jî bike minnet. Eger we dît kesek karekî dizane bihêlin bila bike, li pêşîya wan astengîyan dernexin. Eger berpirstîya min mezin nebûya niha ez ne li ber dara îdamê bûm. Ez ji ber vê yekê minnetê li ser we nakim. Wek çawa Seidî (helbestvanê navdar yê Îranî) dibêje, qesta me şîret e êdî hûn dizanin.  

Xizmetkarê gel û millet

Qazî Mihemed”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin