TDK-TEVGER, PAK, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK: Em jikaravêtina mamosteyên Kurd şermezar dikin

TDK-TEVGER, PAK, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK: Em jikaravêtina mamosteyên Kurd şermezar dikin

.

A+A-

"Li Diyarbekirê 21 mamosteyên Kurd ji aliyê Wezareta Perwerdehîyê ya Tirkîyeyê ve ji kar hatin avêtin. Ji bo vê tu hincetêk jî nehat diyar kirin.

Em vê helwesta neheq û bêhiqûqî bi tûndî şermezar dikin.

Helbetejikaravêtina 21 mamosteyên Kurd zilm û neheqîyaewilnîne.

Di van çar salên dawî da bi hezaranmamoste û karmend ji kar hatine avêtin û piranîya wan di rewşeke pir xedar da jîyana xwe didomînin.

Ev demekedirêj e ku jikaravêtin wek pergalekedewletê tê bikaranîn.

Armanc di nav welatperweran de xurtkirina tirsê û belav kirina bêkarîyê ye, cezakirina gelê Kurd e. Divê dagirker bizanibin ku miletê me bi vantehdîdan dev ji doza xwe ya rewabernade.

Em carek din helwest û êrîşa dijî mamosteyên Kurd rûreş dikin û piştgirîya xwe bo wan eşkere dikin.

Divê demek zûtirmamosteyên ji kar hatineavêtinvegerin ser kare xwe."

02.12.2021

Tevgera Demokratik a Kurdistan (TDK-TEVGER)


Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)


Partiya Demokrata Kurdistan (PDK-BAKUR)


PÊLKURD,


Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin