Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Tenê Hefteyek Li Pêş Me Ma

A+A-

Kurdistan biryara xwe dide.

Ya "Enfal, Helepçe, Şingal" ên nû, an jî sexwebûna Kurdistan!

Ya pêşerojek bi êş, elem û tal, yan jî jiyanek serbilid û bi rûmet ji zarokên me re.

Xwedîyê vê biryarê netewa Kurd û Kurdistan e. Bêşik, ewên bi dehan salane ev doz liser ling hiştine û anîne heta vê roja pîroz, ewê biryara bidawî anîna zor û zilma ser Kurdistan jî bidin.

Kurdistan di 25.09.2017an de biryara xwe dide. Ez wê roja pîroz bi netewa xwe re li Kurdistana xwe a delal û şêrîn, di nav şahîyan de bi kurdistanîyan re pîroz dikim.

Bi hezaran Kurd û Kurdistanî ketine riyan, ref bi ref ji bona ku vê roja pîroz bi xwedî birardanan re parvebikin. Êşa wan, keda wan û şeng û şahiya wan, serbilindîya wan bi wan re parvebikin.

Ji bona ku bi yek raman û bi yek dengî bêjin; „Kurdistan a me ye, hun ne tenê" ne!

Ev roj rojên dîrokî ne. Spas ji wan hêzên ku bi ruhê kurdistanî ve me kirin şahidê vê roja dîroka birûmet.

Em pir baş dizanin ku zîndan çîye, înkarkirin çîye, zilm çîye û êsîrî çîye..qedexe çiye û bê niştimanî, bê dewletbûn, koçberî, penaberî, tengezarî çî ye.

Me yek bi yek tam kirîye.

Em dijminên Kurd û Kurdistan jî pir baş nasdikin: Ti caran hêvîya gavek berbi mirovatîyê ji wan nehatîye hêvîkirin. Ji ber ku di dîrokên xwe de dijminên Kurd û Kurdistan layîqî helwesta wê hêvîyê nebûne. Hêvîya me ji wan tineye!

Parlementoya Bexda civîya û biryar da (!)

Parlementoya Bexda ev dehan sale dicive û di derheqa Kurd û Kurdistan de biryaran dide(!)

Kujtin, talan, nefîkirin, Zîndankirin û wundakirin her bûye biryara hikumeta Bexda di derheqa Kurd û Kurdistan de.

Enfal, biryara hikumeta Bexda ye!

Halepçe biryara hikumeta Bexda ye!

Şingal, neparastina navçe û tenêhiştina wan herêmên ku di bin lingê DAÎŞ de man, kiryarên hikumeta Bexda ne.

Qutkirina Mûçe, qutkirina riskê Kurd û Kurdistanîyan, bêçekhiştina hêzên pêşmerge di şerê li henber DAÎŞ de û bi van kiryaran daxwaza terbiyekirina Kurd Kurdistanîyan bi birçîbûnê, biryara Bexda ye.

Bexda, her ku kurdan xwestîye ku li çarenûsa xwe bigerin û serbixwe bijîn, bi zor û bi zilmê ev daxwaza wan red kirîye û bi fenûfûtan xwestîyê pêşî lêbigire!

Niha jî Hikumeta bexda daxwaza kurdan a referandûm û serxwebûnê redkir(!)

Yên ku sîstema wan, ramanên wan, ol û bawermendîya wan li ser înkar, zilm û zordarîyê hatibin avakirin, gavên mirovî, medeni ji wan hêvî nabin. Ew li ser zilmê avabûne û wê bi zilma xwe bifetisin di xwînê de.

Hêlek din a dijrabertîya Serxwebûna Kurdistan jî ji "kurdan" pêk tê:

Zimanê min nagere ku ji wan kes, sazî û partîyên „dijî devlet a Kurd û serxwebûna Kurdistan" re bêjim ku "Kurd"in(!)

Redkirina dewletbûna Kurdistan, redkirina azadîya netewa Kurd û pejirandina domkirina zilm û zor, Enfel, jenosîd û karesatên çekên kîmyewî li ser Kurd û Kurdistan bi xwe ye. Çawa dibe ku kurdek vê daxwaz bike û bipejirîne(!)

Encûmena Bilind a Referandûmê Eşkere kirk ku:

''Tenê heftiyek li pêş me maye, wa parlamento tê aktîf kirin û ew pirsgirêk jî zelal dibe, ji ber vê jî referandûm nayê paşde dayîn û di dema xwe de jî dê pêkbê.''

Lê hîn jî hinek bi sebeban dixwazin ku pêşî li vê gava pîroz, vê îradeya pîroz bigire. Ev çi ye û tê çi wateyê?

Kurd û Kurdistanîyan bi ruhekî kurdperwerî û bi ruhekî niştimanperwerî biryar dane. Ji serxwebûnê pêve, jiyan koletîye..

Netewa Kurd di despêka qirnê 21.an de koletîyê bi biryara xwe red dike, wê red bike.

Biryara 25.09.2017 li Kurd û Kurdistan pîroz be!

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin