"Tayînkirina qeyûman çareserkirina kêşeya Kurd dijwartir dike"

"Tayînkirina qeyûman çareserkirina kêşeya Kurd dijwartir dike"

Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat, ku tê de 400 komeleyên Kurdên li Stenbolê cîh digre, tayînkirina qeyûman ya 3 bajarên Bakurê Kurdistanê şermezar kirin

A+A-

Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat, ku tê de 400 komeleyên Kurdên li Stenbolê cîh digre, tayînkirina qeyûman bo 3 bajarên Bakurê Kurdistanê şermezar kirin û hat ragihandin, ji kar dûrxistin a şaredarên hilbijartî, nîşaneya destdanîna îradeya ser gel e û çareserkirina kêşeya Kurd dijwartir dike.

Piştî tayînkirina qeyyûman bo 3 şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ji xeynî bertekên hin partiyên siyasî dam û dezgehên civakîyên Kurdên li metropolên cuda ji kar dûrxistina şaredarên hilbijartî ne razî ne.

Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat ku li Stenbolê nûnertiya nêzî 400 komeleyên Kurd dike li bajêr bi daxuyaniyeke çapemeniyê biryara tayînkirina qeyyûman şermezar kirin û hat ragihandin biryar nîşaneya binpêkirina demokrasiyê ye.

Abdilhakîm Daş - Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat, dibêje: Kurd li vî welatî têkoşîna aştî, demokrasi û azadiyê didin. Di vê hêzên demokrasî û opozîsyonê di rojên wiha de ku qeyûma li şûna kesên hilbijartî hatine tayînkirin li dijî vê zext û zordariyê bê deng nemînin û li pişt Kurdan bin.

Ekrem Baran-Serokê Komeleya Mamosteyên Ayînî, got:Di hilbijartinên şaredariyan de Kurd derseke mezin da vê hikûmetê ku di dîroka xwe de dersek wiha nedît. Loma AKP dixwaze tolek ji Kurdan hilîne û ji bo vê jî qeyûm tayîn kirin, ev biryareke siyasî ye ne hiqûqî ne însanî ye.

Komeleyên Kurd dazanîn biryara tayînkirina qeyûman bo dahatûyê nîşane yên rojên xerabtir e.

Cabbar Bariş-Serokê Komeleya Şîrwan a Sêrtê, dibêje: Kesên raya xwe dane AKP jî ji vê biryarê gelek aciz in. Ev biryareke bê hiqûqî û bê ahlaqî ye. Divê demildest qeyûm ji kare şaredaran bên dûrxistin. Ku ev nebe wê wek dû pişkek xwe bi xwe bi jehrî bikin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê bi hinceta alîkarî li PKK tê kirin 19ê Tebaxê 3 şaredarên HDPyî yên li Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ji kar dûrxist û şûna wan parêzgarên wan bajaran tayîn kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin